• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Alagaş û Kaysi: Em biryara danîna qeyûm nas nakin

Sêrt /AW

29 ÇILE 2025 - 12:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî biryara tayînkirina qeyûm weke “zilmê” pênase kirin û gotin: “Em biryarê danîna qeyûm nas nakin û em ê bi paş ve gavê neavêjin.”

Piştî ku duh dadgehê, 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş birî, vê sibehê li ser fermana Wezareta Karên Navxwe waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya wek qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê hat kirin.

Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî têkildarî tayînkirina qeyûm ji nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Fethî Balaman û Heval Onkol re axivîn.

Alagaş: Qeyûm faşîzm e’

Sofya Alagaş diyar kir ku ji bo tayînkirina qeyûm ceza li wê hatiye birîn û wiha got: “Biryar jizûve hatiye dayin. Di demên dawî de polîsên sivîl em dişopandin. Jixwe eşkere bû ku dê qeyûm tayîn bikin, tenê teblîx kirin. Em vê biryarê nas nakin. Me biryara hatiye teblîxkirin jî çirand. Tişa em niha dijîn, faşîzm e. Sindoqê danin, namzet ji pêvajoyeke qanûnî re derbas dibin, namzetiya wan tê qebûlkirin. Piştre yan lêpirsînê vedikin an jî dozên heyî bilezûbez biencam dikin. Ev tê çi wateyê, tê wê wateyê ku tu gel, welêt û qanûnan dixapînî. Weke ku demokrasî hebe tevdigerin lê tune ye.”

Sofya Alagaş di berdewamiya axaftina xwe de ev yek anî ziman: “Desthilatê derdora 7-8 hezar hilbijêr veguhest vê derê. Tevî vê jî gelê Sêrtê ev polîtîka qebûl nekir û ev bi eşkereyî nîşan da. Lê îro qeyûm tayînî ser netew, ziman û çandan kirin. Ev bajar bajarekî pirrziman û pirçandî ye. Gelo dê çi bersivê bidin gelê bajar? Ya ku kirin, desteserkirin e. Êrişeke li dijî jinan, gelan û îradeyê ye. Ev 3 serdemin zilmê li gelê Sêrtê dikin. Gelê ku heta demekî kin berê jî bi rehetî dihat şaredariyê û derdê xwe vedigot, niha pêşiya wan bi bariyerên polîsan hatiye girtin.”

Kaysi: Em ê bi paş ve gavê neavêjin’

Hevşaredarê Sêrtê Mehmet Kaysî jî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û wiha got: “Cezayê hatiye dayin hiqûqî nîne. Heta serê sibehê me li şaredariyê nobet digirt. Her çar aliyên me dorpêç kirin û ji şaredariyê derxistin. Ew çi dikin bila bikin em ê paşvegavê neavêjin. Ji bo xespkirina îradeya gel 8 hezar hilbijêr ji derve anîn. Lê tevî vê jî em bi 9 hezar dengan zêdetir bi ser ketin. Lê dîsa jî tehemûl nekirin.”

Kaysî banga “xwedî li şaredarî û îradeya xwe derkevin” kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Qeyûm, talan û xesp e. Bû 10 meh em li vir bûn. Dema em hatin şaredarî wêran kiribûn. Armanca wan xizmet nîne. Me di nava 10 mehan de hinek komî ser hev kir. Tu xêra wan ji bo vî gelî nîne. Gelê Sêrtê bi vê dizane û qebûl nake. Ew îradeya me nas nakin û em jî biryarên wan nas nakin.”

Etîket: Mehmet KaysiQeyûmŞaredariya SêrtêsêrtSofya Alagaş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

3 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Dilşad Herekol hate kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Dilşad Herekol hate kirin

28 TEBAX 2026
Nobeta li dijî fihûş û tiryakê ya Sêrtê bi meş û daxuyaniyê bi dawî bû

Nobeta li dijî fihûş û tiryakê ya Sêrtê bi meş û daxuyaniyê bi dawî bû

30 TÎRMEH 2026
BOTAN-DERê nobeta li dijî hişbirê dewr girt

BOTAN-DERê nobeta li dijî hişbirê dewr girt

30 TÎRMEH 2026
Çalakiya li dijî fihûş û tiryakê bi meş û nobetê berdewam kir

Çalakiya li dijî fihûş û tiryakê bi meş û nobetê berdewam kir

28 TÎRMEH 2026
Nobeta li dijî fihûş û hişbirê berdewam dike

Nobeta li dijî fihûş û hişbirê berdewam dike

28 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne