• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Biryarnameya ‘xapînok’ êrişan dijwartir kir!

Aslan Aslan

18 ÇILE 2026 - 09:14
Kategorî: ANALÎZ, MANŞET
A A
Navenda Nûçeyan – Serokê hikûmeta demkî ya Sûrî Ahmed Şara biryarnameyek xapandinê weşand. Ev biryarname tam dema ku êriş li ser Kurdan pêk dihatin, hat parvekirin. Ev xapandin êrişan bi xwe re anî.

Li dijî Rojavayê Kurdistanê ango Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên çeteyên HTŞê û Tirkiyeyê bi dijwarî dewam dikin. Di demek wiha ku êriş zêde bûne, biryarnameyek xapînok jî hat belavkirin. Ji aliyekî ve êriş dikin ji aliyê din ve wekî ku mafê Kurdan diparêzin nîşan didin.

Lê jixwe di biryarnameyê de jî tiştekî ku mafê Kurdan nas kiribin tineye.Yanî ne destûreke siyasî û nasnameyî ye. Tenê qala mafê çandî dike û ew jî li ser esasê biryarnameyê ye. Mafê zimanê Kurdî jî wekî dersên bijartî destnîşan kirine.

Serokê hikûmeta demkî ya Sûrî Ahmed El Şara di 16ê Çileya 2026an de biryarnameyek weşand. Ev biryarname tam dema ku êriş li ser Kurdan pêk dihatin de hat parvekirin. Balkêşe ku beriya êrişên li ser Helebê û di çarçoveya Peymana 10ê Adara 2025an de ji bo mafê Kurdan ên xweseriyê nîqaş hatibûn kirin.

Her wiha di 4ê Çileyê de heyetek ji fermandarên HSDê çûbûn Şamê û hevdîtina li ser mijarê kiribûn. Lê piştî wê hevdîtinê yekser êriş li ser Helebê çêbûn. Yên ku êrişî Helebê, Dêr Hafir û Meskenê kirin jî heman çeteyên hikûmeta demkî ya Şamê bûn.

Piştî wan êrişan jî derxistina biryarnameyekê ji bo Kurdan, guman bi xelkê re çêkir. Xwestin bi vê biryarnameyê re wekî ku qenciyekê bi Kurdan dikin belav kirin. Lê di esasê xwe de ji xwe Kurd li ser erda Sûrî xwedî pergalekê û rêveberiyekê ne.

Û meseleya mafê Kurdan jî bi biryarnamyekê çareser nabe. Destûreke bingehîn ku tevahiya mafê welatiyên Sûriyê nas bike dikare çareseriyê bîne. Lê biryarnameya Ehmed El Şera demkî ye û dibe ku îro hebe û sibê tinebe. Biryarnameya Şara ji 8 xalan pêk tê û her xala wê jî bi nakok e. Xalên biryarnameyê jî li ser mafê çandî hatine rêzkirin. Yanî mafekî siyasî û nasnameyî pêk nayne û dîsa pergala navendî diparêze.

Zimanê Kurd jî wekî dersên bijarte hatiye destnîşankirin. Cejna Newrozê jî wekî bêhnvedaneke fermî ango sembola biharê hatiye diyarkirin. Ji bo ku nasnameya siyasî ya Newrozê dernexin pêş di dema Esad de jî heman tişt hatibû kirin.

Jixwe di dema rejîma Esad de jî heman tiştên wekî biryarnameyê hebûn, lê ew jî devkî bûn. Ahmed Şara jî li ser gotinê soz daye ku dawî li kiryarên dema rejîma berê bîne. Lê heman Şara di pêvajoya salekê de komkujî bi ser gelên Sûrî de anîn. Di dîroka nêz de Elewî, Dûrzî û Kurd bi destê çeteyên wî û dewleta Tirk hatin qetilkirin.

 

Etîket: Ahmed ŞaraÊrişên çeteyên HTŞ û TirkiyeyêHelebHikûmeta Demkî ya ŞamêRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

13 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne