• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li ser sînor bang kirin: Destê birêz Ocalan û yê gel bigihînin hevdû

Mêrdîn / AW

2 ÇILE 2025 - 14:49
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Mêrdîn – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ku li ser sînorê Qamişloyê axivî, bal kişand ser pêyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û wiha got: “Roj roja xwedî derketina ve îradeya ku em bi salan e li bendê ne. Divê em vê tecrîde bi temami rakin û destê birêz Ocalan û yê gel bigihînin hevdû.”

 

Li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin.

Îro bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û bi sedan kesan, bi şîara “Em gelên ji bo aştî, azadî û pêkvejiyanê li ber xwe didin silav dikin” ji Parka Barişê ber bi qada nobetê ya li ser sînorê Qamişloyê ve bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” meş hate lidarxistin.

Girseya ku Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan û parlamenterên DEM Partiyê di nav de û ji sedan kesan pêkdihat, pankartên ku li ser, “Rojava rûmeta mirovahiyê ye, Rojava biparêze”, “Rojava rûmeta me ye” dinivisîn hilgirtin û heta Parka Barişê meşiyan. Di meşê de wêneyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên hatin qetilkirin û dowîzên li ser, “Rojava hebûna me ye” û “Ji şer re na a niha aştî” dinivisî jî hatin hilgirtin. Girse li Parka Aştiyê heta ber sînor bi stran û dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava” , “Rojava rûmet e, rûmeta gelê Kurd e”, “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e gel li vir e” meşiyan. Her wiha girseyê di meşê de sirûda Çerxa Şoreşê jî gotin.

‘Pêşiyê li komkujiya li dijî Elewiyan bigirin’

Li cihê nobetê ewilî Mela Seyda Babayê Xelatî axivî û bi lêv kir ku divê Kurd ji her çar aliyên Kurdistanê yekitiya xwe avabikin û got ku aştî bi yekitiyê çêdibe, ji ber wê yekitî emrê Xwedê ye. Hevserokê Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûstafa Karabûdak jî bal kişand ser komkujiya li dijî Elewiyan li Suriyeyê û wiha got: “Li Suriyeyê bi destê DAIŞ û HTŞ a ku hezên hegemon û desthilata AKP pistgiriyê dide vê komkujiyî li dijî Alewiyan pêktê. Em bang li hemû dinyayê dikin ku berê xwe bidin Suriyeyê û pêşî li vê komkujiyê bigrin.”

‘Em xwîşk û biratiya bin xet û ser xet silav dikin’

 

Pişt re jî Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axivî. Ayşegul Dogan bi gotina, “Em xwişk û biratiya bin xet û ser xetê silav dikin” dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Tirêjên Rojê ew dem ji bo me kir bihar. Ew bayê biharê ji Îmraliyê tê. Bi rojan e em li vir nobedê digirin. Em dibêjin em sînorên we di navbera me de çekirine di dilê me de nînin. Rojava aliyê me yê herî biçûk û nazik e. Lewma em Rojava xwedî dertên û sînoran nasnakin. Hûn nikarin bêjin xwişk û biratiya we ji bo ewlehiya Tirkiyeyê xetere ye. Em li vir careke din dibêjin nobeda me nobeda aştiyê ye. Nobeda me bangawaziya Demokrasiyê ye. Bangawaziya tifaqa Kurdan e. Em ji bo xwişk û biratiyeke serbilind û hevdû qebûl dike em amade ne. Em li vir careke din banga xwe bilind dikin. Careke din jî aliyê xwe yê herî nazik û delal re silav dişînin. Em dixwazin ziman, çand û hunera me bê naskirin. Divê ji bo wê jî em têkoşîna xwe mezin bikin. Rojnamegerên weke we ku li du rastiye bûn Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hatin hedef girtin. Bi hedefgirtina rojnamegeran xwişk û biratî nabe.”

‘Destê xwişk û biratiyê dirêjî Rojava bikin’

Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Dogan bal kişand ser peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rêzdar Ocalan di bin tecrideke mezin de rêya aştiyê weke neqseke zirav û kûr anî ve merheleyê. Ew îradeya xwişk û biratiyê ku wî derxist holê em hemû bendawerê wê ne. Ew ax jî têr bûye û dilê me jî êdî raneke. Wext ew e ku deriyên zindanan vebibin. Asta ku em gihiştinê bi têkoşîna me derketiye hole. Lewma roj roja xwedî derketina ve îradeya ku em bi salan e li bendê ne. Divê em vê tecrîdê bi temami rakin û destê birêz Ocalan û yê gel bigihînin hevdû. Divê destkeftiyên Kurdan weke xetere neyên dîtin û weke destkeftiya xwişk û biratiyê bên dîtin. Destê ku dirêjî me dikin bila dirêjî Rojava jî bikin û di navbera gelê Kurd û Tirk de biratiyeke ebedî ava bibe.”

Daxuyanî bi rêzgirtina ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên di encama êrişa SÎHAyê de jiyana xwe ji dest dan hate girtin bi dawî bû.

Etîket: DBPDEM PartîmesNisêbînNobeta ser sînorQamişloTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

19 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne