• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Huseyîn Aykol: Pêşengê berxwedêr ê Çapemeniya Azad

Omer Demîr / AW

1 ÇILE 2026 - 13:59
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol ê ku 36 salên emrê xwe bi rojnamegeriyê derbas kir û hezaran xwendekar gihandin û mamostetiya wan kir di 73 saliya xwe de li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

 

Rojnameger û Nivîskar Huseyîn Aykol di 73 saliya xwe de li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Mamosteyê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol 51 salên xwe di nava xebatên mafên mirovan û çapemeniya azad de derbas kir. Ji ber xebatên xwe 12 sal di girtîgehan de hat ragirtin. Di salan 90î de dest bi xebatên çapemeniyê kir û heta dawiya emrê xwe berdewam kir. Huseyîn Aykol zêdetirî 36 salan mamostetî û kedkariya çapemeniya azad kir.

Xwedî lêgerîn û berhem bû

Huseyîn Aykol di sala 1952an de li gundê Poyrazdamlari ya navçeya Salîhlî ya Manîsayê hate dinê. Bavê Huseyîn Aykol ji bo debara malbata xwe bikê kare cotkarî, dikandarî û gelek karên cuda de xebitî. Liseyê li Îzmirê xwend. Piştî liseye Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Enqreyê qezenc kir. Di zanîngehê de xwendekarên çepgir nas kir. Di hilbijartinekê de bu serokê komeleya xwendekaran. Di sala duyemîn a xwendinê de fakulteya tibê berda. Dîsa ket ezmûnên zanîngehê û di beşa zanîstên sîyasî de bi cih bû. Di heman demê de jî ji bo debara xwe bike di Weşanxaneya Serê de xwebitî. Di sala 1978an de çend pirtûkên vî yên wergerê derketin.

Nêzî 12 salan di girtîgehê de ma

Di sala 1981an de ji ber xebatên xwe yên dida meşandin hate binçavkirin û 45 rojan di bin çavan de ma. 45 roj îşkence lê hate kirin, piştî 45 rojên bi îşkenceyê derbas bûne hat girtin û ew şandin Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê. Heman îşkence li girtîgehê jî berdewam kir. Piştî hat berdan xebatên xwe li Îzmirê domand. Li Îzmirê dîsa hate girtin, 6 sal û 8 meh ceza lê hate birîn. Ji ber encamên dozên hatine meşandin car caran zûtir ji girtîgehê derket. Di wê demê de gelek caran bi hincetên karên wî asteng bikin hat girtin û berdan. Bi giştî 12 salên emrê xwe di girtîgehê de derbas kir. Girtîgeha Mamakê wê demê wekî “dojeh” dihat pênasekirin. Lê piştî rewşa girtiyeke li Girtîgeha Amedê hatiye ragirtin dît derbarê Girtîgeha Amedê de wiha got: “Dojeha esil Girtîgeha Amedê ye.”

36 salan bênavber rojnemegertî kir

Mamosteyê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol piştî di salên 1990an de ji girtîgehê derket di rojnameya “Hedef” û “Halk Gercegî” de ku heftane dihat çapkirin xebitî. Piştî dest ji van rojnameyan berda,di rojnameya Yenî Ulke de dest bi xebatê kir. Di rojnameya Yeni Ulkeyê de karên cûr bi cûr da meşandin, bi salan gerînendetiya weşana giştî kir. Dema ku di rojnemeya Yeni Ulke de dixebitî şahidiya bombekirina buraya rojnameyê û îşkencekirina hevalên xwe kir. Cengîz Altun dema ku li Êlihê nûçegîhantiya Ozgur Ulkeyê dikir, di 24ê Sibata 1992an de hate qetilkirin. Piştî ku qetilkirina Cengîz Altûn, Huseyîn Aykol wiha bersiva êrişê da: “Em rojnameger in û em ê karê xwe bikin. Em ê wisa bibin layikê Cengîz.” Paşê jî di rojnameya Ozgur Gundem de xebatên xwe berdewam kir û di 30ê Gulana 1993an de di rojnemeya Ozgur Gundemê de xebatên cuda yên rojnameyê meşand. Piştî 14ê Nîsana 1994an de Ozgur Gundem hat girtin, di rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Yenî Yaşamê de xebatên xwe domandin. Mamosteyê Çapemeniya Azad bi giştî 36 salên emrê xwe bî rojnamgertîyê derbas kîr.

Nêzî 3 hezar xwendekarên rojnameyê perwerde kir

Huseyîn Aykol di qada çapemeniya azad de bi nêzî 3 hezar xwendekar perwerde kir. Sedema vê jî bandora Musa Anter bû. Her tim ji rojnamegerên ciwan re eleqedar dibûya. Bersiv dibûya pirsên rojnamegerên ciwan.

Bû dengê girtiyên siyasî

Yek ji karên ku herî zêde Huseyîn Aykol kelecan dikir, nameyên girtiyên siyasî bû. Her roj girtiyên siyasî bi rêya nameyan pirsigirêkên xwe û zextên girtîgehê ji Huseyîn Aykol re dinivîsandin. Her nameyê bi baldarî dixwend û di quncika xwe ya rojnamayê de dinivîsand. Bi vê yekê dixwest bibe dengê girtiyên siyasî. Dema ku rojên name jê re nedihat xemgîn dibû. Lê dema name dihat bi kelecan nameyê dixwend. Di girtîgehan de jê re pirtûkên girtiyan, helbest, bîranîn, wêne û peyamên şînê dihat. Rojnameger Huseyîn Aykol van nameyan bi baldarî dişopand û yek bi yek nameyan dibersivand.

Di nav cihan de jî name jê kêm nebûn

Mamosteyê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol heya 14ê Cotmehê 2025an bênavber xebatên xwe yên rojnamegeriyê domand. Dema nava roja 14ê Cotmeha 2025 xwîn çû ser mejiye Huseyîn Aykol ew rakirin nexweşxaneyê û 2 meh û 17 rojan li nexweşxaneyê têkoşîna jiyanê da. Heval, dost, girtiyên siyasî û malbata Huseyîn Aykol, tevî ku ne li ser hemdê xwe bû sedan name, peyam jê re hatin şandin, daxwazên başbûn û hêviyên hevdîtinê jê hatin xwestin.

‘Em ê bigihijîn azadiyê’

Huseyîn Aykol herî dawî di 20ê Îlona 2025an de bi boneya salvegera 33yemîn a qetîlkirina Apê Mûsa de wiha axivîbû: “Çapemeniya Azad îro rojname û kovaran çap dike, xwedî televizyon e û xîtabî tevahiya cîhanê dike. Me her sal bîlançoya girtin û kuştinan dianî ziman lê belê vê carê ez ji bi boneya mîzgîniyekê hatim vê derê. Dibe ku te jî (Apê Mûsa) bihîstibe. Me agahiyeke baş anî. Îro gelê ku bi salan e şer dide meşandin, maseya aştiyê da avakirin. Tevî astengiyan jî heke ev mase neyê tunekirin em ê xwe bigihînin azadiyê, em bihêvî ne. Me dixwest em bêjin tu hevalên me nehatin girtin û kuştin. Lê mixabin. Îsal jî hevalên me yên hatine girtin û kuştin çêbûn. Bi awayekî hovane û bi tikandina dugmeyekê. Lê bila. Ez bawerim em tên dawiya rê. Em ê bigihijin azadiyê. Me heya niha ji ber şer nûçe çêdikirin lê em ê êdî nûçeyên azadiyê çêbikin. Hûn dizanin gelek qeyran hene. Ji kuştina jinan heya qirkirinên ekolojiye gelek mijar hene. Tevî van zimanê medyaya hewizê jî heye. Werin em bi hev re atmosfera azadiyê ava bikin.”

2 meh û 17 rojan li ber xwe da

Mamosteyê Çapemeniya Azad rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol di 14ê Cotmehê de li mala xwe ya li Enqereyê, xwîn çûbû ser mejiyê wî û ew rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê saetên destpêka salê îro di 73 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.

Li pey xwe gelek pirtûk û bîranînên hiştin

Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol di sala 2024an de ji bo bîranîna hevrêyên xwe yên hatiye qetilkirin pirtûka “Ozgur Basın Tarihi” nivîsan. Herwiha pirtûkên “Haber Basınından İslamcı Medyaya” “Aykırı Kadınlar: Osmanlı’dan Günümüze Devrimci Kadın Portreleri”, “İlginç Zamanlarda Yaşamak” “Ayrılığın İçinden Geçerken”, “Sol Örgütler Sağ ve İslamcı Örgütler”, “Baskı Grupları: Bizi Kimler Yönetiyor?”, “Modern Propaganda ve Modern Ajitasyon”, “Refah Partisi’nin Tarihsel Gelişimi”, “Gizli MİT’in Açık Tarihi”, “CIA, Gladyo, Mafya Çete”, “Ortadoğu Denkleminde Türkiye-İsrail İlişkileri” ve “Çerkes Ethem/Gerçek Yaşam Öyküsü” hatin çapkirin û gelek pirtûkên wî yên wergerê jî hene.

Etîket: 36 sal rojnamegertî kirÇapemeniya Azadjiyana xwe ji dest daRojnameger Huseyîn Aykol
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Denîz Firat bi kameraya xwe bû dengê jinan 

Denîz Firat bi kameraya xwe bû dengê jinan 

8 TEBAX 2026
Helbestvan Ahmet Tellî jiyana xwe ji dest da

Helbestvan Ahmet Tellî jiyana xwe ji dest da

10 TÎRMEH 2026
Doza 20 rojnamevanên Kurd ber bi qonaxa biryarê ve diçe

Doza 20 rojnamevanên Kurd ber bi qonaxa biryarê ve diçe

9 TÎRMEH 2026
Hevserokên DEM Partiyê Paşînyan pîroz kirin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Dev ji astengkirina çapemeniya Kurdî berdin

3 TÎRMEH 2026
‘Çapemeniya Azad dê van sansuran ji holê rake’

‘Çapemeniya Azad dê van sansuran ji holê rake’

3 TÎRMEH 2026
Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

26 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne