Wêne: Arşîv
Li Hewlêrê hejmarek drone ji aliyê sîstema parastinê ya hêzên koalîsyonê ve hatin xistin. Her wiha li Geliyê Alanê yê ser bi Xelîfanê ve jî dronek kete xwarê.
Duh bi şev carek din rejîma Îranê bi dronan êrişî Herêma Kurdistanê kir. Tê gotin li Hewlêr û Xelîfanê dronên rejîmê ji aliyê sîstema parastinê ya koalîsyona navneteweyî ve hatine xistin. Her wiha li derdora Hewlêrê dengê balafirên şer jî hatiye bihîstin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê RojNewsê ragihandine; li ser asîmanê navçeya Soranê jî 5 dron hatine dîtin. Tê gotin yek ji wan dronan li Geliyê Alanê yê ser bi navçeya Xelîfanê ve ketiye xwarê, ku baregehên Partiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê lê ne.
Piştî ketina droneyê agir bi erazî ket û xelkê deverê çûne cihê bûyerê û agir vemirandine.













