• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Ocalan: Pêwîstî bi çareseriya hiqûqî heye

Navenda Nûçeyan /AW

17 ÎLON 2025 - 14:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Buroya Hiqûqê ya Asrinê ragihand ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de gotiye pêwîstî bi çareseriyê hiqûqî heye û destnîşan kir ku Abdullah Ocalan gotiye “asta pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihiştiye qonaxa çarseriya hiqûqî.”

 

Buroya Hiqûqê ya Asrinê, di 15ê Îlonê de li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim, Ergîn Atabey û Mahmût Yamalak re hevdîtin kir. Buroyê, têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye: “Di 15ê Îlona 2025’an de me piştî 6 salan li Girtîgeha Îmraliyê bi miwekîlê xwe birêz Ocalan û miwekîlên xwe yên din re hevdîtin kir. Me, têkildarî rewşa hiqûqî, neteweyî û der heqê serlêdanên di mekanîzmayên darazê de didomin, agahiyên berfireh pê re parve kirin. Bi vê wesîleyê me firsend dît ku piştî demeke dirêj nêrîn û pêşniyarên birêz Ocalan guhdar bikin. Me birêz Ocalan pir bihêz û bibiryar dît. Piştî sala 2019an cara ewil e destûra hevdîtina parêzeran hate dayin û ev girîng û watedar e. Wî bi xwe jî heman wate da hevdîtinê û bi heman awayî nirxand. Di nirxandinên xwe de diyar kir ku avakirina hiqûqa demokratîk, pêwistiyeke dewleta norman e û yek ji armancên sereke ya pêvajoyê ye.

Di pêvajoya sed salan de gelê Kurd derveyî hiqûqê hatiye hiştin

Di hevdîtinê de got ku dema li merheleya pêvajoya aştî û civaka demokratîk tê nihêrtin, gihiştiye qonaxa çareseriya hiqûqî. Anî ziman ku di pêvajoya sed salan de gelê Kurd li derveyî hiqûqê hatiye hiştin û tişta dixwazin êdî derbas bikin jî ev derhiqûqtî ye. Destnîşan kir ku ew di çarçoveya neteweya demokratîk de di pêkvejiyanê de israr dike û xwedî projeya komara demokratîk e. Di vê çarçoveyê de, diyar kir ku siyasî, aborî, çandî û gelek aliyên din ên pirsgirêka Kurd hene û îşaret bi pêwîstiya bi çareseriyên hiqûqî yên yasayên serdema navberê digirin nav xwe. Her wiha got ku serdana parêzeran a di vê serdemê de ku weke pêvajoya derbasbûnê pênase dike, di heman demê de weke îşareteke vekirina deriyê hiqûqî dinirxîne û daxwaz û hêviya xwe ya bi vî awayî anî ziman.

Mafê hêviyê pirsgirêkeke avadaniyê ya hiqûqa Tirkiyeyê ye

Raberkirina nêzikatiyeke hêjayî rol û muxatabiya birêz Ocalan, berpirsyartiyeke sereke ya hemû kesên baweriya wan bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk tê ye. Bi vê wwesîleyê, em dixwazin destnîşan bikin ku ‘mafê hêviyê’ yê niha di rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de ye, pirsgirêkeke avadaniyê ya hiqûqa Tirkiyeyê ye û gavên erênî yên di vê mijarê de, dê di avakirina hiqûqa demokratîk de bibe gaveke destpêkê. Di serî de girtiyên siyasî, birêz Ocalan xwest ku em silavên wî ji hemû kesên pirsa wî kirine, yên baweriya xwe bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk tînin, yên di vê mijarê de kedê didin û di nava hewldanan de ne re bikin.”

Etîket: Aştî û civaka demokratîkBuroya Hiqûqê ya AsrinêHevditinparezerRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026
‘Entegrasyona demokratîk li Rojhilata Navîn aştiyê misoger dike’

‘Entegrasyona demokratîk li Rojhilata Navîn aştiyê misoger dike’

23 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne