• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Amerîka bi B-52an Îran jî bi hêzên wekîl asta şer bilind dikin

Navenda Nûçeyan / AW

15 ADAR 2026 - 11:43
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amerîka bi balafirên bambebaranê ya B-52 li seranserê bajarên mezin ên Îranê; Îran jî bi hêzên wekîl ên hevkarên xwe asta şerê heyî mezin dikin.

 

Fermandariya Navendî yê Amerîkayê piştrast kir ku wan bi balafirên bombebaranê yên stratejîk ên B-52 di çarçoveya Operasyona Epic Fury (Operasyona Hêrsa Destanî) de li Îranê xistine. Di berdewama şerê 16 rojan de Îran jî li gel hêzên wekîlên yên xwe ên Hizbullah û Haşdî Şabî şerê li dijî Amerîka û Îsraîlê li heremê şerê heyî belavî herêmê dike.

CENTCOM: Me B-52an li Îranê xist

Di şer de bandora şerê balafirên şer yên B-52 yên Amerîkayê zêde ye. Fermandariya Navnedî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser hesabên xwe yên medya dijîtal piştrast kir ku balafirên B-52 îro serê sibê tevî Tehranê gelek bajarên mezin ên Îranê bombebaran kirine. Medya heremî ya Îranê jî eşkera kir ku dengê gelek teqînên mezin hatine bihîstin.

Li gorî Iran Internationalê duh bi şev û îro destpêka rojê re li bajarên mezin ên li seranserê Îranê teqîn hatine kirin ragihand û derbarê êrişan de dîmenek parve kir. Di dîmenê de jî dixuye ku îro serê sibehê li seranserê başûrê Tehranê “teqînên bihêz” pêk hatine û niştecihên li heremê jî êrişan wekî êrişên pir giran bi nav kirin.

20 deqeyan de denge 20 teqinên mezin hat

Her wiha tê gotin ku di sibeha îro de li nêzîkî Şîrazê di nava 20 deqeyan de nêzî 20 teqîn hatine bihîstin. Li gor agahiyên hatin dayîn li wê heremê balafirgeha Şîrazê û baregeheke hewayî jî heye. Wekî din, N12 News a Îsraîlê dîmenek belav kir ku piştî êrişa li Îsfahanê duman hilkişî li esman. Dîmenek jî dide xuyakirin ku şeva borî ji Bendera Jaska li Hormozganê, nêzîkî Kendava Hurmuzê, duman li esman belav dibe.

Dûman li Hurmuzê jî bilind bû

Kendava Hurmuzê ji bilî Amerika û Îsraîlê ji her kesî re vekirî ye, wezîrê derve yê Îranê Araghçi derbarê mijarê de wiha axivî û got ku keştiyên din azad in ku derbas bibin. Her çend gelek ji ber “metirsiyên ewlehiyê” tercîh dikin ku derbas nebin. Araghçi îdia kir ku or eleqeya wan bi Îranê re nîne.

Trump: Ji bo vekirina Kendava Hurmuzê dê piştgirî zêde be

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump diyar kir ku ji bo jinûve vekirina Kendava Hurmuzê hin welatên din jî dê piştgiriya leşkerî bikin Amerîkayê û wiha got: “Gelek Welat, bi taybetî yên ji ber hewldana Îranê ya girtina Kendava Hurmuzê bandor bûne, dê bi hevkariya Amerîkayê keştiyên şer bişînin, da ku Kendavê vekirî û ewle bihêlin.” Yekem care ku Trump piştgiriya navneteweyî ya ji bo Kendava Hurmuzê dixwaze.

Amerîkayê nasnameya 6 leşkerên di balefira ketiye de mirine eşkere kir

Wezareta Parastinê ya Amerikayê roja Şemiyê nasnameya şeş leşkerên ku di qezaya balefira leşkerî ya dagirtina sotemeniyê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir. Balefir roja Pêncşemê dema ku ji bo balefirên şer yên li hewayê re sotemeniyê dabîn bike rabûbû û ketibû.

Hurmuz ji bilî Amerîka, Îsraîl û Îranê ji herkesî re vekiriye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî got ku Kendava Hurmuzê ji bilî DYA û Îsraîlê ji her kesî re vekiriye. Arakçî diyar kir k keştiyên din azad in ku derbas bibin. Her çend gelek keştî ji ber fikarên ewlehiyê derbas nebin jî Arakçî îdia kir ku fikarên ewlehiyê yên keştiyên din eleqeya xwe bi Îranê re nîne. Tevî daxuyaniya Serokkomarê Îranê Araqçi ya derbarê Kendava Hurmuzê jî keştiyên sotemeniyê yên ji kendavê derbas dibin dibin hedefa bombe û moşekên Îranê.

Îranê gefê li Îmaratê xwer

Îranê duh cara yekem gefa êrîşkirina li ser binesaziya welatekî cîran xwar û bang li xelkê kir ku sê benderên sereke yên li Mirektiyên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) vala bikin. Tehranê îdia kir ku artêşa Amerîkayê wan ji bo êrîşan bi kar tîne.

Şêwirmendê serokê Îmaratê Anwar Gargash demildest bersiv da Arakçî û got: “Ev yek polîtîkayeke tevlihev nîşan dide. Îdiayên Wezîrê Karên Derve yê Îranê yên Arakçî ya ‘Amerîkayê Îmaratê ji bo êrîşên xwe yên li ser Girava Karg a Îranê bi kar tîne’ me tawanbar dike ne nast e.

Welatên Kendavê êrîşên nû radigihînin

Li Behreynê beriya êrişeke roja Yekşemê siren lêdan. Heman demê de Îmaratên êrîşeke mûşekî ragihand û bang li niştecihan kir ku xwe li cihên ewle biparêzin.
Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî ragihand ku sîstemên wan 10 dron li ser paytext Riyad û herêma rojhilatê Siûdiyê îmha kirin.

Etîket: B-12Hêzên vekîlşerŞerê Amerîka-Îsraîlê û Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li sînorê Bane şer û pevçûn: Herî kêm 3 kes hatin kuştin

Li sînorê Bane şer û pevçûn: Herî kêm 3 kes hatin kuştin

27 HEZÎRAN 2026
Trump: Ma do dest bidê uranyumê Îranî ser

Trump: Me şerê bi Îranê re bi dawî kir

12 HEZÎRAN 2026
UNICEF: Divê mirina zarokan nebe ‘rewşa normal’

UNICEF: Divê mirina zarokan nebe ‘rewşa normal’

11 HEZÎRAN 2026
Îranê êrîşî Komelayê kir

Îran: DYA êriş bike em dê bersivek tund bidin

11 HEZÎRAN 2026
Şewata li Meydana Qiyam a Tehranê mezin dibe

Şewata li Meydana Qiyam a Tehranê mezin dibe

11 HEZÎRAN 2026
Wezîrê Şer ê DYAyê: Em dê îşev bombeyan li Îranê bibarînin

Wezîrê Şer ê DYAyê: Em dê îşev bombeyan li Îranê bibarînin

11 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (36)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne