• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Alîgirên Amedsporê: Em ê li dijî hişbir, fihûş û çetetiyê li ber xwe bidin

Amed / AW

16 TEBAX 2026 - 19:59
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Alîgirên welatparêz ên Amedsporê li dijî polîtîkayên qirêj ên li ser ciwanan tên meşandin meşiya û piştre daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew ê li hemberî hişbir, fihûş û çetetiyê têkoşîna xwe bilind bikin. Di daxuyaniyê de girtina sê alîgirên wan jî hate şermezarkirin û banga berdana wan hate kirin.

Alîgirên Amedspoê li dijî zêdebûna bikaranîna hişbirê û polîtîkayên têkbirina civakê li ber pastaxaneya Hacibaba ya navçeya Peyasê ya Amedê li heta xaçerêya Stadayuma Amedporê meşiyan û piştre daxuyaniyek da. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevşaredarê Rezanê Sîraç Çelîk, Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Murat Kan, nûner û saziyên sivîl û bi hezaran aligirên Amedsporê tevlî meşê bû. Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana ciwanan”, “Jin ,Jiyan, Azadî” û “Ciwan li wir in firoşkar li ku ne” hatin berzkirin.

Piştî meşê daxuyanî hate xwendin. Metna daxuyaniyê ya Kurmancî li ser navê komên alîgirên Amedsporê Harun Karataş ya Tirkî li ser navê Morbarîkatê Seda Erdîl xwend.

‘Em ê tax, kuçe û stada xwe biparêzin’

Harun Karataş diyar kir ku ew ê li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin û wiha hate gotin: “Mijara hişbir, fihûş û çetetî ne mijareke ku em bikarin çavên xwe li ser bigirin û bêdeng bimînin. Em bawer dikin ku gel û ciwanên ku berxwedanê wekî bingeha jiyana xwe dibînin, dê bi ruhê seferberiyê rabin ser piyan. Em wekî alîgirên welatparêz ên Amedsporê li dijî jiyana rizî û çeteyiyê li parastina tax, kuçe, mal û stada xwe radibin.”

‘Bila hevalên me yên dîlgirtî bên berdan’

Harun Karataş di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişandin ser girtina her sê hevalên wanê  bi navê Furkan, Mazlum Dogan û Hêjar ku li dijî firotina hişbirê dengê xwe bilind kiribûn: “Ev rêhevalên me yên ku li kuçe û kolanan li dijî firotina hişbirê dengê xwe bilind kirin, hatin dîlgirtin. Ya sosret û nebaş ew e ku van hevalên me birin menzelên firoşkaran. Em dîlgirtina her sê rêhevalên xwe bi hincetên pûç û bêbingeh qebûl nakin û bang dikin ku demildest bên berdan. Heta em wan azad nekin, em ê dev ji vê têkoşînê bernedin.”

Alîgiran bang li hemû sazî, dezgehên civakî û rêveberiya Amedsporê kirin ku li kêleka ciwanan cih bigirin û piştgiriyê bidin vê têkoşînê da ku pêşerojeke rast bi hêza gel û ciwanan ji nû ve bê avakirin.

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana ciwanan” û “Bijî Amedspor” bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê  alîgirên Maedsporê ji bo temaşekirina maça Amedspor û Erziromsporê derbasî stadyumê bûn.

Etîket: Alîgirê AmedsporêdaxuyanîhişbirmesTêkoşîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê Nobeda ‘Jin, Edalet û Bîrê’ dest pê dike

Li Amedê Nobeda ‘Jin, Edalet û Bîrê’ dest pê dike

2 COTMEH 2026
Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

22 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne