• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Antrenorê Amedsporê: Em dixwazin zarok di futbolê de pêş bikevin

Esra Polat-Ugur Dînler / AW

17 HEZÎRAN 2026 - 11:53
Kategorî: MANŞET, SPOR
A A
Amed – Amedsporê li bajarên bakûrê Kurdistanê ji bo pêşketina Amedsporê û ciwanên Kurd di bijartinên akademiya futbolê de 49 zarok û ciwan bijartin. Antrenorê Tîma Zarokan Îhsan Kaplan derbarê hilbijartinan de diyar kir ku ew dixwazin zarokên Kurd di futbolê de derkevin pêş û ser bikevin.

Amedspora ku ji bo bihêzkirina binesaziya xwe û keşfkirina ciwanên jêhatî li 17 bajarên bakurê Kurdistanê xebateke berfireh meşand, di bijartinên akademiyê de gihişt qonaxeke giring. Koma yekem a ji 25 kesan ku ji nav 49 namzetên li 17 bajaran hatibûn diyarkirin, ji bo kampa nirxandinê ya 5 rojan hatin Amedê. Futbolîstên ciwan wekî kevirên bingehîn ên kadroyên profesyonel û binesaziya kûlubê tên dîtin, li Tesîsên Şexmûs Ozer ên Amedsporê ketin kampê. Ciwanên hatin hilbijartin yekemîn antrenmana xwe ya vê kampê di 16ê Hezîranê de di bin çavdêriya desteya teknîkî de kir. Antrenorê Tîma Zarokan Îhsan Kaplan derheqê hilbijartina zarokan a ji bo Amedsporê û armancên kampê û hilbijartinê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Em naxwazin ji derve sporvan bên’

Antrenor Îhsan Kaplan anî ziman ku li ser zaroka çavderiyên kûr dikin û got: “Mesela zarokek heye em lê dinêrin çawa dibeze, çawa dizivire û wextê ku topê digire, li ser serê xwe radike, hevalê xwe dibîne an na, dikare topê kontrol bike û stratejiyan dibîne an na? Em wekî din taybetmendiya motorîk çawa ye, wexta ku topê dide hevalê xwe, dikare cih bigire? An futbolê dizane? Hişê wî li ser lîstokê heye an na? Em li van tiştan dinêrin. Wekî din jî ji bo akademiyên me, di Super Ligê de pileyên Futbolên Namzetên Profesyoneliyê (PAF Lig) amade dikim. Li pêşiya me demeke dirêj heye, em dikarin zarokan bi pêş ve bibin ku ser bikevin. Li derdora bajarên me hemû zarok dikarin bileyzin. Em vê dixwazin. Em naxwazin li derve, Ewropayê û bajarên din kes bên, sporvan bên. Em dixwazin çanda me, zarokên me derkevin pêş, ser bikevin, herin Lîgê, Super Lîgê, armanca me ew e.”

‘Ji bo me serkeftinek e’

 

Îhsan Kaplan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Zarokên me jêhatî ne. Ew 49 zarok jêhatî ne ku me anîne li vir. Em ê li vir bijartinekê bikin. Bi rastî, kêmasiyên me jî hebûn. Zêde derfetên wan tune bûn bên li vir bileyzin. Em çûn, ew baştir bû. Nêzîkî 10-12 hezar kes hatin bal me, zarokên me hatibûn. Belê, baş bû; ji bo wan jî baş bû, ji bo me jî baş bû. Her sal niyeta me heye em biçin. Welatê me yê Kurdan bileyzin, zarokên xwe em tev li xwe bikin. Em cara ewil geriyan, ew tiştekî baş bû ji bo me, bo zarokên me û gelek jî amade ne, hez dikin ji ber vê yekê, ew jî serkeftineke ji bo me.”

‘Em dixwazin sporvanan li vir bigihînin’

Îhsan Kaplan da zanîn ku tîma ku hatiye tesîsên wan 25 kes in dê çar pênc rojan çavderiya wan bikin û wiha domand: “Antrenmanên me li vir hene. Saet 17:45an de dest pê dikin, da ku nêzîkî saet, saet û nîvê berdewam bike. Em dixwazin sporvanên baş em hilbijêrin, yê jêhatî bin û ji bo me, ji bo Amedê, ji bo miletê me, bi tevahî pêş ve bikeve. Armanca me ew e, em 3-4 kesan bikin profesyonel ku li Lîga Superê bilîzin. Armanca me ew e ku sporvanan di asta profesyoneliyê de perwerde bikin. Mamosteyên me hene, em nêzîkî 12 kes in. Em dema hilbijêrin, bi taybetî, li sporvanan dinêrin ka kîjan jêhatiye, baş e, kîjan baş nîne. Dê çawa bi pêş ve biçe. Roleke stratejîk, tiştekî hêsan nîne, divê tu xwe bi pêş ve bibî. Em ketine Lîga Superê, zehmettir e. Divê lîsteya me, sporvanên me jêhatîtir bin an bi pêş ve herin ku bikaribin serbikevin di Lîga Superê de. Fikra me ew e em li vir van sporvanan ser bêxin û bigihîjinin Lîga Superê û bigihin serkeftinê. Armanca me hemûyan ew e, bi eslê xwe em bibin şampiyon. Di nav wan de çend kes hebin derkevin Lîga Superê an jî profesyoneliyê, ji bo me serkeftina herî mezin e.”

Armanca profesyonelbûnê û xwedîderketina ziman

Di dawiya axaftina xwe de Îhsan Kaplan bal kişand ser xetereyên li derdorê, li derve ji bo zarokan û ciwanan û wiha got: “Ji ber vê yekê em dixwazin xwe bigihînin zarokan û wan tev li xwe bikin. Em dixwazin bi beşên sporê yên futbol be, jîmnastîk be, voleybol be her branşa werzîşê nêzîkî wan bin. Em naxwazin zarokên me xerabtir bibin. Bila baş bin, serbikevin. Alîgiriya nebaş bila kêm bibe di nav me de. Armanca me ew e. Em niha nêzîkî 150 zarokan mêze dikin. Ji van 150 kes dibe ji bo gelê me baştir be. Belê ji bo dayika xwe, ji bo malbata xwe, ji bo derdora xwe, ji bo hevalên xwe çêtir bibe. Divê armanc tenê lîstina futbolê nebe, profesyonel bûn be. Di cîhanê de jî ev hewceyî ye ji bo her milê werzîşê. Peyama me ew e ji bo gelê me, bila zarokan me zimanê Kurdî zêdetir fêm bikin. Ciwanên me, gelê me, zarokên me kêm kêm kurdî diaxivin. Em dixwazin zarokên me bi Kurdî perwerdeyê bibînin.”

Etîket: AmedsporAntrenor Îhsan Kaplanbijartingihandinhêza navxweyîprofesyonelîzarok
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Amedspor: Me destpêkek baş kir

Amedspor: Me destpêkek baş kir

20 TEBAX 2026
Li Xaçerêka Stadyûma Amedê xebatên paqijiyê

Li Xaçerêka Stadyûma Amedê xebatên paqijiyê

17 TEBAX 2026
Amedspor, Erziromsporê 3-0 têk bir: Di Lîga Super de bû yekemîn

Amedspor, Erziromsporê 3-0 têk bir: Di Lîga Super de bû yekemîn

16 TEBAX 2026
Di nîv saetê de 27 hezar bilêdên maça Amedsporê qediyan

Amedspor ji maça Erziromsporê re amade ye

16 TEBAX 2026
Alîgirên Amedsporê dê sibê li dijî hişbirê bimeşin

Alîgirên Amedsporê dê sibê li dijî hişbirê bimeşin

15 TEBAX 2026
Nahît Eren serdana Erdogan kir û formayê Amedsporê diyarî wî kir

Nahît Eren serdana Erdogan kir û formayê Amedsporê diyarî wî kir

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne