Di danişîna dozê ya Seyîthan Durdu yê ku bi guleyên leşkeran ve hatibû kuştin, dozger daxwaz kir ku leşker Yigithan Adali bi sûcê “kuştina mirov ya bi qestî” bê girtin lê dadgehê ev daxwaz red kir.
Li gundê Avzêrkê ya navçeya Seravê ya Wanê di 28ê kanûna 2024an de Seyîyhan Durdu di encama gulebarana leşkeran de jiyana xwe ji dest dabû. Derbarê kuştina wî de doz hatibû vekirin û danişîna 8an a vê dozê li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz û parêzerên malbata Seyîthan Durdu tev li danişînê bûn.
Piştî tespîtkirina nasnameya parêzerê malbata Seyît Durdu Ozal Bedir diyar kir ku ji bo zelal kirina rastiya bûyerê çi hewldan nîne û got:”Li gorî hemû belgeyan bûyer li derveyê qada leşkerî pêk hatiye. Nexşeyên Gerînendeya Giştî ya Nexşe û Qadastroyê û nexşeyên herêmên qedexe ya leşkerî ji hevdu nagirin. Ji bo ku heyeteke serbixwe cîhnasiya bûyerê ji nû vediyar bike, pêwîstî biamadekirina rapora zanyaran heye. Di qeyda dengekîya ketiye dosyayê de leşkerek li wir dibêje ‘wan bigirin belaya wan..’
Her wiha çend dîmen hene ku ew kes bi qameraya termal hatine şopandin. Divê zanyarekî servixwe ser dosyayê ji nû ve raporekî amade bike, heta ku ev tişt neyê kirin rastî dernakevin holê.”
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz jî anî ziman ku ancax bi darizandinek bi dadwerî dê rastî derkeve holê û got: ”Divê pîvana hiqûqa gerdûnî li berçaan bê girtin. Ew qeyda deng bi leşkerî wan kesan dike armanc lê wekî delîl nexistine nav dosyayê.”
Piştî parastinan, dozgeriyê mutaalaya berê guherad. Dozger ji bo leşker Yigithan Adali bi sûcê “kuştina mirov ya bi qestî” daxwaza ceza û girtina wî kir. Piştre serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz diyar kir ku Yigithan Adali berê hatibû girtin û paşî bi awayek bêhiqûqî hat berdan, divê ji nû ve bê girtin.
Heyeta dadgehê daxwaza girtina Yigithan Adali red kir û danişîn taloqî 13ê mijdarê kir.













