Tora Mafên Zarokan a Amed, Wan û Stenbolê têkildarî pakêta darazêya nû li avahiyên xwe civîna çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pergaleke ku nikare zarokan biparêze, nikare kêmasiyên xwe bicezayên girantir çareser bike û wiha hat gotin: “Cezayên girantir sedemên ku zarokan ber bi sûcê ve dikişînin ji holê ranakin; tenê wan vedişêrin.”
Tora Mafên Zarokan a Amed, Wan û Stenbolê bi awayekî hevpar derheqê pakêta darazê ya nû de li avahiyên xwe civîna çapemeniyê li dar xistin. Endam û rêveberên ÎHDê û Tora Mafên Zarokan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ev ne qanûna parastina zarokan e, qanûna destjêberdana zarokan e” hate daliqandin. Daxuyaniya ku bi tenê zaravayê Kurmancî yê Kurdî hatibû amadekirin, hat gotin ku pergaleke ku nikare zarokan biparêze nikare kêmasiyên xwe bicezayên girantir çareser bike.
‘Em naxwazin ku zarokek din jiyana xwe ji dest bide’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêşniyara qanûnê ya bi navê “Pêşniyara Guhertinê ya di Qanûna Parastina Zarokan û Hin Qanûnên Din de” ku niha li Meclisê tê nîqaşkirin, rê li ber zêdekirina cezayên li dijî zarokan vedike û wiha hat gotin: “Ev rewş dibe sedem ku zarok demeke dirêjtir ji azadiya xwe bêpar bimînin û pergala dadweriya zarokan ji nêzîkatiya mafên bingehîn dûr bikeve û ber bi nêzîkatiyeke zêdetir cezayî ve were kişandin. Em weke saziyên ku di qada mafên zarokan de dixebitin û weke parêzvanên mafan, li dijî vê pêşniyarê ne. Ji ber ku pirsgirêk zarok nînin; pirsgirêk ew politika ne ku nikarin zarokan biparêzin. Ji ber vê yekê em weke Tora Mafên Zarokan a Amedê li Amedê, weke Înisiyatîfa Aştiyê ya ji bo Zarokan li Stenbolê û weke Tora Piştevaniya Mafên Zarokan a Wanê, Li Wanê bi dengekî hevpar daxuyaniya xwe dikin. Ji ber ku zarok ne kesên ku bisûcên xwe bên nasandin in; ew xwediyên maf in.”
‘Kişandina zarokan a ber bi sûcî ve gelek caran ne hilbijartineke kesane ye’
Di daxuyaniya hevpar de hat destnîşankirin ku erkên dewletê ne ew e ku zarokan bi cezayên girantir ceza bike; erkên wê ew e ku wan ji tundiyê biparêze, mafên wan biparêze, pêşveçûna wan piştgirî bike û şert û mercên civakî ava bike ku rê li ber kirina wan a sûcan bê girtin û ev yek hat ziman: “Em êşa xwe û daxwaza dadweriyê ya ku piştî windabûna jiyanê an jî tundiya li ser zarokan tê kirin, parve dikin. Em naxwazin ku zarokek din jiyana xwe ji dest bide, rastî tundiyê were an jî ber bi sûcî ve were kişandin. Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku siyasetên ku bi rastî zarokan diparêzin bên ava kirin û ji mafên zarokan dest neyê berdan. Mafên zarokan bingehîn in ku di demên herî dijwar ên civakê de jî nikarin bên terikandin. Berfirehiya mafan nikare li gorî hestên hêrsê yên raya giştî an jî fikarên ewlehiyê were teng kirin. Lê kişandina zarokan a ber bi sûcî ve gelek caran ne hilbijartineke kesane ye; ew encama xizaniyê, cudakariyê, îhmalê, tundiyê, kedkariya zarokan, dûrketina ji perwerdehiyê û kêmasiya mekanîzmayên parastin û pêşîlêgirtinê ye. Pergalek ku nikare zarokan biparêze, nikare kêmasiyên xwe bi cezayên girantir çareser bike. Cezayêngirantir sedemên ku zarokan ber bi sûcî ve dikişînin ji holê ranakin; tenê ew tên veşartin.”
‘Pergala dadweriya zarokan nêzîkî pergala cezayê ya mezinan dike’
ÎHDê destnîşankir ku hiqûqa navneteweyî ya mafên zarokan zelal e û wiha pê de çû: “Li gorî Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî û standardên navneteweyî, bêparkirina zarokan ji azadiya wan tenê weke çareya dawî û ji bo demeke herî kurt dikare were sepandin. Lê ev pêşniyar mafên taybet ên zarokan lawaz dike û pergala dadweriya zarokan nêzîkî pergala cezayê ya mezinan dike. Ev nêzîkatiye, bi berpirsiyariyên navneteweyî yên Tirkiyeyê re li hev nayê. Pêşniyara qanûnê, saziyên girtî yên cezayê ji bo zarokan berfireh dike, derbasbûna zarokan ya ji bo malên perwerdehiyê bi pîvanên nezelal ve girêdide û ji Komîteyên Rêvebirî û Çavdêriyê re desthilatdariyeke fireh dide. Ev rewş prensîbên zelaliya hiqûqî û ewlehiya hiqûqî xera dike û şertên ku zarok dikarin derbasî malên perwerdehiyê bibin ne pêşbînîbar dihêle. Bi vî awayî mafê zarokan yê ku di bin pergala infaza dadperwer û pêşbînîbar de bên nirxandin tê tune kirin. Lê parastina mafênzarokan, piştgiriya pêşveçûna wan û hêzdarkirina beşdarbûna wan di jiyana civakî de bi zêdekirina girtinê nayê peyda kirin; ev bi siyasetên civakî yên bihêz, perwerdehiyeke baş, piştgiriya psîkososyal û mekanîzmayên parastina zarokan ên bi bandor pêk tê.”
‘Civakên ku mafên zarokan tê de tên parastin aştiyanetir in’

Di daxuyaniyê de hat gotin ku armanca dadweriya zarokan tenê bersivdana li hember kiryarekê nîne û wiha domand: “Dadweriya zarokan armanc dike ku dîsa zirar dîtina zarokê pêşî bigire, berpirsiyariya zarokê piştgirî bike, mafên wî biparêze û vegera wan ya bo jiyana civakî bihêz bike. Her wiha gihîştina qurbanan bo dadweriyê jî tenê bi zêdekirina cezayan nayê peyda kirin; lê bi lêpirsîna bi bandor, piştgiriya psîkososyal, pêşîlêgirtina ji dîsa birîndar bûnê û mekanîzmayên dadweriya sererastker dikare were bê kirin. Civakên ku mafên zarokan têde tên parastin ne tenê ewletir in, di heman demê de dadperwertir û aştiyanetir in. Siyasetên li ser zarokan jî divê ne li ser ceza danê, lê li ser pêşîlêgirtinê, sererastkirinê, wekheviyê û hêzdarkirina jiyana hevpar ava bibin. Dewletnikare berpirsiyariya xwe ya parastina zarokan bi cezayên girantir biguherîne. Bedelê siyaseta ku nikare zarokan biparêze, nikare li ser milê zarokan were barkirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de ev hatin rêzkirin:
* Pêşniyar divê were paşvekişandin; pergala dadweriya zarokan li gorî prensîba berjewendiya herî baş a zarokan û standardên navneteweyî, bi beşdariya saziyên ku di qada mafên zarokan de dixebitin, ji nû ve were amadekirin.
* Pergala parastinê ya zarokan a pêşîlêgir û parêzkar divê bihêztir bibe da ku pêşî li kişandina zarokan a ber bi sûcî ve were girtin; ji bo perwerdehiyê, karûbarên civakî, tenduristiya derûnî û piştgiriya psîkososyal divê çavkaniyên giştî yên têr werin veqetandin.
* Bêparkirina zarokan a ji azadiya wan divê tenê weke çareya dawî were bikaranîn; mekanîzmayên piştgiriya civakî û dadweriya sererastker divê berfireh bibin.
* Siyasetên giştî yên ku li dijî xizaniyê, cudakariyê, tundiyê, kedkariya zarokan û dûrketina ji perwerdehiyê têkoşîn dikin divê bihêztir bibin.
* Di amadekirina hemû rêzikname û qanûnên li ser pergala dadweriya zarokan de mafê beşdarbûna zarokan divê were misogerkirin û nêrînên pisporan, rêxistinên pîşeyî û civaka sivîl divê bingeh werin girtin.












