• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bayindir: Li wir top û bombe û li vir stranên aştiyê nabe

Şirnex / AW

17 ÇILE 2026 - 15:49
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Cizîra Botanê bi hezaran kes li dijî êrişên ser Rojava meşiyan. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir bertek nîşanî êrişan da û got: “Em jî maf û azadiyê dixwazin. Lê li wir dengê top û bombeyan li vir stranên aştiyê nabe. Polîtikayeke rast û dirûst bikin.”

Platforma Saziyên Demokratîk a Şirnexê, li dijî êrişên ser Rojava li navçeya Cizîrê ya Şirnexê meşek girseyî ku ji hezaran kes pêk dihat li dar xist. Meşê li taxa Cudî dest pê kir û li ber Şeredariya Cizîrê bi dawî bû. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez, endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên pêkhateyên platformê û bi hezaran welatî tev li meşê bûn.

Girseyê pankarta li ser, “Rojava wîjdan e, berxwedan e û azadî ye, teslîm nabe” dinivisî vekirin û bênavber dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Şehîd namirin”, “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Rojava rûmete me ye” û bi gotina stranan meşiyan. Piştî meşê di şexse Zeyad Heleb de ji bo cangoriyên azadiyê rêz hate girtin. 0

Piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Ewilî Newroz Uysal Aslan axivî. Newroz Uysal Aslan berxwedana Rojava silav kir û got: “Îro Rojava di bin xetereyeke mezin de ye. Lê îradeya parastina hebûna me ji wan hemû hezan xurttir e. Em li vir dibêjin, gelê Kurd dê bi berxwedana xwe êrişan bişkîne.”

‘Rojava jî bi qasî keştiya Nûh bi qîmet e’

Piştre jî Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayinidr axivî. Keskîn Bayindir anî ziman ku gelê Cizîra Botan bi xwedîderketina li berxwedana Rojava carek din gelê Kurd serbilind kir û wiha axivî: “Dengê we îro gehişt Hesekê, Efrînê û Kobanê. Dengê me gehişt Rojhilatê Kurdistanê ku ji bo azadiya xwe li ser pêya ye. Em berxwedana Helebê silav dikin. Ev meşa Botanê bû wîjdana gelê Kurd. Li kêleka me zilm û qirkirin heye. Em jî dibêjin em vê zilm û qirkirinê qebûl nakin. Kurdîtiya me û welatparêziya me qebûl nakin. Em ji rayedarên Tirkiyeyê û dewletên navneteweyî re dibêjin; Kurd vê zilmê qebûl nakin. Şerekî qirêj bi pêşengiya heşmendiya DAIŞê li dijî destkêftiyên Kurd tê kirin. Em li vir dibêjin; Li vir çawa keştiya Nûh ji bo rizgariya mirovahiyê bi qîmet e, Rojava jî bi qasî keştiya Nûh bi qîmet e.”

‘Li wir şer li vir aştî nabe’

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku li ser gelê Kurd planeke qirêj tê meşandin û wiha got: “Ew dibêjin em ê li vir pêvajoyê pêş bixin. Em jî dibêjin; weke gelê Kurd em ji aştî û biratiyê dixwazin. Em jî maf û azadiyê dixwazin. Lê li wir dengê top û bombeyan li vir stranên aştiyê nabe. Polîtikayeke rast û dirûst bikin. Gelê Kurdistanê jji aştiyeke bi rûmet re amade ye. Ji ber wê em dibêjin bila dewleta Tirkiyeyê dev jî van polîtikayên xwe yên qirêj berde. Dibêjin em ji bo piştgiriya DAIŞ û HTŞ amade ne. Dev jî vê heşmendiya xwe ya piştgiriya HTŞ ya DAIŞê berdin. Em jî li vir aştiyeke mayinde ava bikin. Em aştiyeke mayinde, statuya xwe û azadiya zimanê xwe dixwazin. Heke hûn zilmê li ser serê me bidin meşandin, em ê serî natewînin. Li ciwan û dayikan binêrin, Tu kes ji we re serî natewînê.”

‘Em ê serî netewînin’

Keskîn Bayindir di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya qada navneteweyî û got: “Bêdengiya dinyayê zilmê li ser gelê Kurd ferz dike. Gelê me bêdengiya we jî baş dizane û hesabê wê jî dike. Em bang li cîhanê dikin ku bêdeng nemînin. Hişmendiya HTŞê li dijî mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê em dibêjin bêdeng nemînin. Ji Botanê em bang li wîjdan û mirovahiyê dikin; em bi tenê jî bimînin em ê vê rûmetiyê tu car qebûl nakin.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: Cizîra BotanHevserokê Giştî yê DBPê Keskîn BayindirRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne