• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Cenazeyê Bavê Teyar û cangoriyên din hatin veşartin

Navenda Nûçeyan / AW

21 ÇILE 2025 - 15:46
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi hezaran şêniyên kantona Cizîrê berxwedêrên ku di êrişa balafirên artêşa Tirk a li ser Bendava Tişrînê de jiyana xwej i dest dabûn, oxir kirin.

Şanoger Cûma Xelîl Îbrahîm (Bavê Teyar), endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Kêfo Osman û Ekrem Rexo, Hevseroka Ofîsa Partiya Yekitiya Demokratîk a Qamişlo Menîce Heyder û endamên Meclisa Qamişlo Muzefer Mihemed û Ebdulqadir Îbrahîm ku dema nobedariya bendava Tişrînê dikir, di êrişa artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan hatin oxirkirin.

Bi hezaran Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, nûnerên partiyên siyasî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, êlên Ereb, Meclisa Sûriyeya Demokratîk û oldar bi dirûşmên “Bi can û xwîna xwe em bi te re ne ey şehîd” pêşwaziya karwanê cangoriyan kir.

Piştî rêzgirtinê, endama Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk Foza Yûsif axivî û got: “Ji bajarê Qamişlo, paytexta şehîdan, em berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Gel-Jinê û gelê me yê ji bo azadiya xwe tê dikoşin, silav dikin. Dewleta Tirk dixwaze em di Sûriyeya nû de bê nasname bin û dewleteke navendî ku em tê de nebin xwedî maf. Em ji bo azadî û rûmeta xwe li ber xwe didin û em ê teslîmî jiyana koletî nebin”.

Fozayê tekez kir ku divê mafên gelê Kurd li Sûriyeyê bên misogerkirin û got: “Em ji çareseriyê re vekirî ne û eger ew di şer de israr bikin, em ê ketina Kobanî û Rojava qebûl nekin, em vê sozê didin gelê xwe.”

Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Mela Reşîd El Xerzî jî axivî û got bendava Tişrînê bûye bendava berxwedana li hemberî dijminan, bendava şehîdan e.

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo jî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze komplo û planên mezin li dijî gelê me bimeşîne, her wiha dibêje em ê gelê Kurd tune bikin, lê gelê me tevî hevrêyên me yên şehîd bi cesaret û wêrekî ber bi Bendava Tişrînê ve çû û got: “Em Bendava Şehîdan, Bendava Rûmetê bernadin. ”

Helbestvan Ferhad Merdê jî xîtabî şanoger Cûma Xelîl (Bavê Teyar) kir û got: “Xwezî tu îro di nava me de bûya da ku te dîtiba bê çi qas gel ji bo te rabûye ser pêyan.” Merdê destnîşan kir ku bendava Tişrînê rûmeta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û nehêlin ew hilweşe û wê mîna Kobanê bibe sembol.

Piştî merasîmê, bi hezaran kes darbestan li ser milê xwe kirin û birin li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.

Etîket: bavê teyarbendava tişrînêRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

20 TÎRMEH 2026
Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

18 HEZÎRAN 2026
Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

1 HEZÎRAN 2026
Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

25 GULAN 2026
Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

12 GULAN 2026
Sînejin çîrok û berxwedana jinan e: Em dixwazin sînemaya jinan li pêş bixin

Sînejin çîrok û berxwedana jinan e: Em dixwazin sînemaya jinan li pêş bixin

10 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne