• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Cangoriyên Komkujiya Vartînîsê hatin bibîranîn

Mûş / AW

3 COTMEH 2025 - 17:06
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Qurbaniyên Komkujiya Vartinîsê bi meş û daxuyaniyekê hatin bîranîn. Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî di bernameyê de got: “Em ê civakek demokratîk ava bikin da ku êdî qetlîam çênebin û kes hewl nede ku hebûn û nasnameya me înkar bike.”

Li Bajarokê Vartinîsê yê ser bi navçeya Têlî ya Mûşê ve di 3ê Cotmeha 1993yan de, xaniyê malbata Ogut bi hinceta “alîkariya rêxistina terorîst” hate şewitandin û bi tevahî neh kes, ku heft ji wan zarok bûn, hatin şewitandin. Qurbaniyên bûyera ku wekî Komkujiya Vartinîsê tê zanîn hatin bibîranîn. Girse li ber Şaredariya Vartînîsê kom bû û heta ber mala ku veguheriye muzexaneyê meş li dar xist. Girseyê di meşê de pankarta “Em komkujiya Vartînîsê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin” vekirin. Ji malbatê Aysel Ogut sax maye jî di bîranînê de amade bû. Bîranîn di pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk de hate lidarxistin. Girse ji ber Şaredariya Vartinîsê heta li ber cihê bûyer ango xaniyê malbata Ogut meşiya û li vir daxuyanî da. Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan û gelek kes tev li bîranînê bûn.

Leşkeran ewilî astengî ji bo meşê derxist û nexwest ku girse bi pankartê bimeşe. Girseyê bertek nîşanî vê pêkanînê da û di meşê de israr kir. Dû re destûr hat dayîn û girse meşiya.

Hevserokê DEM Partiyê yê Mûşê Îlyas Aslan bertek nîşanî astengkirina meşa wan a ji bo bîranînê da û got: “Em daxwaz dikin ku darizandina vê dozê ku dema pêvajoyek wiha berdewam dike, hatiye girtin û divê doz ji nû ve dest pê bike.”

‘Em hêvî dikin ku edalet pêk were’

Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk ku di heman demê de parêzerê doza komkujiyê ye, diyar kir ku ew di tevahiya darizandinê de bi her rêbaza bêcezatiyê re rû bi rû mane. Karaçelîk di derbarê darizandinê de axivî û got: “Di tevahiya darizandinê de lêgerîna me ya edaletê veguherî ceribandinekê. Wan tekez kir ku Fermandarê Jendermeyan ê Haskoyê yê wê demê bi awayekî eşkere sûcdar bû. Me xwest ku ev kes bi azadî di nav me de negere. Lê daxwaza me hat redkirin. Vartînîs dozek mafên mirovan e. Dozek binpêkirina mafê jiyanê ye. Niha doz ji bo nirxandinê ji Dadgeha Destûra Bingehîn re hatiye şandin. Em hêvî dikin ku ev neheqî bi dawî bibe û edalet pêk were.”

‘Ez ê tekoşîna xwe bidomînim’

Ferda malbatê Aysel Ogut jî axivî û diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Her çend wan ti sûc nekiribin jî, wan malbata min şewitandin. Yê herî mezin ji xwişk û birayên min 12 salî bû, yê herî biçûk jî 3 salî bû. Ev cara yekeme ku ez têm li vir, li ber mala xwe malbata xwe bibîr bînim. Ez hatim ji ber ku pêvajoyek aştiyê heye.”

Huseyîn Olan anî ziman ku komkujiya Vartînîs yek ji komkujiyên herî tarî yên salên 1990î ye û got: “Em ji bo bîranîna komkujiyekê hatin vir, lê me dît ku zîhniyeta 32 sal berê hîn jî berdewam dike. Dibêjin ji bîr bikin. Em ê tu komkujiyek ku li Kurdistanê qewimî ji bîr nekin. Pêwîst e ku ev komkujî were ronîkirin.”

‘Em ê qet ji bîr nekin’

Sezaî Temellî jî axivî û ev yek anîn ziman: “Ev êşek kûr e. Ev êş nayê sivikkirin an jî nayê jibîrkirin. Heta ku em hebin, em ê li edaletê bigerin. Me qet ji bîr nekiriye; me ew şopandiye. Li vê herêmê gelek êş heye, ji ber ku dewleta zalim a ku em pê re rû bi rû ne, dîrokeke asîmîlasyon û komkujiyê ji gelê Kurd re hiştiye. Lê wan qet nekarîne vî zimanî, nasnameyî an çandê tune bikin. Vartînîsiyan û tevahiya vê herêmê ev dîrok, ziman û çand hembêz kirine û polîtîkayên asîmîlasyonê avêtine û pûç kirine. Em li vir in û em ê hebûna xwe bidomînin. Ev komkujî encama polîtîkayên wêrankirinê ne. Şewitandina tevahiya malbatekê di malekê de nîşaneya vê hovîtiyê ye. Em ê qet ji bîr nekin da ku têkoşîna me ya ji bo edalet û azadiyê roj bi roj mezin bibe.”

‘Em ê civaka demokratîk ava bikin’

Sezaî Temellî bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha bi dawî kir: “Birêz Ocalan ji bo gelê ku bi pêvajoya civaka demokratîk rêyeke nû vekiriye. Çawa ku em ji bo aştiyê têdikoşin, em ê ji bo civakek demokratîk jî têbikoşin. Em ê civakek demokratîk ava bikin da ku êdî qetlîam çênebin, da ku kes hewl nede hebûn û nasnameya me înkar bike. Dema afirandina xwerêxistinkirina xwe ye. Em ê li vê herêmê bi nasname û çanda xwe têbikoşin. Em ê komara demokratîk ava bikin. Em ê wisa bikin da ku em li vê herêmê bi nasname û çanda xwe bijîn da ku qetlîamên wekî Vartînîs û Roboskî çênebin. Ev rê rêya sêyemîn e. Em bi vê têkoşînê gihîştine vê rojê û ji niha û pê ve em ê bi vê têkoşînê civak û komara demokratîk ava bikin.”

Piştî axaftinan serdana muzexaneyê hate kirin û bername bi dawî bû.

Etîket: BîranînKomkujiya Vartînîsêmalbata OgutSezaî Temellî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li ber Wezaretê bang kirin: Aştî ji Îmraliyê dest pê dike

Li ber Wezaretê bang kirin: Aştî ji Îmraliyê dest pê dike

5 MIJDAR 2026
Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn

Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn

30 COTMEH 2026
Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

29 COTMEH 2026
Suheyla Kaya (Zîlan) li Esenyûrtê bi girseyî hat bîranîn

Suheyla Kaya (Zîlan) li Esenyûrtê bi girseyî hat bîranîn

24 COTMEH 2026
Rojnameger Salaz li ser gora xwe hate bibîranîn

Rojnameger Salaz li ser gora xwe hate bibîranîn

14 COTMEH 2026
DEM Partî bi çapemeniyê re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

DEM Partî bi çapemeniyê re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne