• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bayindir: Gelê Kurd komkujiyan qebûl nake, çareseriyê dixwaze

Mêrdîn / AW

18 ADAR 2025 - 14:26
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir li Newroza Qoserê axivî û komkujiya li gundê Berxbotanê ya Kobanê bi tundî şermezar kir û got: “Li kêleka me li Rojavayê Kurdistanê welatiyên me qetil dikin. Gelê Kurd vê siyaseta durû û qirêj qebûl nake.”

Li bakurê Kurdistanê Newroz bi dirûşma “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” tê pîrozkirin. Yek ji bajarên ku îro Newroz lê hate pîrozkirin jî navçeya Qoser a Mêrdînê bû. Welatiyên ji noxteyên kontrolê yên polîsan derbas bûn ketin Qada Otogarê ya Newroz lê hate pîrozkirin. Qad bi alên DBPê û DEM Partiyê yên kesk û sor û zer û xemr û şîn hate xemilandin. Welatiyan li qadê li ber dahol û zirneyê û stranên li ser dikê hatin vekirin, govend gerandin. Jin û ciwan bi cil û bergên xwe yên Kurdî daketin qadê û flamayên kesk û sor û zer hejandin.

Li qada ku bi hezaran kes lê tije bû, coş û govend kêliyekê jî nesekinî. Li qadê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Jin jiyan azadî” û “Newroz pîroz be” hatin berzkirin.

Posterên Abdullah Ocalan hatin vêkirin

Di dema pîrozbahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Her wiha ciwanan pankarta “Em ê li ser şopa Rojê, bi hêza agirê Newrozê azadiyê mîsoger bikin” vekirin.

Dema posterên Rêberê Gelê Kurd hatin vekirin girseyê bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Di vê navberê de hin ciwanan jî li ser platformê posterên Abdullah Ocalan vekirin.

Piştî ku ji bo cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyekê rêz hate girtin, Dayikên Aştiyê derketin ser dikê û gel silav kirin. Dûre li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê Abîdîn Ûnay axivî û gel silav kir.

‘Em ê nehêlin aştiyê veguherînin şer’

Dû re parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz axivî. Salîha Aydenîz qala girîngiya Newrozê kir û Newroz li gel pîroz kir. Salîha Aydenîz diyar kir ku Qoser warê Ferhat Kûrtayan e û wiha got: “Ferhat Kûrtay wexta çirûsk bi bedana xwe vêxist îro ew çîrûsk li hemû cîhanê belav bûye. Ji ber wê em ji rêhevalên Ferhat Kûrtayan re dibêjin mala we ava. Wê ev bedel vala neçin. Ev bedel dê bibin wesîleya mayîndebûna aştiya gelê kurd. Em ê nehêlin aştiyê veguherînin şer.”

‘Divê demildest êrişa li dijî Berxbotanê were zelalkirin’

Salîha Aydenîz bal kişand ser êrişa li dijî gundê Berxbotanê yê Kobanê û got: “Êrişî gundê Kobanê kirin, em vê şermezar dikin û dibêjin divê demildest ev êriş were zelalkirin. Em vê komkujiyê vê weke provokasyonê dibînin. Çiqas denge aştî û azadiyê bi pêş bikeve ew hêzên tarî dikevin dewrê û sabote dikin. Ji ber wê yekê divê dewleta tirk vê êrişî zelal bike û ji raya giştî re parve bike. Em ji vir bang dikin ev êrişa duyemîn a Roboskê û Parîsê ye. Em ji Qoserê dibêjin. Em ê weke gelê aştîxwaz rêxistinkirina xwe xurt bikin.”

Girseyê dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ berz kir.

Paşê Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir axivî. Keskîn Bayindir bi pîrozkirina Newrozê dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya gelê Kurd û gelê Kurdistanê. Ji ber ku ev qad qada azadiyê ye. Ev Newroz dê bibe çareseriya gelê Kurd. Em gihiştin qonaxe dîrokî. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga azadiyê li gelê Kurdistanê û cîhanê kir. Em ê xwedî li vê bangê, azadiyê û aştiyeke birûmet derkevin. Lê zalim û desthilat yên her ku dijminatiya vî gelî dikin duh li gundê Berxbotanê 7 jê zarok 9 welatiyên me qetil kirin. Li aliyekî dibêjin em dixwazin vê meseleye çareser bikin. Li aliyê din li kêleka me li Rojavayê Kurdistanê welatiyên me qetil dikin. Wezîrê Parastinê digot em rê nadin ku kes vê pêvajoyê sabote bike. Lê yê vê pêvajoyê sabote dike Wezîrê Parastinê ye. Gelê kurd vê siyaset du rû qirêj qebûl nake. Heke hûn rast bin divê gotin û kiryarên we dirust bin. Polîtîkayên xwe rast bimeşînin. Her kes piştgirî dide bangawaziya sedsalê ya rêzdar Ocalan. Lê hin kes di nava dewletê de hene dixwazin vê pêvajoyê sabote bikin. Lê sîgorteya çareseriyê gelê Qoserê, Mêrdînê, Kurdistanê ye.”

‘Rojavayê Kurdistanê dê pêşeroja Sûriyeyê demokratîk bike’

Keskîn Bayindir bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û qetilkirina elewiyan û wiha domand: “Yê pêşeroja Sûriyeyê demokratîk bike Colanî nîn e Mazlûm Ebdî ye, Rojavayê Kurdistanê ye. Pêşengtiya vê modela jina berxwedêr û têkoşer dike. Heke rojên azad hebin pêşerojeke demokratîk hebe ew jî modela Rojava ye. Divê modela Rojava li erdnîgariya Sûriyeyê serdest be. Ji bilî vê tu rêyên din nînin. Em bang li hemû hêz û gelên cîhanê dikin ku piştgiriyê bidin modela mirovahiyê ya Rojava. Heke li Tirkiyeyê meseleya Kurd çareser bibe. Dê bandorê li her çar parçeyê Kurdistanê bike. Em ê bi înisiyatîfeke mezin xwedî li banga rêzdar Ocalan derkevin. Niha berpirsyartiya mezin ketiye ser milê dewleta Tirk û desthilatê. Divê dewlet û desthilat gavan biavêje. Polîtîka û siyaseta we ya çareseriyê çiye ji gelê kurd û cîhanê re aşkere bikin. Ji ber vê yeke guh bidin dengê birêz Ocalan. Rêya çareseriyê û azadiyê li wê derê ye. Bizanibin gelê Kurd ji yek kesî bawer dike ew jî Rêberê Gelê Kurd rêzdar Ocalan e.”

Keskîn Bayindir bang li gel kir ku tev li Newroza Amedê bibin û axaftina xwe wiha got: “Em ê bejin ey Rêberê Gelê Kurd em li pişt banga te ne û em ê heta dawiyê li ser rêya te têkoşîna xwe bimeşînin.”

Piştî axaftina Keskîn Bayindir agirê Newrozê ji aliyê ciwanan ve hate pêxistin. Piştre Koma Avesta, stranbêj Rêzan Şîrvan û Hemîdo derketin ser dikê û li ber stranan gel coşandin. Gel li ber stranan govend gerand û pîrozbahî bi dawî bû.

 

Etîket: Keskîn BayindirNewroz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bernameya DBPê ya Rihayê bi civînên Bêrecûk û Pirsûsê bi dawî bû

Bernameya DBPê ya Rihayê bi civînên Bêrecûk û Pirsûsê bi dawî bû

4 TÎRMEH 2026
Keskîn Bayindir: Ji bo aştiyê divê em têkoşînê mezin bikin

Keskîn Bayindir: Ji bo aştiyê divê em têkoşînê mezin bikin

4 TÎRMEH 2026
Keskîn Bayindir: Pêvajo dê bi hêz û qiweta ciwan bigihêje encamê

Keskîn Bayindir: Pêvajo dê bi hêz û qiweta ciwan bigihêje encamê

3 TÎRMEH 2026
Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

2 TÎRMEH 2026
Sebahat Tuncel: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewletKeskîn Bayindir: Em ê dawiya dawî bigihêjin statu û mafê xwe

Sebahat Tuncel: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet
Keskîn Bayindir: Em ê dawiya dawî bigihêjin statu û mafê xwe

27 HEZÎRAN 2026
Keskîn Bayindir li Qelqelî û Seravê bû: Şewitandina çekan bangawaziya edalet û demokrasiyê ye

Keskîn Bayindir li Qelqelî û Seravê bû: Şewitandina çekan bangawaziya edalet û demokrasiyê ye

24 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne