• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

AKP derfet bibîne dê qraltiyê îlan bike

Navenda Nûçeyan /AW

30 ÇILE 2025 - 12:52
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

DEM Partî, CHP û Partiya Rêya Nû li dijî tayînirina qeyûman li pêşiya Wezareta Karên Hundir daxuyaniyê dan. Gulistan Kiliç Koçyîgît, anî ziman ku qeyûm meseleya 85 milyon gelê Tirkiyeyê ye û xwest piştevaniya xwe bêtir xurt bikin. 

Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Serokwekîlê Koma CHP’ê Mûrat Emîr û Serokê Koma Partiya Rêya Nû Bulent Kaya jî di nav de, gelek parlamenter li pêşiya Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînirina qeyûman daxuyanî dan.

Ewil Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî û wiha got: “Em dîsa li pêş Wezareta Karên Hundir in. Ji ber ku li vî welatî her roj, darbeyên li dijî demokrasiyê pêk tên. Her roj mafên azadiyê tên astengkirin. Mixabin êdî Destûra Bingehîn ji holê hatiye rakirin. Em kesên li vî welatî tekoşîna aştî, azadî, demokrasî û wekheviye didin, em dixwazin denge xwe bilind bikin û li dijî van bêhiqûqiyan îtiraz bikin. Em dixwazin li dijî rejîma darbeyê parastina demokrasiyê bikin. Em dixwazin li dijî rejîma darbeyan nirxên gerdûnî biparêzin. Em dixwazin siberoja vî welatî biparêzin. Em li vir bi hevre denge xwe bilind dikin. Hûn dizanin duh qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê kirin. Berê jî qeyûm tayînî 7 şaredariyên me û 2 şaredariyên CHPê kiribûn. Disa bi heman rengî Şaredarê Beşîktaşê li dijî hiqûqê hat girtin. Dê sibê Şaredarê Bajarê Mezin Ekrem Îmamoglu biçe îfadeyê bide. Dîsa em dibînin kedkarên çapemeniyê tên binçavkirin û girtin. Em dibînin ku li dijî hemû kesên muxalif ku gotinên xwe dibêjin operasyonek qirkirinê heye. AKP dixwaze li gorî xwe ji bo xwe baxçeyên gulan ava bike. Bi tunekirina mafên me yên heq û hiqûqê û azadiyê dixwaze hebûna xwe berdewam bike. Lê li dijî vê yekê dê têkoşîna me bidome dê gotinên me hebin. Em tu kes vî krasê înkar, zext û zorê ku dixwazin li me bikin qebûl nakin. Em demokrasiya vî welatî û mirovên vî welatî diparêzin. Em mafê bijartin û hilbiartinê diparêzin. Em ê heta dawî biparêzin. Ji 2016an heta niha dixwazin vî welatî bi qeyûman bi rêve bibin. Li dijî qeyûman gelê me di her hilbijartinê de bersîva pewist dan qeyûman. Gelê me û hemû gelê Tirkiyeyê bersivê pewist da.”

Dixwazin welatiyan ji welatîbûnê derxin

Gulistan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser helwesta gel a li dijî hikumetê û wiha axivî: “Gel ew ji partiya yekemîn kirin partiya duyemîn. Qerta sor nişanî wan da. Niha dîsa dixwazin dest dînin ser şaredariyan. Dixwazin vîna gel tune bikin. Em li dijî vê yekê îtîraz dikin. Tu bingeha wan a zagonî tune ye. Li dijî zagon û Destûra Bingehîn tev digerin. Yên li vî welatî darbeye dikin, zagonan binpê dikin. Li vî welatî mafê welatiyê tê astengkirin. Dixwazin welatiyan ji welatîbûnê derxin. Eger li vî welatî mirov neyên hilbijartin û hilbijêr mirovên dixwazin hilbijêrin, wê demê emê çawa qala demokrasiyê bikin.”

Qeyûm meseleya 85 milyon e

Gulistan Kiliç Koçyîgit, bal kişand ser armanca AKPê û wiha bi dawî kir: “ Eger AKP sibê wê hêzê di xwe de bibîne dê parlamentoyê fesih bike û qraltiya xwe îlan bike. Ji ber vê yekê ev mesele ne tenê meseleya kurdan e. Ev mesele meseleya 85 milyon welatiyên Tirkiyeyê ye. Qeyûm tayînî vîna gelê kurd tenê nehatiye kirin. Qeyûm tayînî vîna hemû gelê Tirkiyeyê kiriye. Ji ber vê yekê divê em bêtir bi hevre bin. Em li vir in û em bi hevre ne. Me milê xwe daye hev û ji niha û şînde têkoşîna me ya hevpar dê bidome.”

Komê bê navber dirûşmeya “Qeyûm darbe ye. Ji darbeyan re na” berz kir. Piştre Serokê Koma CHPê Mûrat Emîr û Serokê Koma Partiya Rêya Nû Bulent Kaya jî axaftin kirin û dijberiya xwe ya qeyûman anîn ziman.

Parlamentera Partiya Kedê (EMEP) Sevda Karaca jî anî ziman ku gel dibêje “êdî bes e.” Sevda Karaca, banga têkoşîna hevpar kir.
Piştî daxuyaniyê, parlamenteran xwestin çelengê deynin pêşiya wezaretê. Polîsan hewl dan asteng bikin. Parlamenteran tevî astengkirinan jî çeleng danîn. Parlamenter û welatiyan bi hev re dirûşm berz kirin.
Etîket: AKPGulistan Kiliç KoçyigîtQeyûm
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

3 ÎLON 2026
AKP ji bo qanûna pêvajoyê li Meclisê civiya

AKP ji bo qanûna pêvajoyê li Meclisê civiya

5 TEBAX 2026
Dosye 3: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê HESên ewlehiyê firotin serokê AKPê Rahmet Taşar

Dosye 3: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê
HESên ewlehiyê firotin serokê AKPê Rahmet Taşar

5 TEBAX 2026
Gul: Sibê dê pêşnûme pêşkêşî Meclisê bê kirin

Gul: Sibê dê pêşnûme pêşkêşî Meclisê bê kirin

4 TEBAX 2026
AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

4 TEBAX 2026
Li Meclisê hevdîtinên pêşnûmeyê zêde bûn: Tê çaverêkirin pêşnûme sibê were Meclisê

Li Meclisê hevdîtinên pêşnûmeyê zêde bûn: Tê çaverêkirin pêşnûme sibê were Meclisê

4 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne