• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xwestin Mehmet Saît Yildirim tavilê were berdan

Çewlig / AW

26 TEBAX 2026 - 14:08
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li ser taloqkirina berdana Mehmet Saît Yildirim li navçeya Kanîreşê ya Çewligê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de bertek nîşanî ferzkirina dermankirina bi kelepçe hat dayîn û hat xwestin ku Mehmet Saît Yildirim tavilê serbest bê berdan.

Mehmet Sait Yildirim ê 75 salî ku girtiyê nexweş ê giran e û li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Jimar 1 a Kiriklar a Îzmîrê dihat ragirtin, di 24ê Tebaxê de derket pêşberî Lijneya Îdare û Çavdêriyê (ÎGK) û berdana wî careke din hat taloqkirin. Piştî wê Mehmet Saît Yildirim di odeya xwe de krîza dil derbas kir û wî rakirin nexweşxaneyê. Niha rewşa Mehmet Saît Yildirim baş e.

Li ser taloqkirina berdana Mehmet Saît Yildirim li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê daxuyanî hat dayîn. DEM Partî, malbata Yildirim, xizmên wî û gelek welatî beşdar daxuyaniya ku li ber avahiya rêxistina DBPê ya navçeyê hat dayîn, bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindana” hate berzkirin.

Metna daxuyaniyê Hevserokê DBPê ya Kanîreşê Ozkan Bîngol xwend û dû re malbata Mehmet Saît Yildirim axivî.

‘Piştî nîqaşên li lijneyê krîza dil derbas kir’

Hevserokê DBPê yê Kanîreşê Ozkan Bîngol bi bîr xist ku tevî ku ji meha Sibata 2025an vir ve mafê berdana bêmerc a Yildirim heye jî berdana wî tê astengkirin û wiha got: “Mehmet Saît Yildirim piştî di 24ê tebaxê de derket pêşberî Lijneya Îdare û Çavdêriyê, bi ferzkirina poşmaniyê ya lijneyê re rû bi rû ma. Piştî nîqaşa di lijneyê de krîza dil derbas kir. Piştî ku hevalê wî yê odeyê rewş ferq kir û xeber da, Mehmet Saît Yildirim berê sewqî nexweşxaneya li Bûcayê hat kirin, piştre jî bi sedema ku qawişê girtiyan tuneye birin Nexweşxaneya Bajar a Îzmîrê.”

‘Cendermeyan xwestin kelepçe têxin destê wî’

Ozkan Bîngol diyar kir ku Mehmet Saît Yildirim di 25ê Tebaxê de bi lezgînî hatiye anjiyokirin û hatiye tespîtkirin ku yek ji damarên sereke yên dil girtî ye û 2 stent hatine danîn.

Ozkan Bîngol behsa binpêkirina mafan a li dijî Yildirim ê ku xetereyeke giran a jiyanî derbas kiriye, kir: “Tevî vê tabloya giran jî, di dema razana li nexweşxaneyê de ji aliyê Cendermeyan ve hat xwestin ku destê wî bi cihê ve bikelepçe bikin. Ev sepana ku dijî rûmeta mirovan e li ser bertekan hat astengkirin. Ferzkirina tedawiya bi kelepçe li ser girtiyekî ku krîza dil a giran derbas kiriye û ji mirinê vegeriyaye, binpêkirineke eşkere ya mafan e. Tevî gotinên aştiya civakî û yekitiya hiqûqî, astengkirina berdana Mehmet Saît Yildirim nakokiyeke nayê qebûlkirin e. Biryarên kêfî yên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê veguherîne mekanîzmeya înfazê ku rasterast mafê jiyanê tehdît dike. Mafê jiyanê û mafê tenduristiyê di tu qonaxa pêvajoya înfazê de nikare bê paşguhkirin. Em daxwaz dikin ku Yildirim di mercên guncav ên rûmeta mirovan de bê tedawîkirin û tavilê bê berdan.”

‘Ev sepana zextê li gorî pêvajoya ku tê meşandin re ne rast e’

Birayê Mehmet Saît Yildirim, Selîm Yildirim jî di destpêka axaftina xwe de kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û destnîşan kir ku birayê wî rêhevalê Mazlûm Dogan û Hayrî Dûrmûş e, ji ber ferzkirina poşmaniyê qebûl nekiriye înfaza wî hatiye şewitandin.

Selîm Yildirim bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û axaftinên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ên duh li Axlatê bi bîr xist û ev tişt vegot: “Di axaftina xwe de bang li hemû kesî dike ku piştgiriyê bidin pêvajoyê, lê gelo helwestên kêfî yên dozger û lijneyên xwe nabîne? Ev sepana zextê bê guman li gorî bi pêvajoya ku tê meşandinê, ne rast e.”

‘Em bi salan e li benda rêya wî ne’

Xwîşka wî Hanim Yildirim jî bertek nîşanî rewşa birayê xwe da û wiha got: “Birayê min nexweş e, ji dilê xwe anjiyo bû lê dîsa jî dixwazin destê wî bi kelepçe bikin. Ev zilm nayê qebûlkirin. Em dixwazin ku ew di demeke nêz de ji girtîgehê derkeve, kilîtên kelepçeyan bêne vekirin. Em bi salan e li benda rêya wî ne.”

‘Em ê li ber Edliyeya Îzmîrê dest bi greva birçîbûnê bikin’

Jinbiraya Mehmet Saît Yildirim, Vacîde Yildirim jî destnîşan kir ku malbat bi salan e berdêlên mezin dide û wiha got: “Me di vê rêyê de canê xwe da. Ji bo axa xwe û mirovên me yên hêja yên ku bi me re têkoşînê dikin, em dixwazin Saît Yildirim di demeke nêz de serbest bê berdan. Dema me bihîst ku krîza dil derbas kiriye cîgera me şewitî. Ew bi xwe nexweş e, dewlet jî vê yekê dizane. Salek berê birayê wî ji hesreta wî krîza dil derbas kir û wefat kir. Birayên wî yên din jî nexweş in, li benda rêya wî ne. Eger neyê serbestberdan em ê li ber Edliyeya Îzmîrê dest bi greva birçîbûnê bikin.”

Etîket: kanîreşMehmet Saît Yildirim
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Seba veradîyayîşê Mehmet Saît Yildirimî qanûnê neweyî hewce nêkenê’

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

12 COTMEH 2026
Cenazeyê Kaya û Kisaoglû dê sibê li Kanîreşê bên definkirin

Cenazeyê Kaya û Kisaoglû dê sibê li Kanîreşê bên definkirin

21 ÎLON 2026
‘Seba veradîyayîşê Mehmet Saît Yildirimî qanûnê neweyî hewce nêkenê’

Tehliyeya Mehmet Saît Yildirim cardin hate astengkirin

7 ÎLON 2026
‘Ji bo berdana Mehmet Saît Yildirim pêdivî bi qanûnên nû nîn e’

‘Ji bo berdana Mehmet Saît Yildirim pêdivî bi qanûnên nû nîn e’

6 ÎLON 2026
Li Îzmîr û Enqereyê xwestin girtiyên nexweş werin berdan HATE NÛKIRIN

Li Îzmîr û Enqereyê xwestin girtiyên nexweş werin berdan HATE NÛKIRIN

5 ÎLON 2026
Berdana Saît Yildirim nêz dibe, rewşa wî di rojeva Meclisê de ye

Hate xwestin ku girtiyê nexweş Saît Yildirim tavilê were berdan

29 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne