• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bayindir li cihê nobetê bang kir: Divê gelê Bakur berê xwe bide Rojava

Mêrdîn / AW

20 ÇILE 2026 - 18:23
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir da zanîn ku li ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê nobetê didin destpêkirin, bang li gelê Bakurê Kurdistanê kir ku berê xwe bidin Rojava û got: “Îro roja rûmeta gelê Kurd e. Rûnenên, rabin ser pêyan.”

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Bakurê Kurdistanê ji bo piştgirî bidin banga seferberiya neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê li ser sînorê Nisêbîn û Qamişlo dest bi nobetê hate kirin. Hevserokên Giştî yên DBPê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar, rêveberên DBP, DEM Partiyê, parlamenterên DEM Partiyê, aktîvîstên TJAyê,  nûnerên rêxistinên sivîl û gelek welatî tev li nobetê bûn.

‘Heta ku ev şer raneweste em ê li ser sînor bin’

Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir ji bo Rojava bang li gelê Kurd û hemû gelên cîhanê kir û wiha got: “Em îro li Nisêbînê ne, li ber sînor in pêncî mîtro pişt me li ser xwişk û birayên me komkujiyek pêk tê. Em ji vê saetê û şunde ev koma li vir me biryar daye ku em li vir bin. Heta ku ev şer neyê rawestandin heta ev êrişên li ser Rojava neyên sekinandin em ê li vê derê li ser sînor em ê li ber xwe bidin. Me biryareke dîrokî daye, em bang li gelê xwe dikin, li ku derê bibe bila bibe heke derfet û îmkanên wan hebin, em bang li gelê xwe yên li bajar, navçe û gundan dikin, em bang li gelê xwe yê Nisêbînê û Mêrdînê dikin werin em bi sed hezaran berê xwe bidin Nisêbînê.”

‘Îro roja rûmeta gelê Kurd e’

Keskîn Bayindir bang li gelê başûrê Kurdistanê jî kir û wiha domand: “Bang li gelê xwe yê Başûr dikin hûn jî berê xwe bidin Deriyê Sînor ê Sêmalka û bi sed hezaran berê xwe bidin Rojava. Îro roja rûmeta gelê Kurdistanê ye. Îro roja rûmeta gelê Kurd e. Îro dê dîrok were nivîsandin. Îro wê qedera gelê Kurd were nivîsandin. Ew jî dê bi berxwedan û têkoşînê were nivîsandin. Ewên ku teslîmiyetê, çokdanîn û serîtewandinê li me ferz dikin, bila guh bidine bidine me; em serî natewînin. Heta ku ev êriş bên sekinandin em ê li ber xwe bidin. Bangawaziya me li gelê me ye; rûnenên rabin ser pêyan.”

 

Etîket: bakurê KurdistanêHevserokê Giştî yê DBPê Keskîn BayindirNisêbîn-QamişloNobeta ser sînorRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne