• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Banga konserê: Koma Amed bîra hunera Kurdî ye

Amed / AW

10 COTMEH 2025 - 13:58
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Sanatça Organîzasyon û Şaredariya Peyasê li Çand Amedê bi munasebeta Konsera Koma Amed ya li Qada Newrozê daxuyanî dan û gotin: “Koma Amed parçeyek ji lêgerîna me ya bi ezmûnên rabirdûya avakirina dahatûyê ye.”

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Sanatça Organîzasyonê û Şaredariya Peyasê ya Amedê li navenda ÇandAmedê ya li navçeya Bajarê Nû, bi munasebeta konsera Koma Amed ya ku dê di 25ê Cotmehê de li Qada Newrozê bê lidarxistin daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn, Hevşaredarên Peyasê Berîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar û Hunermenda MA Muzîkê Sarya Ertaş beşdarî daxuyaniyê bûn. Endamên Koma Amed ên beriya 30 salan ji ber stranên xwe yên şoreşgerî ji aliyê pergala demê ve hatibûn surgunkirin, piştî 30 salan, tên Amedê û dê konserekê li dar dixin. Metna daxuyaniyê Sayra Ertaş xwend.

‘Dengê kevneşopiya çand û berxwedanê ye’

Sarya Ertaş girîngiya kevneşopiya çand û hûnerê û derbarê konsera Koma Amed wiha got: “Em li Qada Newrozê pêşwaziya dengê berxwedanê, Koma Amedê bikin. Koma Amed a ku bi muzîka xwe ya xwereng a ku mohra xwe li çand, huner û bîra civakî ya salên 1990î xistiye, bîra nifşekê ya berxwedanê ava kiriye. Koma Amed piştî 30 salan, vedigere axa ku lê çêbûye û nava hezkiriyên xwe. Konsera ku dê li Qada Newrozê bê lidarxistin dê di heman demê de bibe dengê kevneşopiya berxwedana çand û hunerê, hêviya aştiya civakî û dahatûyeke demokratîk.”

‘Dengê bi hunerê hatiye honandin nayê bêdengkirin’

Di berdewama axaftina xwe de Sarya Ertaş ser pêvajoya avakirina Koma Amed sekinî û derbarê van deman de ev tişt gotin: “Piştî ku Koma Amed hat damezirandin, li gel tevahiya pêkutî, sirgûn û qedexeyan jî, bi muzîka xwe ve bû navendeke berxwedanê ya parastina ziman, çand û hunera Kurdan. Stranên Komê bûn hinek ji parçeyên herî nirxdar ên hişmendiya civakî û bîra çandî ya Kurdan. Li ser zar û zimanan belav bûn û gihîştin roja me ya îro. Ev hevdîtina nuwaze, di heman demê de dê bibe demeke dîrokî ya ku hesreta 30 salan bi dawî bibe û têkiliyên di navbera guhdaran û Komê de xurtir bibin. Koma Amed parçeyek ji lêgerîna me ya bi ezmûnên rabirdûya avakirina dahatûyê ye. Ji aliyekî din ve jî ziman û hunerê ji rabirdûyê digihîne îro û bîra îroyîn jî xurtir dike. Di heman demê de diyar dike ku bîra çandî ya ku bi hunerê, bi deng û amûrên muzîkê hatiye hûnandin nikare bê bêdengkirin. Ev dengê ku dê li Amedê olan bide, dê veguhere strana bêriya ji bo aştiyê û civaka demokratîk.”

‘Em bi hêza çêker a çand û hunerê bawer in’

Sarya Ertaş di berfirehiya daxuyaniyê de da zanîn ku ew ê mîrateya Koma Amed biparêzin û wiha pê de çû: “Em wek rêveberiyên xwecihî, îdeala jiyana azad, pirrengî û wekheviyê ya ku di giyanê muzîka Koma Amed de hatiye neqişandin, bi awayê herî xurt diparêzin. Em bi hêza çêker a çand û hunerê bawer in. Em ê li dijî cudakariyê, şer û vederkirinê her û her piştevanên çanda jiyana adîlane, wekhev û bi hev re bin. Wek rêveberiyên xwecihî; em tevahiya gelê xwe, saziyên civaka sîvîl, hunerhez û kedkarên çapemeniyê yên ku dildar û dilsozên aştî û demokrasiyê ne û parçeyekî ji xwe di stranên Koma Amed de dibinin û vedixwînin vê konsera dîrokî.”

‘Qada Newrozê cihê bîra çanda Kurdan e’

Hevşaredara navçeya Peyasê Berîvan Gulşen Sîncar piştî daxuyaniyê anî ziman ku ew ê bi Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re li Qada Newrozê konserê  li dar bixin û wiha got: “Ji salên 90î heta niha gelek kesên ku xwestibûn di nava têkoşînê de cih bigirin û gelek nirxên me ji aliyê pergalê demê ve hatin surgunkirin. Em baş dizanin ku di wan salan de gelek zext li ser çand, ziman û hunera Kurdî dihat kirin. Di heman demê Qada Newrozê cihê Çand û bîra Gelê Kurd e. Koma Amed piştî 30 salan ku wê bê Amedê em ji hêlekî ve jî bihatina wan bextewar in. Di vê pêvajoyê de konserên bi vî awayî ji bo me gelek biqimet in. Herwiha 10 Cotmehê jî ji rojek xemginiye. Em kesên di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dane wan jî bi rêzdarî bi bîr tînin.”

‘Komkujiya 10 Cotmehê di dilê me de zindî ye’

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn jî diyar kir ku Komkujiya 10ê Cothemê ya Gara Enqereyê di dilê wan de zindî ye û wiha got: “Mixabin yên ku pergala hovane didin meşandin, vê teqînê pêk anîn û gelek hevalên me bi awayeke hovane qetil kirin. Hê jî hevalên me yên birîndar hene, em hêvî dikin ku hevalên me tenduristiya xwe bi dest bixin. Stranên Koma Amed hemû jî ji bo aştiyê bûn û wê demê wan bi awayeke hovane surgun kirin. Em hemû hunermendên ku wê deme hatine qetilkirin jî bi rêzdarî bi bîr tînim. Divê em jî bi heskirinek mezin li çand û hunera xwe û li nirxên xwe xwedî derbikevin. Em dixwazin gelê me bi hev re li qada Newroz li koserê bibin.”

Banga tev li bûnê

Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar jî kesên di komkujiya 10ê Cotmehê yên Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî nû wiha got: “Em pir xemgînin ku îro rojeke dirokî ye û gelek hevalên me di komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan.” Cengîz Dundar banga tevlibûna konserê kir û wiha got: “Em dixwazin ku gelê me li Qada Newrozê tev li konsera Koma Azad bibe.”

 

Etîket: Berîvan Gulşen SîncarCengiz DundarDogan HatûnSanatça OrganîzasyonSaredariya Bajare Mezin a AmedeŞaredariya PeyasêSarya Ertas
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

1 COTMEH 2026
Yilmaz Guneş: Em dixwazin hejmara Zarokîstanan zêde bikin

Yilmaz Guneş: Em dixwazin hejmara Zarokîstanan zêde bikin

23 ÎLON 2026
20 hezar zarokan sûd ji werzîşê wergirt

20 hezar zarokan sûd ji werzîşê wergirt

18 ÎLON 2026
Jin ji bo keda destên xwe li Parka 75an stand vekirin

Jin ji bo keda destên xwe li Parka 75an stand vekirin

7 ÎLON 2026
Ji Şaredariya Amedê kursên pirzimanî

Ji Şaredariya Amedê kursên pirzimanî

2 ÎLON 2026
Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

30 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne