• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Iraqê ji ber gefên Fîdan bersivek tund da Tirkiyê: Sînorên xwe bizanin

Navenda Nûçeyan / AW

11 SIBAT 2026 - 16:24
Kategorî: CÎHAN, MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Wezareta Karên Derve ya Iraqê li ser gefên Hakan Fîdan, Sefîrê Bexdayê yê Tirkiyê Anil Bora Înan vexwend wezaretê û hişyariya, “Meseleya Şengal û hemû deverên din ên Iraqê meseleyeke neteweyî ye û em hemû destwerdanên biyanî red dikin” da. Parlementerê Iraqê Ela Heyder jî diyar kir ku Hakan Fîdan sînorên xwe ne zane dê sînorên wî hînî wî bikin.

Wezaret Karên Derve ya Iraqê derbarê gefên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan yên li ser Iraq, Şengal û herêmên din, Sefirê Bexdayê yê Tirkiyê Anil Bora Înan vexwend Wezareta Karên Derve ya Iraqê. Anil Bora piştî vexwendinê çû wezaretê û bi Şêwirmendê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Mihemed Hisên re civiya.

‘Gef binpêkirina çanda dîplomatîk e’

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Iraqê, di civînê de şêwirmendê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Mihemed Hisên nerazîbûna welatê xwe ya li beramberî daxuyaniyên Hakan Fîdan aniye ziman. Di daxuyaniya wezaretê de wiha hate gotin: “Ev peyamên wiha ziyanê dide peywendiyên dostane yên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de û wekî destwerdana di karûbarên navxwe yên Iraq û binpêkirina çanda dîplomatîk têne hesibandin.”

Pergala Iraqê li gorî ya xwe nenirxînin

Li gorî heman daxuyaniyê Mihemed Hisên ji sefîrê Tirk wiha gotiye: “Iraq dewletek avakiriye û xwedî sîstemek siyasî ya demokratîk û destûrê ye. Nabe Iraq bi welatên din ên ku xwedî sîstemên siyasî yên cudane re bi heman awayî bê nirxandin û dest girtin. Mijara Şengal û beşên din yên Iraqê, mijarek netewiye û wê li gorî mekanîzmeyên Iraqê bên çareserkirin. Em hemû destwerdanên biyanî yên ji bo ferzkirina çareseriyekê, an jî bikaranîna vê pirsgirêkê ji bo bandora siyasî û leşkerî, red dikin.”

‘Fîdan sînorên xwe nezane emê hîn bikin’

Parlamenterê Iraqê Ela Heyder jî bersiva gefên Hakan Fîdan da û wiha got: “Iraq ne baxçeyê paşî yê Tirkiyê, Amerîka û dagirkerek din e. Iraq welatê şehîd û pêxemberane.” Heyderî di bernameyek televziyonê de bersiva gefên Hakan Fîdan da û ev hişyarî kirin: “Tirkiyeyê ji sala 2011an ve bi hezaran dolar pere li Suriyeyê xerc kir, Îsraîlê di şevek de Suriye dagir kir û Beşar Esad ruxand. Îsraîlê heqaret li Hakan Fîdan û serokê wî kir. Niha jî Hakan tê gefê li Iraqê dixwe. Berjewendiya we li gel Iraqê heye, ji ber ku salane bi bihayê 20 miyar dolar bazirganî tê kirin. Herwiha 300 kompanyayên Tirkiyeyê li Iraqê heye, lewma eger Hakan Fîdan sînorên xwe ne nezane, emê wî fêr bikin. Çawa me yên beriya wî perwerde kirin, emê wî jî perwerde bikin.”

Etîket: IraqKurdistanSengalTirkiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji Dadgeha Iraqê biryarek sosret: Biryara girtina Partiya Ciwanên Êzidî da

Ji Dadgeha Iraqê biryarek sosret: Biryara girtina Partiya Ciwanên Êzidî da

18 MIJDAR 2026
Dadgeha Federal a Iraqê qebûl nekir ku biryarên Parlamentoya Başûr bên rawestandin

Dadgeha Federal a Iraqê qebûl nekir ku biryarên Parlamentoya Başûr bên rawestandin

18 MIJDAR 2026
Iraq: Dê hêzên Tirk ji baregeha Zêlkanê vekişin

Iraq: Dê hêzên Tirk ji baregeha Zêlkanê vekişin

10 MIJDAR 2026
Mustafa Pekoz: Hedefa stratejîk a peymana Mekeyê, Îran e

Mustafa Pekoz: Hedefa stratejîk a peymana Mekeyê, Îran e

9 MIJDAR 2026
DYAyê ji Iraqê xwest deriyên xwe yên vedibin Îranê bigire

DYAyê ji Iraqê xwest deriyên xwe yên vedibin Îranê bigire

8 MIJDAR 2026
Cîhan Celo: Di dîrokê de cara yekem Êzidî bi awayekî fermî tên naskirin

Cîhan Celo: Di dîrokê de cara yekem Êzidî bi awayekî fermî tên naskirin

7 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne