Wezareta Derve ya Amerîkayê bi fermî ragihand ku Tirkiye hîn şertên qanûnî yên vegera bernameya F-35an pêk neaniye. Ji ber vê yekê di şertên heyî de wê F-35an nedin Tirkiyeyê.
Wezareta Derve ya Amerîkayê bi nameyek fermî ya şandî Kongreyê ragihand ku Tirkiye hîn şertên ku di qanûnên Amerîkayê de hatine destnîşankirin pêk neaniye û ji ber vê yekê nikare dîsa bibe beşdarê bernameyê.
Ev daxuyanî di demekê de hat ku di mehên dawî de hinek nîşaneyên germbûna têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê derketibûn holê. Her çend di rêveberiya Amerîkayê de hin daxuyaniyên erênî derbarê pêşxistina têkiliyên du aliyan de hebûn, lê Wezareta Derve di nameya xwe de diyar kir ku qanûnên heyî hîn jî li cihê xwe ne û şertên wan divê bêne bicihanîn.
Bingehê pirsgirêkê pergala berevaniya hewayî ya S-400 ya Rûsyayê ye. Amerîka ji sala 2019an ve dibêje ku hebûna vê pergalê bi F-35 re li hev nayê, ji ber ku dibe ku agahiyên teknîkî yên balafirê bikevin destê Rûsyayê. Ji ber vê yekê Tirkiye di wê demê de ji bernameya F 35 hate derxistin.
Di nameya nû de jî Wezareta Derve dubare dike ku şertên qanûnî bi awayekî zelal tên diyarkirin. Ji bo ku Tirkiye bikaribe dîsa vegere bernameyê, divê pirsgirêka S-400 bi tevahî were çareserkirin, pergala Rûsî û amûrên wê ji holê werin rakirin û her wiha garantî were dayîn ku Ankara êdî pergala wekî S-400 neke. Wezaretê dibêje ku heta niha ev şert nehatine pêkanîn.













