• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bi wêneyan pêvajoya entegrasyonê: HSD li baregehan asayîş li wargehan bi cih bû

Hesekê / AW

17 SIBAT 2026 - 11:01
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Li Rojavayê Kurdistanê hêzên leşkerî û ewlehiyê li gorî Peymana 29ê Çile ji nûve hatin bicihkirin. HSD wekî çar tûgayan li 10 bajarên Rojavayê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê jî li hemû bajarok, bajar û gundên wan bi cih bû. Dewir teslîma di navbera HSD û hêzên Asayîşa Rojavê û her wiha vegera hêzên asayîşê ji bo navçe û bajarokên ku hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê jê vekişiyayî ji hêla gel ve bi coş û perojek mezin hate pêşwazîkirin. 
Peymana 29ê Çile ku di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê de hatibû îmzekirin ber bi dawiyê ve diçe. Di çarçoveya pêkanîna peymanê de 2yê Sibatê şandeyên Şam û Rojava li Cizîrê û Kobanê civîn û plansaziyek hevpar derxistin. Li gorî plansaziyan dest bi pêkanîna xalên peymanê hate kirin. Xala sereke ku li ser tê rawestîn hêzên leşkerî û ewlekariyê ne.
HSDê karê nav bajaran dewrî asayîşê kir
Ji 10ê Sibatê ve li herêma Cezîrê û Kobanê cihên ji nûve bicîhkirina hêzên leşkerî û hêzên ewlekariya hundirîn pêk hat. Hêzên HSDê wekî 4 tûgayan hatin vesazkirin. 3 tûgay li herêma Cizîrê û yek jî li Kobanê li baregehên hatine destnîşankirin bi cih bûn. Piştî vekişiyana hêzên leşkerî ji bajaran hêzên ewlekariya hundirîn wezîfe dewir kir û li şûna hêzên leşkerî girt.
HSD li 10 bajaran bi cih bû 
Hêzên HSDê dê li bajarên Rojavayê Kurdistanê Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Amûdê, Qamişlo, Tirbesipiyê, Çilaxa, Girkê Legê, Dêrik û Kobanê baregehên xwe ava bike. Li aliyê Cizîrê hêz heta niha li Hesekê, Qamişlo, Girkê Legê, Dirbespiyê û Çilaxa bi cih bûn. Li van bajaran kar û barên ewlehiyê dewrî Hêzên Ewlehiya Hundir hate kirin. Li aliyê Kobaniyê jî hêzên HSDê li baregehên Şêxlerê bi cih bûn. Tê payîn ku hêz di demek kin de li baregehên din ên hatine diyarkirin bi cih bibe û ev pêvajo bi dawî bibe.
Hêzên Hikûmeta Demkî vedikişin
Ligel vesaziya hêzên HSDê hêzên Hikûmeta Demkî ya Şamê jî gav bi gav ji derdora bajarên Kurdan vedikişin. Heta niha li Hesekê hêzên xwe vekişandine baregehek li derveyî navçeya Şeddadê û li Kobaniyê jî heta xeta Şêxlerê vekişiyan e.
Hêzên Şamê dê ji 5 navçeyên din vekişe
Li gorî peymanê divê hêzên Hikûmeta Demkî li aliyê Cizîrê xwe ji navçeyên Til Koçer, Til Hemîs, Holê û li aliyê Kobaniyê ji navçeyên Çelebî û Sirrînê jî vekişin. Li van deveran jî piştî vekişiyana hêzên Hikûmeta Demkî hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê wê berpirsyariyê dewir bigirin. Hêzên HSDê jî dê li baregehên nêzîk van bajaran hatine diyarkirin bi cih bibe. Çavkaniyên leşkerî, li ser ji nûve bicîhbûnê û avakirina tabûran xebat û danûstendin berdewam dikin. Çav li rê ye ku di rojên pêş de pêkanîna vê xala peymanê bi dawî bibe.
Dîmenên balkêş derketin holê
Hêzên HSDê heta niha hem li derveyî bajaran û hem jî li baregehên di nav bajaran de cih digirtin. Piştî peymanê li baregehên derveyî bajaran bi cih bûn. Baregehên xwe yên di nav bajaran de dewrî asayîşê kirin. HSDê hemû baregehên xwe yên nav bajar bi merasîmê dewrî asayîşê kirin. Di dema dewir teslîmê nîzamî de dîmenên rengîn û balkêş derketin holê.
Deverên mijara dubendiyê
Li hind navçe, bajarok û gundên ku di aliyê nifûsê de têkel in di navbera HSD û Hikûmeta Demkî de mijara dubendî û nîqaşê bûn. Rewşa van deverên wekî erdnîgarî axa Kurdistanê lê di aliyê nifûsê de giraniya wan Ereb bin, bi Peymana 29ê Çile hate hate zelalkirin. Li gorî peymanê hêzên Hikûmeta Demkî dê ji van deveran vekişiya û Asayîşa Rojava dê lê cih bibûya.
Gel hêzên xwe bi cok pêşwazî kirin
Di çarçoveya peymanê de heta niha hêzên Hikûmeta Demkî ji beşek deveran vekişiyan û hêzên asayîşê li van bajarok û gundan bi cih bû. Di dema vegerê de niştecihên van deveran hêzên asayîşê bi coş û peroşek mezin pêşwazî kir. Asayîş li hind deveran asayîşa Rojava bi şekirokan, li hind ciyan bi çepik, tîlîlî û sloganan û li hind deveran jî dahol û zirneyan hate pêşwazîkirin. Dema hevdîtin û hembêzkirina hêzên asayîşê dîmenên geh hestewar, gel bextewar derketin holê.
Etîket: DAIŞentegrasyonHêzên Ewlehiya HundirHSDHTSKurdistanpkkSûriyeTirkiyeya dagirker
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
E. Pejder Altan: Piştperdeya bûyerên di Sûriyeyê de Tirkiye heye

E. Pejder Altan: Piştperdeya bûyerên di Sûriyeyê de Tirkiye heye

15 ÎLON 2026
KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

13 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne