• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

ÎHDa Îzmîrê: Saît Toramanê ji sedî 57 astengdar demildest berdin!

Îzmîr / AW

14 SIBAT 2026 - 15:14
Kategorî: ROJANE
A A
ÎHDa Îzmîrê, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê giran Saît Toraman ku ji sedî 57 astengdar e û got: “Saît Toraman demildest berdin.”

Saît Toraman ê ji sedî 57 astengdar e di Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê de di bin tecrîdê de tê ragirtin. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)ê ya Îzmîrê ji bo bal bikêşe ser rewşa girtiyên nexweş, li pêşiya Sumerbanka li Konakê çalakiya xwe ya rûniştinê li dar xist. Di çalakiyê de de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne û nebe şirîkê mirinan” hate vekirin. Endamê ÎHDê Gulay Bîlîcî daxuyaniyê xwend.

‘Travma derbas kir, nexweşê epîlepsiyê ye’

Gulay Bîlîcî da zanîn ku Saît Toraman, di sala 2016an de dema 19 salî bû, di êrişa hovane ya DAIŞê ya di daweteke li Dîlokê de bi awayeke giran birîndar bû û wiha got: “Di wê êrişê de du birayên Saît Toraman jiyana xwe ji dest dan. Ji ber birînên giran, çoka Saît Toraman hate jêkirin û ji wê rojê ve bi protezê jiyana xwe didomîne. Di hişê wî de trawmaya giran pêş ket û nexweşiya epîlepsiyê lê peyda bû.”

‘Ji sedî 57 astengdar e’

Di berdewama axaftina xwe Gulay Bîlîcî destnîşan kir ku Saît Toraman tevî ku cezayê xwe yê eslî qedandiye jî, bi hincetên cuda nayê berdan û got: “Ji ber astengiya hişî û krîzên epîlepsiyê, Saît Toraman di girtîgehê de bi gardiyan û girtiyên din re ketiye nîqaşan. Ji ber van krîzên tenduristiyê, zêdetirî 30 dozên nû lê hatine vekirin û ev doz wek hinceta bernedana wî tên nîşandan. Saît Toraman niha di hucreyeke takekesî de tê ragirtin. Girtiyekî epîleptîk û xwedî astengiya hişî heke di hucreyê de bikeve erdê an jî krîzê derbas bike, ji ber tu kes li cem nîn e, metirsiya mirinê wî pir zêde ye.”

‘Ev sepan li dijî rûmeta mirovahiyê ne’

Gulay Bîlîcî banga pêkanîna peyamên navneteweyî û navxweyî kir û wiha got: “Li gorî xala 16emîn a Zagona Înfazê û xala 3yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, ragirtina kesekî rewşa wî ya tenduristiyê giran, binpêkirina mafê jiyanê û rûmeta mirovahiyê ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de Gulay Bîlîciyê rayedarên Tirkiyeyê hişyar kir û got: “Berpirsyarê her encameke neyînî dê meqamên dadî û îdarî bin.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

Etîket: Girtiyê nexweşÎHDa ÎzmîrêSaît Toraman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Seba veradîyayîşê Mehmet Saît Yildirimî qanûnê neweyî hewce nêkenê’

Tehliyeya Mehmet Saît Yildirim cardin hate astengkirin

7 ÎLON 2026
‘Tevî raporê girtiyê nexweş ê giran Necdet Koç bernadin’

‘Tevî raporê girtiyê nexweş ê giran Necdet Koç bernadin’

15 TEBAX 2026
Rûniştina Fyê: Nexweşê penceşêrê Hamdullah Aydemîr berdin

Rûniştina Fyê: Nexweşê penceşêrê Hamdullah Aydemîr berdin

8 TEBAX 2026
ÎHD: Osman Kara berdin û derman bikin

ÎHD: Osman Kara berdin û derman bikin

4 TÎRMEH 2026
Niyazî Budak piştî 30 salan tehliye bû

Niyazî Budak piştî 30 salan tehliye bû

28 HEZÎRAN 2026
Girtiyê nexweşê giran Mehmet Elçe tevî rapora ATKê jî nayê berdan

Girtiyê nexweşê giran Mehmet Elçe tevî rapora ATKê jî nayê berdan

26 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne