• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Me bikujin jî em kanên madenê qebûl nakin’

Omer Demîr / AW

26 MIJDAR 2025 - 08:25
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Amed – Welatiyên gundê Husika ya bi ser navçeya Çinarê ve ku li ber talankirina axa xwe radibin diyar kirin ku bila şîrket û dewlet destê xwe ji ser gund vekişîne û gotin: “Me bikujin jî em madenê qebûl nakin.” 

Şîrketên madenê dixwazin li gundê Husika yê nevçeya Çinara Amedê kanên madenê ava bikin. Şîrketên bazirganiyê bi salan e çiyayên gund talan dikin. Şêniyên gund li dijî talankirinê li ber xwe didin Herî dawî leşkeran ji bo berjewendiya şîrketê di 25ê Mijdarê de bi ser gund de girt. Gundî li dijî vê rabûn û dest bi çalakiya nobedê kirin. Şêniyên gund têkildarî avêtina li ser gund, bertekên xwe anîn ziman.

‘Destê xwe ji gundê me vekişînin’

Gundiyê bi nave Hasan Turgay diyar kir ku nêzî 500 leşkeran avêt ser gund û got: “Nehiştin tu kes ji gund derkevin. Malên gundiyan li ber gir e. Dixwazin vî girî talan bikin. Dê li dijî talankirinê berxwedana me bidome. Heta dawiyê em ê li vir bin. Em destûr nadin kes gundê me talan bikin. Em bi sewalkariyê debara xwe dikin. Bila her kes piştgiriyê bide me. Îro vir talan bikin, dê sibe jî cihek din talan bikin. Em bang şîrketê dikin ‘bila destê xwe ji gundê me vekişînin.’ Em nahêlin gundê me talan bikin.”

‘Em bên kuştin jî em qebûl nakin’

Dayîka bi navê Ayten Turgay jî destnîşan kir ku dorpêçkirin û qedexekirina ji gund nayê qebûlkirin û wiha axivî: “Ez nexweş im. Nehêliştin ez ji gund derkevim. Gor û goristana malbata min li vî girî ye. Ev axa me ye. Em bên kuştin jî em madenê qebûl nakin.”

‘Bila dev ji axa me berdin’

Hevserokê DBPê yê Navçeya Çinarê Mehmet Şirîn Demîr jî anî ziman ku îro ji bo piştgiriyê bidin gundiyan hatin gund û got: “Ji bo kesekî dewlemend bikin, herêma me talan dikin. Gundî bi sewalkariyê debara xwe dikin. Dixwazin xwezayê talan bikin. Bi sedan leşkeran hatine gund û gef ji gundiyan xwarin. Ew li vê herêmê kesên ku dixwazin herêma ma talan bikin naxwazin. Bila dev ji axa me berdin. Heta dawiyê em ê li gel gundiyan bin.”

Etîket: Çinargundê HusikagundîleşkerMaden
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Bi bîrên petrolê xweza wêran, civak xizan dibe’

‘Bi bîrên petrolê xweza wêran, civak xizan dibe’

19 MIJDAR 2026
Dadgehê daxwaza girtina kujerê Seyîthan Durdu red kir

Dadgehê daxwaza girtina kujerê Seyîthan Durdu red kir

25 ÎLON 2026
Li Geliyê Periyê berteka li dijî bendavê

Li Geliyê Periyê berteka li dijî bendavê

1 TEBAX 2026
CENTCOM: 2 leşkerên me li Urdunê hatin kuştin

CENTCOM: 2 leşkerên me li Urdunê hatin kuştin

18 TÎRMEH 2026
Leşkerên Tirk lêgerîna ciwanê ku li ber avê çûbû asteng dikin

Leşkerên Tirk lêgerîna ciwanê ku li ber avê çûbû asteng dikin

15 TÎRMEH 2026
Doza fihûşê ya li Şirnexê hat taloqkirin

Doza fihûşê ya li Şirnexê hat taloqkirin

7 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne