• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Berê bi Kurdî nizanibû niha dixwaze bibe mamosteya Kurdî

Mahmût Altintaş / AW

20 GULAN 2025 - 08:03
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Cansu Çetîn ku ji Semsûrê ye, ji dema Osmaniyan ve bi malbatî koçî Kirşehîrê kirine. Niha jî li Enqereyê dijî. Pişt re hînî Kurdî dibe û niha dixwaze bibe mamosteya zimanê Kurdî. 

Ji ber polîtîkayên mişextkirinê yên Dewleta Osmaniyan di salên 1690an de li bajarên bakurê Kurdistanê bi hezaran Kurd koçberî bajarên Tirkiyeyê yên weke, Enqere, Kirşehîr û Konyayê hatin kirin. Kurdên li Anatoliyaya Navîn tevî xerîbiyê jî ziman û çanda xwe parastin. Hinek jî ji wan rastî polîtikayên bişavtinê hatin û ji ziman û çanda xwe dûr ketin. Cansû Çetîn ji malbateke ji Semsûrê ye û malbat jî 400 sal berê li Semsûrê koçberî Kirşehîrê bûye. Cansû Çetîn ku niha li Enqereyê dijî ji polîtikayên bişavtinê bandor bûye û di zaroktiya xwe de qet bi Kurdî neaxiviye. Cansû Çetîn ku piştî mezin bûye vêgeriyaye li ser zimanê xwe û li Komeleya Çand û Ziman a Ankayê (ANKA-DER) ku li Enqereyê kar û xebatên ziman û çandê dimeşîne perwerdehiya Kurdî girtiye û fêrî Kurdî bûye. Cansû Çetîn ku niha di asta 2yemîn de dixwînê, dixwaze ku rojekê bibe mamosteya Zimanê Kurdî û Kurdî fêr bike.

‘Min nezanîna Kurdî kêmasî didît’

Cansû Çetîn diyar kir ku bavê wê Kurd e û diya wê Tirk e. Ji ber di malê de Kurdî nehatiyê axaftin wê qet Kurdî hîn nebûye. Cansû Çetîn anî ziman ku têkiliya wê ya Kurdî di zanîngehê de dest pê kiriye û wiha got: “Em li Semsûrê koçberî Kirşehîrê bûn e û niha li Enqerê dijîm. Min qet bi Kurdî nedizanî. Di zanîngehê de hevalên min ên Kurd hebûn û bi Kurdî diaxivîn bala min jî kişand. Ez jî Kurd bûm û min dizanî ez Kurd im. Min nezanîna ziman weke kemasî dît û xwest hînî Kurdî bibim. 4 sal in hewl didim Kurdî hîn bibim. Min pirtûk xwendin û çûm komeleyên ziman. Li ANKA-DERê hînî Kurdî bûm û niha li vir asta 2yemîn dixwînim.”

Cansû Çetîn bi lêv kir ku ew niha dixwaze bibe mamosteya Zimanê Kurdî û ev yek anîn ziman: “Zimanê me şêrîn e. Zimanê Kurdî xweş e. Zimanê me hebûna me ye. Divê hemû kes bi Kurdî biaxive. Ez pir dixwazim bibim mamosteya zimanê Kurdî. Niha ji bo wê hewl didim. Dixwazim Kurdî fêrî hemû kesan bikim. Ji ber ku zimanê me pir girîng e. Divê hemû Kurd bi Kurdî biaxivin. Ez wisa difikirim ku hemû Kurd dikarin zimanê xwe hîn bibin. Zimanê me gelek şêrîn e. Divê gelê me jî zimanê xwe hîn bibe. Komele hene, dikarin bi rêya wan komeleyan zimanê xwe hîn bibin. Yên ku bixwazin dikarin Kurdî hîn bibin.”

 

Etîket: Cansu ÇetînKurdîziman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

1 COTMEH 2026
‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

25 ÎLON 2026
Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

23 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026
ZIMANGER: Pêwîste ku zimanê Kurdî di makezagonê de cih bigire

Lokman Babat: Divê siyaset zimanê Kurdî bike zimanê siyaseta xwe ya rojane

18 ÎLON 2026
Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

18 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne