Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) destnîşan kir ku Îran bêyî zextên tund helwesta xwe naguherîne û wiha got: “Ji bilî şerê li dijî Îranê tu rêyeke din tune ye.”
Li gorî raporeke Kanala 13 a Îsraîlê, Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) Amîral Brad Cooper di serdana xwe ya Tel Avîvê de û di hevdîtina xwe ya li gel Serokerkanê Giştî û Fermandarên Bilind ên Artêşa Îsraîlê de ragihandiye ku li pêşiya Washingtonê ji derveyî şerê li dijî Îranê tu vebijêrkeke din namîne.
Amîral Brad Cooper ragihandiye ku lêdana binesaziya stratejîk a Îranê ku qerta neft, gaz û elektrîkê jî di nav de, dê hevsengiyê biguherîne. Bi gotina Cooper, Tehran bêyî zextên bi vî rengî yên tund helwestên xwe naguhere.
Her wiha Amîral Brad Cooper da zanîn ku dê Amerîka dema pêwîstî bi lêdana Îranê dît, dê pêdivî bi alîkariya Îsraîlê hebe.













