• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bihara gelan bi azadiya jinê pêkan e

Navenda Nûçeyan /AW

7 ÇILE 2025 - 19:44
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Kongra Star li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê bi diruşma “Bi hevgirtina Jinan em ê Sûriyeyeke demokratîk ava bikin” û bi beşdariya 500 jinên ji tevahî pêkhateyên herêmê û bi beşdariya zoomê ya jinên Sûriyeyî yên ji sahil, Siwêda, Heleb û Şamê, Komxebata Şêwirmendiyê ya Jinan li dar xist. Jinan diyar kirin ku bihara gelan bi azadiya jinê pêkan e.

Kongra Star, li Hesekê bi dirûşma “Bi hevgirtina jinan em ê Sûriyeyeke demokratîk ava bikin” Komxebeta Şêwirmendiyê ya Jinan pêk anî. Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû. Berdevka Komîteya Têkilî û Lihevkirinên Siyasî yên Demokratîk a Kongra Star Rîhan Temo bi zimanê Kurdî û berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa bi zimanê Erebî encamname xwend.

Eencamname wiha ye:

“Pêvajoya ku bi çalakiyên azadiyê yên gelan û jinan di sala 2011an de li Rojhilata Navîn dest pê kir, bi pêşketinên çend mehên dawî re derbasî qonaxeke nû bû. Di nava şerên 13 salan li ser axa Sûriyê rû dane de, encamên herî giran jinan jiyan kirin. Di nava vê demê de ji tecawîzkirina jinan heta li bazaran firotina jinan, ji serjêkirina mirovan heta tunekirina mîrasa dîrokî-çandî sûcên giran ên şer hatin kirin. Bi saya têkoşîn, berxwedan û fedaîtiya Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr, Rêvan Kobanê, Jiyan Tolhildan, Sosin Bîrhat, Seada, Hind, Qemer, Şamîram Xabûr, Wîdad Yunan, Elerya Yaqub û jinên ku hîna di tunelên şer de li ber xwe didin, bi fedaîtiya van jinan DAIŞ û hêzên dagirker têk çûn. Bi dayîna berdêlên ew çend giran, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstemeke nû ya xwe dispêre netewa demokratîk hat afirandin. Di vê sîstemê de jin ji xweparastinê heta siyasetê, ji çand û hunerê heta aboriyê, ji sîstema edalet û perwerdeyê heta ekolojiyê li her qadê rêxistinkirî misoger kiriye . Ev pergala rêxistinî ya ku ji aliyê jinan ve hatiye avakirin û ji vê jî jinên Rojhilata Navîn û cîhanê hêz û îlham jê digirt, wek şoreşa jinê hat binavkirin. Jinan destkeftiyên xwe bi hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi garantî kirin. Niha jî em weke jin dest bi xebatên amadekirina hevpeymana civakî ya jinan dikin ku ev weke gaveke misogeriya pergala jinan û azadiya jinan zêdetir bike û bi vê yekê em dixwazin destkeftiyeke nû li van destkeftiyan zêde bikin.

Rejîma Baas a ku bi salan gelên herêmê, jin, bawerî û çandên cuda tepisand, hate hilweşandin. Faktora bingehîn a rê li ber hilweşîna rejîma Baas’ê vekir, daxwazên demokrasî û azadiyê tune hesibandin û tepisandin, pêkanînên antî-demokratîk, yekperest anku nîzameke otorîter a navendî ava kiribû. Ev xaka ku xwedî dîrokeke qedîm e û tevahiya dîrokê gelek gel û baweriyan bi hev re li ser jiyane, di encama kiryarên vê rejîma otorîter û şerê 13 salan de, ev çanda bi hev re jiyane gelek zirar dît û gelan êş kişandin. Tenê pergaleke ku hemû cihêrengiyan li ber çavan bigire, wekhevîxwaz û demokratîk vê çanda jiyana bi hev re dikare jinûve şîn û geş bibe, Sûriye jî wê demê dikare bibe Sûriya hemû kesên li Sûriyeyê dijîn. Di nava 13 salên bihûrî de tevî gefên şer û êrîşan jî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ev yek bi perspektîfa Netewa Demokratîk xist meriyetê. Ji bo ev sîstema ku serkeftina wê îspat bûye belavî tevahî Sûriyê bibe pêwîst e bi lezgînî xebatên bibandor bên meşandin. Piştî rejîma Baas’ê, careke din hewldanên avakirina dewleteke unîter, navendî hene ku tê de mafên jinan û gelan nas nekin, bawerî û çandên cuda di bin tehdîtê de bin. Di rewşeke wisa de wê derî li şer û aloziyên nû vebe. Berdêlên ku me dane, êşên ku me jiyane, siberoja bi milyonan mirovên ku hatine koçberkirin û tehlûkeya ku jin û gelên li herêmê dijîn bi taybetî dike ku jin bi rengekî çalaktir tev li vê pêvajoyê bibin.

Bihara gelan a li Rojhilata Navîn ancax bi azadiya jinê pêk were. Em weke jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, ku felsefeya Jin Jiyan Azadî veguheriye û bûye sîstem, em bang li hemû jinên li Sûriyeyê dikin. Em dibêjin, em weke jin însiyatîfê bigirin dest û ji bo Sûriyeyeke azad û demokratîk têkoşîna hevpar geş bikin. Li dijî polîtîkayên qirker û şer ên desthilatdariya mêr em xwe biparêzin û bi destê jinan Sûriyeya nû ava bikin.

Li ser vî esasî şewra me gihiştiye van biryaran;

1-Deklerasyona ji aliyê Meclisa Jinên Sûriyeyê ve hat îlankirin ji bo destek kirin û jiyanî bibe divê bi awayeke çalak di pêkanîna wê de rol were leyîstandin.

2-Meşandina xebatên bibandor ji bo misogerkirina maf û azadiya jinan ku di hevpeymana civakî ya Herêma Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatiye mîsogerkirin ji bo destûra nû ya Sûriyeyê esas were girtin

3-Hemû herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin vegerandin û koçberên van deran cardin vegerînin ser cih û warên wan

4-Di demeke kin de temamkirin û îlankirina hevpeymana civakî ya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

5-Bi nûneratiya pêwîst ji jinên hemû gel, bawerî û çandên li Sûriyê dijîn beşdarbûna %50 ji jinan di kongreya niştimanî ya ku tê plankirin ji bo avakirina sîstemeke nû li Sûriyê were lidarxistin.

6-Di hikûmeta demkî de tevlîbûna jinên ku îradeya jinê temsîl bikin

7-Jin di komîteya nivîsandina destûra bingehîn de cih bigrin.

8-Di mijara mafên jinan de ti sînordarkirinan re destûr neyê dayîn.

9-Destwerdanên li ser kar kirin, perwerde, mafên ger û geşt, şêweyê jiyanê û kincên jin neyên kirin daku karibin bi vîna xwe bijîn.

10-Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê weke temînata azadiya jinê were dîtin.”

Etîket: JinKomxebata ŞêwirmendiyêKongra StarRejîma Baasê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

17 TEBAX 2026
Rêzeçalakiyên jinan ên li dijî tundiyê dest pê kir

Rêzeçalakiyên jinan ên li dijî tundiyê dest pê kir

29 TÎRMEH 2026
Li Rihayê tora têkoşîn û piştevaniya dijî tundiyê hat avakirin

Li Rihayê tora têkoşîn û piştevaniya dijî tundiyê hat avakirin

22 TÎRMEH 2026
Li Şirnexê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

Li Şirnexê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

21 TÎRMEH 2026
TAJÊ: Em li dijî lîstikên qirêj ên şerê taybet ên li dijî dîlgirtiyên fermanê rabin

TAJÊ: Em li dijî lîstikên qirêj ên şerê taybet ên li dijî dîlgirtiyên fermanê rabin

20 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne