• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Berxwedêrên 14ê Tîrmehê li gelek bajaran hatin bibîranîn

Navenda Nûçeyan / AW

14 TÎRMEH 2025 - 19:26
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi wesîleya salvegera Berxwedana 14ê Tîrmehê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin. 

Di salvegera 43emîn a “Rojiya Mirinê ya Mezin” a ku bi pêşengiya Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek dest pê kiribû, li bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê merasîmên bibîranînê hatin lidarxistin.

Wan

Şaxa MEBYA-DERê ya Wanê, Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Wanê, bi hevkariya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo bîranîna berxwedêrên 14ê Tîrmehê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek li eywana ŞanoWanê merasîma bîranînê pêk anî. Di eywana merasîmê de pankarta ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her 4 pêşengên berxwedana 14ê Tîrmehê û nivîsa “bi rihê berxwedana 14 tîrmehê ber bi civaka demokratîk û aştiyane” li ser bû, hat daliqandin. Di merasîmê de dirûşmên “Şehîd namirin” û “bijî serok apo” hatin berzkirin. Endam û rêveberên partiyên siyasî û gelek kes tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de ewilî Hevseroka MEBYA-DERê Hanim Kaya axivî û bal kişand ser berxwedana 14ê Tîrmehê. Hanim Kaya da zanîn ku ew dê li pey şopa wan berxwedêran bin û ew ê hewl bidin bibin layiqê doza wan. Piştî axaftina Hanim Kaya nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya derbarê 14ê Tîrmehê de hat guhdarîkirin.

‘Pêvajoyê erkên me giran kiriye’

Dûre Cahît Tamûr ku 30 salan di girtîgehê de maye, mafê axaftinê hilgirt û berxwedêrên 14ê Tîrmehê bi bîr anî. Cahît Tamûr, bal kişand ser pêvajoya nû û anî ziman ku tişta pêwîst fêmkirina vê pêvajoyê ye û got: “Serokatî dibêje ku ev ne dawî ye, destpêkeke nû ye. Ji bo vê destpêka nû em deyndarên berxwedêrên 14ê Tîrmehê ne. Mazlûm, Ferhat, Kemal hwd. di dîroka tevgera me de pir girîng in. Îro pêvajoyek destpêkiriye û vê pêvajoyê erkên me giran kiriye. Li hember van pakrevanan em pir kêm û qels mane, lewma divê em paradîgmaya Serokatî bixin meriyetê.”

Piştî axaftinan merasîm bi dawî bû.

Îzmîr

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê (ANYAKAYDER), ji bo kesên di rojiya mirinê de şehîd bûne û Zeynep Kinaci (Zîlan) li avahiya DEM Partiyê merasîma bîranînê li dar xistin. Di bernameyê de sînevîzyon hate pêşandan û welatiyan li ser wateya rojê axaftin kirin.

Riha

Ji aliyê DEM Partî, DBP û Însiyatîfa 78an a Rihayê ve li avahiya navçeya Haliliyeyê panelek hate lidarxistin. Xwişka berxwedêrê rojiya mirinê Alî Çîçek, Ayşe Çîçek û Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol jî beşdarî panelê bûn. Panel bi rêzgirtinê destpê kir û bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Şukru Bînîcî li ser girîngiya dîroka 14ê Tîrmehê û banga dawî ya Rêber Apo axivî.

Mêrsîn

Li avahiya DEM Partiyê panelek hate lidarxistin.  Yek ji şahîdê rojiya mirinê Ganî Alkan di panelê de axivî. Alkan diyar kir ku Girtîgeha Amedê ji bo gelê Kurd bûye sembola berxwedanê û got: “Rojiya Mirinê ya Mezin, nîşana herî berbiçav e ku gelê me nayê teslîmgirtin.” Endama Meclisa Ciwanan Nur Uykur jî anî ziman ku mîrateya Kemal Pîr îro di têkoşîna ciwanan û jinan de berdewam dike. Panel bi pêşandana sînevîzyonê û bi strana hunermend Kadîr Çat a bi navê “Kemal Pîr Yoldaş” bi dawî bû.

Edene

Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya Malbatên Xizmên Xwe Windakirin ên Deryaya Spî (AKKAYDER) û DEM Partî bi hev re merasîma bîranînê li dar xistin. Di merasîmê de sînevîzyona ku behsa Rojiya Mirinê ya Mezin dike hate pêşandan.

Colemêrg

DBP, DEM Partî û TJ’yê li  Colemêrgê bîranîn li dar xistin. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Endama MYK’ê ya DBP’ê Ayşe Çelîlbîlek di axaftina xwe de bal kişand ser wateya dîroka 14ê Tîrmehê ya ji bo gelê kurd û destnîşan kir ku têkoşîn li ser xeta Rêber Apo didome. Bîranîn bi pêşandana sînevîzyonê bi dawî bû.

 

Etîket: 14BîranînTîrmeh
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Berîvan Meryem Uzkaş bi girseyî hat bîranîn

16 TEBAX 2026
Cangoriyên gundê Koço hatin bibiranîn

Cangoriyên gundê Koço hatin bibiranîn

15 TEBAX 2026
Li Şengalê komkujiya Koço hat şermezarkirin

Li Şengalê komkujiya Koço hat şermezarkirin

15 TEBAX 2026
Şanoger Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn

Şanoger Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn

11 TEBAX 2026
Di Mîhrîcana Tetwanê de Aram Tîgran hat bîranîn

Di Mîhrîcana Tetwanê de Aram Tîgran hat bîranîn

9 TEBAX 2026
Li bajarê Mazlum Dogan bi hezaran kesî banga aştiyê kir

Li bajarê Mazlum Dogan bi hezaran kesî banga aştiyê kir

2 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne