• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Baroya Wanê: Ji hemû aliyan ve îşkenceyê lêkolîn bikin

Wan / AW

28 NÎSAN 2026 - 14:10
Kategorî: CIWAN, DARAZ, MANŞET
A A
Baroya Wanê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî îşkenceya polîsan a di 22ê Nîsana 2026an de li navçeya Elbakê hatiye pêkanîn da û xwest bûyer ji hemû aliyan ve bi awayeke bandor bê lêkolînkirin.

 

Baroya Wanê têkildarî bûyera îşkenceya polîsan a li navçeya Elbakê ku di 22yê nîsanê de hatibû pêkanîn li avahiya xwe ya li navçeya Rêya Amûşê daxuyaniyek da. Ciwan Diyar, Îsmaîl û Fatîh Deger ên birayê hev û îşkence li wan hatibû kirin jî tev li daxuyaniyê bûn.

Boroye di daxuyaniya xwe de de destnîşan kir ku nêzî 25-30 polîsan îşkence li 3 ciwanên ku birayê hev bûn kir û ciwan bi awayekî derqanûnî binçav kirine. Baroyê bertek nîşanî bûyera îşkenceyê da û xwest bûyer ji hemû aliyan ve bê lêkolînkirin.

‘Erka dewletê lêkolînkirin e’

Endamê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê Nejdet Ceyhan metna daxuyaniyê xwend û berpisyariya dewletê bi bîr xist. Nejdet Ceyhan wiha got: “Erka dewletê ew e ku li gorî erkên erênî divê îddîayên muameleya xerab bi lez, serbixwe, bêalî û bibandor lêkolîn bike. Ev erk di heman demê de têkiliyê bi şerê li dijî politikayên necezakirinê re jî heye. Nelêkolînkirina bibandor û polîtîkayên bêcezahiştinê dibe sedema domandina binpêkirinên mafên mirovan.”

‘Divê pêvajoya dadwerî bi lêz bê destpêkirin’

Di berdewama daxuyaniyê de Nejdet Ceyhan banga lêkolîneke berfireh kir û axaftina xwe wiha bi dawî anî: “Divê bûyer bi hemû aliyên xwe ve, bi lez û bi awayekî serbixwe û bêalî were lêkolînkirin, karmendên dewletê yên berpirsiyar werin diyarkirin û li ser wan bi lez pêvajoyên dadwerî û îdarî werin destpêkirin. Divê kesên berpirsyariya wan di bûyerê de hene demildest ji kar werin dûrxistin, rewşa tenduristiyê ya ciwanan bi awayekî serbixwe were diyarkirin û hemû mafên wan werin parastin. Her wiha divê delîl jî werin parastin û pêvajo bi prensîba şefafiyê were birêvebirin.”

Çi bibû?

Li navçeya Elbakê ya Wanê di 22yê nîsanê de polîsan 3 ciwanên bira ên bi navê Fatîh, Îsmaîl û Diyar Deger bi awayekî derqanûnî binçav kiribûn û di dema binçavkirinê de jî îşkence li wan kiribûn. 3 ciwanên ku hatibûn îşkencekirin, ragihandibûn ku ew polîsên sivîl ên ji ber ku li gorî rêzikên trafîkê tevnegeriyane, hişyar kirine û anîn ziman ku polîsan li ser vê yekê li wan dane. Polîsan her sê bira biribûn midûriyeta polîsan û nêzî 25-30 polîsan îşkence li ciwanan kiribûn. Her wiha polîsan bi hinceta şûştina xwîna li ser sûretê wan, ciwan biribûn daşîrê û îşkenceya xwe li wir jî berdewam kiribûn. Piştî buyerê ciwan bi malbatên xwe re çûbûn nexweşxaneyê û rapora lêdanê hilgirtibûn û dabûn zanîn ku ew dê derbarê polîsan de giliyê bikin.

Etîket: Baroya WanêdaxuyanîElbakPolîsên ÎşkecekarWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne