Amed – Serokê Komîsyona Hawîrdor û Bajêr a Baroya Amedê parêzer Ahmet Înan anî ziman ku xebatên GESê, lêgerîn û derxistina petrolê li Amed û bakurê Kurdistanê dibe sedema wêrankirina xwezayê, qirêjkirin û tunekirina çavkaniyên avê û xizankirina civaka herêmê.
Li gorî raporên Baroya Amedê, Komeleya Ekolojiyê ya Amedê û ajansên nûçeyan, bi hinceta hilberîna enerjiyê, bi hezaran hektar zeviyên çandiniyê, herêmên daristan û mêrgên gundiyan tên desteserkirin û wêrankirin. Li gel TPAOyê, şîrketên taybet û biyanî yên wekî TransAtlantic, Petroleum jî bi biryarên “Pêdivî bi rapora ÇEDê tuneye” li qadên berhemdar, bîr tên kolîn. Taybetî li navçeyên Bismil, Farqîn, Licê û derdora Bexçeyên Hewselê, bermahiyên kîmyewî tev li avên binerd û kaniyên vexwarinê dibin û tenduristiya mirovan û xwezayê dixin xetereyê, çandinî û sewalkariyê kêm dike û gel neçarî koçberiyê dike.
Serokê Komîsyona Hawîrdor û Bajar ê Baroya Amedê Parêzer Ahmet Înan derbarê talana xwezayê ya li herêmê tê meşandin axivî.
Ahmet Înan bi lêv kir ku mînakên li cîhanê û li herêmê nîşan didin ku dewlemendiya li bin erdê bi tena serê xwe nabe sedema aboriyek baş a civakî û wiha got: “Li cîhanê cihê ku herî zêde petrol jê dertê; Efrîqa, Kolombiya, Venezûêla hwd e lê belê gelên li wan deran, di nav xizaniyeke herî kûr de mane. Li cihê ku demokrasî winda dibe, despotî û xizanî belav dibe. Ji bo Tirkiyeyê jî ev rewş neguheriye. Berê xwe didin bin erdê, qala dewlemendiya petrolê kirin, lê ji ber petrolê ax û xweza xera bû, daristan hatin tunekirin, hem li Tirkiyeyê û hem jî li Kurdistanê.”
‘Li Batmanê rafînerî heye lê gel xizan e’
Ahmet Înan rewşa Êlihê wekî mînaka herî berbiçav a newekheviyê nîşan da û got: ” Li Batmanê rafînerî jî heye lê gelê Batmanê xizan e. Yek ji wan deran e ku herî zêde taxên xizan, û taxên rêjeya sûc lê zêde ye. Nexwe tevî ku ev qas rafîneriya petrolê heye û petrol tê derxistin, gelo em dikarin bibêjin ku asta aramiya li Batmanê ji ya Şirnexê, ji ya Amedê, ji ya Sêrtê an jî ji ya Duzceyê bilindtir e? Na, bi ti awayî tiştekî wisa nîn e.”
Ahmet Înan got ku derxistina madenên binerd tenê ji bo qezenca şîrketan e û wiha berdewam kir: “Ev modelekî aboriyê nîn e ku li seranserê civakê belav bibe. Ev sîstem ji bo qezenca şîrketan e. Lê tu radibî ji bo dewlemendkirina şîrketekê mêrg û erdên çandiniyê yên bi sedan malbatan, bi awayekî ku debara wan tune bike ji destê wan derxî, li wir xizanî zêde dibe. Ji sedî 90 feqîr dibe, ji sedî 10 dewlemend dibe.”
‘Teqînên di bin erdê de zerarê didin ava vexwarinê’
Di berdewamiya axaftina xwe de Ahmet Înan bal kişand ser rêbazên teknîkî yên ku di lêgerîna petrolê de tên bikaranîn û hişyarî da ku ev rêbaz zirareke mezin dide ekolojiyê û ev nirxandin kir: “Petrol bi teqînên hejandinê yên ku avaniya kevirên bin erdê parçe parçe dikin tê dîtin. Li bin erdê lerzînên piçûk ên şokê tên şandin, kevir dibin xwedî derbasok. Li gel petrolê li bin erdê şilekên bi jehr hene, dema wê dertînin ev şilek di wan kevirên guhêzbar re derbas dibin û tevlî rezervên me yên ava binerdê, ango tev li avên me yên vexwarinê dibin. Di heman demê de divê ev şilekên bi jehr piştî veqetandina ji petrolê, dîsa li heman cihê ku jê derketine bên vegerandin, ku em ji vê re dibêjin ‘re-enjeksiyon’. Anku divê vegerînin 2 hezar 500, 3 hezar, 4 hezar metre kûrahiya binê erdê, li cihê ku jê derketiye. Lê venagerînin. Ji ber ku ev yek lêçûnê dixwaze, enerjiyê dixwaze. Erdê dikolin û wek çalên avrêjê (foseptîk) diavêjin navê. Ji ber ku ax jî guhêzbar e, ji wir tevlî hebûnên me yên ava bin erdê dibe.”
Destserkirina lezgîn, qirêjbûna bîrên avê û şîrketên biyanî
Ahmet bertek nîşanî polîtîkaya destserkirina zeviyan û rola şîrketên biyanî da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi riya ‘destserkirina lezgîn’ bi deh hezaran donim zeviyên çandiniyê digirin. Mînak carê li Çinarê cotkarekî bi navê Bariş hebû, axa wî ya çandiniyê ya pola yekem û bi av bi destserkirina lezgîn jê standin û veguherandin qada sondaja petrolê. Me li dijî vê biryara destserkirina lezgîn doza betalkirinê vekir û me qezenc kir. Hema li kêleka wê bîra ava Bariş hebû, bîreke avê ya tomarkirî ya DSÎyê bû. Bîra avê ya li wir ket nav petrolê û êdî nedihat bikaranîn. Bi bêparhiştina mirovan ji milkên wan, bi ti awayî bêyî girtina nêrîna wan, bi temamî bi rêbaza xespkirinê ev tên kirin. Tê gotin ku ‘dewlet e, heke li petrolê bigere em nikarin li ber rabin’, lê di rastiyê de şîrketên taybet vê dikin. Şîrketa ku li Amedê herî zêde ruxseta deh hezaran doniman di destê wê de ye, şîrketeke Amerîkî ya bi navê Transatlantik e. Dewlet bi afirandina têgîna ‘xwemalî û neteweyî’ zextê li ser civakê ava dike ku ‘kes nikare li dijî petrolê derkeve’, lê nanê vê yekê şîrketên Amerîkî dixwin.”
‘Baxçeyên Hewselê di nava xetereyê de ne’
Di dawiya axaftina xwe de Ahmet Înan hişyariyek da û axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Li qada parastinê ya deşta mezin a Amedê bi sedhezaran donim zeviyên çandiniyê, erdên avî, qenalên avdanê, daristan û mêrg qûrbanî petrolê tên kirin. Xebatên lêgerîna petrolê heta nava Baxçeyên Hewselê, Çemê Dîcleyê, nava Zanîngeha Dîcleyê, Daristana Bajar a Zanîngeha Dîcleyê û Gola Qebaxliyê dirêj dibin. Anku heta ku em bêdeng bimînin, ew bêtir bêrehm dibin û hêdî hêdî tên ser damarên me yên jiyanê. Saziyên dewletê yên wekî Wezareta Çandinî û Daristanê, Parêzgarî, Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê û Wezareta Enerjiyê armancên xwe binpê dikin. Lê berpirsiyariya herî mezin a me kesên li vî bajarî dijîn e; em gel in, rêveberiyên herêmî ne, Baro ne, TMMOB in. Hêza me çavkaniyeke girîng e ji bo têkoşîna li dijî vê talanê.”












