Rojnameya Hamşahrî ya Îranê înfografîkek bi sernava ‘kesên ku dê hesab ji wan bê pirsîn’ weşand û Donald Trump, Binyamin Netanyahu û Emmanuel Macron jî di nav de 13 kes wek hedef nîşan da.
Rojnameya Hamşahri ya ser bi Şaredariya Tehranê ku li ser xeta muxafazakariyê weşanê dike, piştî mirina Alî Xamaney înfografîkek bi sernavê ‘Kesên ku dê hesab ji wan bê pirsîn’ weşand.
Di dîmen de yê li ser malpera înternetê ya rojnameyê hate weşandin, wêneyên 13 kesayetên siyasî hatin weşandin. Her wiha Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû bi nîşenaya îşaretê hedef hatin nîşandan. Înfografîk di çapa roja Yekşemê ya rojnameyê de nehate weşandin.
Di daxuyaniyeke nivîskî de ku hat gotin ji aliyê lîderê nû yê olî yê Îranê Mucteba Xamaney ve hatiye dayîn, hate ragihandin ku piştî kuştina bavê wî Alî Xamaney di êrîşa Îsraîl û Amerîkayê de ‘Tolhildan bivê nevê’ ye.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev tolhildan îradeya miletê me û wê teqez bi cih bê anîn. Ev sûcdarên ku navê wan di lîsteyê de heye, wê bi daxwaza mirineke bi aramî neçin gorê.”
Lê belê daxuyanî bi tu navî nehate parvekirin.
Lîderên Ewropî jî di lîsteyê de ne
Di înfografîkê de ku ji aliyê Hamşahrî ve hate weşandin li gel Trump û Netanyahu wêneyên Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni, Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz û Serokwezîrê Îngilistanê yê di dema destberdana ji wezîfeyê de ye Keir Starmer hat weşandin.













