Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî, ofîsa wî ya xisûsî ya li navçeya Pirmam a Hewlêrê û mala Serokatiya Ajansa Ewlehiyê û Îstixbaratê ji aliyê dronên Îranê ve hedef hatine girtin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyand ku danê sibehê amûrên hewayî yên bêmirov ên Îranê vê sibehê ofîsa wî ya xisûsî û mala Serokatiya Ajansa Ewlehiyê û Îstixbaratê hedef girtine û anî ziman ku piştî lêpirsîna ku Yekeya Têkoşîna Li Dijî Terorê kiriye, diyar bûye ku êriş bi droneyên aîdî Îranê hatiye kirin.
Barzanî diyar kir ku ev êrîş nayê qebûlkirin û wê şermezar kir. Her wiha Barzanî destnîşan kir ku ev êrîş rasterast li dijî ewlehî û îstîqrara Herêma Kurdistana Federe ye.
Yekeya Têkoşîna Li Dijî Terorê jî daxuyand ku di 17ê Tebaxê de saet di 00.28’an de ji sînorê Îranê du droneyên bibombe yên bi cureya Hadîd-110 ber bi Ofîsa Xisûsî ya Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê û mala Serokê Ajansa Ewlehiyê û Îstixbaratê ya li navçeya Pîrmamê hatine arastekirin.













