• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

ARSÎSAyê êrîşa li ser malbata Kurd şermezar kir

15 TÎRMEH 2025 - 14:25
Kategorî: CIVAK, ROJANE
A A

Wan – Rêveberê ARSÎSAyê Cevdet Zîlanli ku di daxuyaniya li dijî êrîşa li ser malbata Kaya ya Stenbolê de axivî, bal kişand ser hişmendiya pergal û dewletê û da zanîn ku “Ew bi ti awayî vê êrîşê qebûl nakin û divê bi eşkere bê zanîn ku ev êrîşa li ser malbata Kurd, ne bûyereke takekesî ye û rûyê pergalekê nîşan dide.”

Malbata Kaya ku di 13ê tîrmehê de li Stenbolê ji ber ku muzîka Kurdî guhdarî dikin rastî êrîşa polîsan tên û di encama êrîşê de bi îşkenceyê 10 ferdên malbatê tên binçavkirin. Di nava malbatê de jineke ducanî jî hebû û polîsan pênek li zikê jinê da û jin û zarok niha di nexweşxaneyê de ne. Li gorî nûçeyan jiyana pitika malbata Kaya di xeterê de ye. Komeleya Çand û Zimanê Kurdî ya Arsîsayê ku li navçeya Erdîşa Wanê xebatên xwe dimeşînin, bi piştgiriya Komeleya Dayikên Aştiyê, MEBYA-DER, TUHAY-DER, DEM Partî û DBPê li dijî vê pêkanîna nîjadî li ber avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyan de pankarta li ser “Zimanê Kurdî xeta me ya sor e, destên xwe jê vekişînin” hatibû nivîsîn, hat vekirin. Ji bilî endamên saziyê, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî jî tev li daxuyaniyê bûn.

‘Em ê li dijî vê hişmendiyê têbikoşin’

Rêveberê ARSÎSAyê Cevdet Zîlanli metna daxuyaniyê xwend û bal kişand ser qirêjiya bûyerê. Cevdet Zîlanli, da zanîn ku êrîşkirina bi vî rengî ya li ser jineke Kurd a ducanî, encama hişmendiya mêrperest û tundiya mêrane ya dewletê ye. Cevdet Zîlanli, anî ziman ku ew vê hişmendiya mêrane ya li dijî Kurdan û jinan bi ti awayî qebûl nakin û got: “Em vê êrîşê, weke êrîşeke li ser hemû jinên Kurd dihesibînin û em ê li dijî vê hişmendiyê ji bo ku hilweşe têbikoşîn.”

‘Em êrîşên bi vî rengî bi ti awayî qebûl nakin’

Cevdet Zîlanli, bal kişand ser êrîşa li ser zimanê Kurdî jî û wiha berdewam kir: “Êrîşkariya li ser ziman û muzîka Kurdî, di eslê xwe de êrîşkirina nasname û hebûna Kurdan e. Hişmendiya dijminane ya wan polîsan û pergala heyî vê yekê nîşanî me dide. Divê bi eşkere bê zanîn ku ev êrîşa li ser malbata Kurd, ne bûyereke takekesî ye û rûyê pergalekê nîşan dide. Em weke saziyên çand û zimanê Kurdî, êrîşên bi vî rengî bi ti awayî qebûl nakin û divê ev pergala cudakarî, tundî û bêtehemuliyê demildest bê guhertin. Di vê pêvajoyê de ji bo aştiyeke mayînde reform û guhertin bên kirin, gavên erênî li ser çand û zimanê Kurdî bê avêtin, statû û mafê perwerdehiya zimanê Kurdî bê naskirin.”

Etîket: ARSÎSAêrîşmalbata kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

4 dron li Hewlerê ketin

4 dron li Hewlerê ketin

12 TEBAX 2026
Bi droneyê êrişî Hewlêrê hate kirin

Êrişên li ser Herêma Kurdistanê didomin

27 TÎRMEH 2026
DYA duh li Îranê xist: 2 kes mirin

DYA duh li Îranê xist: 2 kes mirin

23 TÎRMEH 2026
Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

Kampa Dola Alane hate bombebarankirin: 6 kes birîndar bûn

22 TÎRMEH 2026
Bi dron û mûşekan êrişî Başûr hate kirin

Bi dron û mûşekan êrişî Başûr hate kirin

21 TÎRMEH 2026
Li İranê di êrişên DYAyê de 50 kesan jiyana xwe ji dest da

Li İranê di êrişên DYAyê de 50 kesan jiyana xwe ji dest da

18 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne