• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Jin li Misircê meşiyan: Em ê bi têkoşîna xwe jiyaneke azad ava bikin HATE NÛKIRIN

Sêrt/ AW

25 SIBAT 2026 - 16:25
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
TJAyê li navçeya Misircê ya Sêrtê di çarçoveya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de meşek li dar xist û wiha got: “Em ê bi têkoşîna xwe jiyanek azad, wekhev û civakek demokratîk ava bikin.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi diruşma “Em bi berxwedanê azad dibin, Civaka Demokratîk Dihunin” li navçeya Misircê ya Sêrtê meşek li dar xist û daxuyanî da. Jinên ku pankartên “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk ava dikin” û “Bijî 8ê Adarê, Jin jiyan azadî” hilgirtin ji Parka Berfînê heta Parka Ehmedê Xanî meşiyan û pişt re daxuyanî dan. Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Saritaş Erdogan, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Jinên ku di çalakiyê de dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Jin jiyan azadî, azad bike Rêbertî” berz kirin dowîzên ku li ser wan “DEFEND Rojava (Rojava biparêze)” , “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî 8ê Adarê” dinivîsandin û wêneyên keziyên hûnandî hilgirtin. Jinan di meşê de alên TJAyê jî hilgirtin û stranên şoreşgerî gotin. Jinên ku heta Parka Ehmedê Xanî meşiyan li vir daxuyanî dan. Metna daxuyaniyê aktîvîsta TJAyÊ Devrîm Keklîk xwend.

‘Mafê jiyanê yê jinan ne mijara dan û standinê ye’

Devrîm Keklîk anî ziman ku 8ê Adarê ne tenê rojeke bîranînê ye, ew navê serhildana li dijî îstismara ked, laş, nasname û jiyana wan e û wiha got: “Ew navê îradeya avakirina jiyaneke wekhev, azad û demokratîk e. Tundiya li dijî jinan û zêdebûna hejmara kuştinên jinan encamên herî eşkere yên vê pergalê ne. Her roj jinek tê kuştin û tundî bi polîtîkayên necezakirinê tên kirin. Mafê jiyanê yê jinan ne mijara danûstandinê ye. Barê kûrbûna krîzên aborî, polîtîkayên şer û xizaniyê herî giran dikeve ser milên jinan. Em jin jî 8ê Adarê wekî dengê herî xurt ê aştiyê dibînin. Ji ber ku aştiyeke mayînde û bi rûmet tenê li ser bingeheke ku jin tê de wekhev û azad bin pêkan e. Banga ji bo Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliye birêz Abdullah Ocalan ve di 27ê Sibata 2025an de hatiye kirin, ne tenê ji bo gelan e. Ji bo hemû jinan jî xalek e dîrokî ye. Em jinên ku di têkoşîna civakî kirina aştiyê de rolek pêşeng girtine ser milê xwe, bi biryardarî ji bo serkeftina vê pêvajoyê dê şer bikin.”

‘Em ê heta 8ê Adarê her roj li kolanan bin’

Devrîm Keklîk bal kişand ser têkoşîna rizgariya jinan a li Rojhilata Navîn û gelek deverên cîhanê yên ku hedef tên girtin û wiha domand: “Wekî jin em di her aliyê jiyanê de hene. Li kargehan, deverên hilberînê, zeviyan, ofîsan, malan, kampusan, rêveberiyên herêmî, siyasetê û li kolanan. Em bi keda xwe hildiberînin, bi dengê xwe diguherin û bi rêxistina xwe vediguherin. Bi vî rengî em ê heta 8ê Adarê her roj li kolanan bin. Bi têkoşîna xwe em ê berxwedan û jiyanek azad û wekhev ava bikin. Bi vê yeke re jiyaneke azad û wekhev û civakek demokratîk ava bikin. Ger cîhan biguhere dê bi têkoşîna jinan biguhere. Heke aştî bê bi pêşengiya jinan were. Heke civakeke demokratîk bê avakirin dê bi hêza rêxistinkirî ya jinan bê avakirin.”

‘Em jin dikarin vê civakê biguherînin’

Dû re parlamenetera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş axivî. Sabahat Erdogan Saritaş bi lêv kir ku jin tevî hemû neyîniyan her roj li ber xwe didin û wiha got: “Em vê 8ê Adarê bi têkoşîn û berxwedanê pêşwazî dikin û pîroz dikin. Tevî ku 8ê Adarê bi salan e tê pîrozkirin jî roja ku jin neyên qetilkirin tune ye û keda wan tê xwarin. Em hikumeta mêrperest bi tund şermezar dikin. Lê jin li hember vê hişmediya qirêj daketin qadan û li ber xwe dan. Em bi vê yekê re silavên xwe ji hemû hevalên me yên jin ên li zindanan dimînin re jî dişînin. Divê em jin rêxistina xwe û yekîtiya xwe xurt bikin. Divê em li malan li taxan rêxistinkirina xwe ya jinan xurt bikin. Em jin dikarin vê civakê biguherînin, civaka demokratîk ava bikin.”

Çalaki bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî”, çepik, tilîliyan û gerandina govendê bi dawî bû.

Etîket: 8ê Adareaktîvîsta TJAyê Devrîm KeklîkMisircsêrtTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

TJA: Ji kar avêtina Îkra Avci ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

TJA: Ji kar avêtina Îkra Avci ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

20 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Berîvan Meryem Uzkaş bi girseyî hat bîranîn

16 TEBAX 2026
Sonay Mengutay piştî 30 salan azad e: Ji destê me çi were em ê bikin

Sonay Mengutay piştî 30 salan azad e: Ji destê me çi were em ê bikin

13 TEBAX 2026
TJAyê çalakiya hastaga #3êTebaxêJiBîrNekin da destpêkirin

TJAyê çalakiya hastaga #3êTebaxêJiBîrNekin da destpêkirin

2 TEBAX 2026

Li Misircê 12 cangorî bi girseyî hatin bibîranîn

1 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne