• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Piştî vê yekitiyê tu hêz nikare li ser gelê Kurd planên qirêj çêbike’

Colemêrg / AW

8 SIBAT 2026 - 18:59
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
 Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi boneya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û yekitiya neteweyî ya Kurd, li navçeya Şemzînanê bi rûsipiyan re civîn li dar xist û yekitiya neteweyî nîqaş kir.

Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk bi şîara “Em ê bi ruhê yekitiyê bi ser kevin” li avahiya Navenda Perwerdehiyê ya Gel a navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê civînek pêk anî. Di çarçoveya civînê de însiyatîf bi alim, mele û rûspiyên Şemzînanê re hatin cem hev, pêvajo û yekitiya neteweyî nîqas kirin. Hevberdevkên Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, rêveberên saziyên sivîl, mele, mixtar, ode û rûspî tev li civînê bûn.

‘Berxwedana Kurdan hişmendiya netewedewletan têk bir’

Civîn bi deqeyekê rêz girtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser têkoşîn û bedelên ku gelê Kurd heta niha danê û got: “Heke îro em dikaribin bi zimanê xwe biaxivin saya van bedelan û têkoşînê ye. Di saya van bedelan de êdî hemû dinya hebûna gelê Kurd qebûl dike. Piştî têkoşîna 52 salan, ew qas bedel îro şûn ve em bi tu awayî nahilên tu netewedewlet mafên gelê Kurd, çand, ziman û hebûna gelê Kurd tune bike. Mînaka berxwedanê ya herî girîng jî berxwedana 2014an a li Rojava ye. Li Rojava berxwedana gelê Kurd hişmendiya qirêj a netewedewletan têk bir. Jiyan û modela rêvebiriyê ya ku li Rojava hatiye avakirin ji bo hemû cîhanê bû mînak.”

‘Yekitiya gelê Kurd planên qirêj têk birin’

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di berdewama axaftina xwe de li ser giringiya yekitiyê jî sekînî û ev tişt got: “Çawa ku 2014an de bi êrişên DAIŞê yên li ser Kobanê gelê Kurd yekitiyeke xurt nîşan da û Kobanê parast, îro jî ji 6ê çileyê ve heta niha dîsa gelê Kurd bi rihê neteweyî û yekitiyê li Rojava xwedî derdikeve. Li her aliyê Kurdistanê ev yekitî derket holê. Rola birêz Abdullah Ocalan, birêz Mesûd Barzanî û birêz Bafil Talabanî di vê xwedîderketina li Rojava da girîng bû. Piştî vê yekitiyê êdî tu hêz nikare li ser maseyan, di derheqê mafên gelê Kurd, nasname û hebûna gelê Kurd de planên qirêj bike. Yekitiya gelê Kurd van planan hemû pûç kir. Me îro li Rojava ev yek dît. Em wek însiyatîf û saziyên din xebatên ji bo yekitiyê dimeşînin, lê ev têrê nake. Pêwist e mezinên me, rûspiyên me jî vê berpirsyariyê bigirin ser xwe, karê yekitiyê karê me hemûyan e, çi ji destê me kê tê divê em bikin.”

Dûre rêveberê Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê Lokman Ozdemîr da zanîn ku hemû rûspiyên Kurd berpisyarê vê pêvaşoyê ne. Lokman Ozdemîr diyar kir ku Şemzînan ji ber ku di navbera Rojhilat û Başûr de ye gelek watedar e û got: “Em kîjan olê baver bikin bila bikin pêwîste çand were parastin. Bo çi gava yekê Filîstînê tê kuştin herkes ser piyan e, gava Rojavayê kuştin çêdibekes ranabe ser pêyan, ma em ne mirovin. Şemzînan salên 90î de kirin cihê hîzbûlkontrayan, ew xelas bûn lê niha jî cemeet derketin.”

‘Em Kurd û Kurdistanî ne’

Herî dawî Mehmet Kamaç mafê axaftinê girt û ev tişt anî ziman: “Heke miletê kurd, yek dengiya xwe, yekrêziya xwe ava bike, 50 mîlyon hejmara Kurdan d Rojhilata Navîn de ti kes nikare me têk bibe.  Em dibin her tişt lê em tenê nabin Kurd. Em dibêjin Qazî Mihemmed em in, Seyîd Riza em in, Şêx Seîd em in, ev rêxistin heta niha jî ew bûye. Em Kurd û Kurdistanî ne. Ez bang li seydayên me dikim, bila pêşengiya vî milletî bikin, bila xwedî nasnamaeya xwe derkevin, bila milê xwe bidin gel. Em dibêjin yên ku gorî Quran û dînê Îslamê tev digere miletê Kurd e. Hûn dizanin tûfana enfalê ayeta enfalê destpêkir. Yekitiya miletê Kurd di vê serdemê de ji av û nan grîngîtir e. Gava erîşê me dikin nabêjin ew seyda ye, ew komînîst e, ew elewiye, erîşê me hemûya dikin, dixwazin me hemûyan tune bikin.”

Piştî axaftinan civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Etîket: KurdnîqaşŞemzînanYekîtî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

16 TEBAX 2026
Komîsyona Edaletê Qanûna Çarçoveyî nîqaş dike

Komîsyona Edaletê Qanûna Çarçoveyî nîqaş dike

7 TEBAX 2026
Festîvala Tetwanê bi konserek coş dest pê kir: Pêvajoya aştiyê siberoja gelê Kurd û Tirk e

Festîvala Tetwanê bi konserek coş dest pê kir: Pêvajoya aştiyê siberoja gelê Kurd û Tirk e

31 TÎRMEH 2026
Hevdîtinên gel ên Rihayê: Ji gundan heya taxan siberoja xwe ava dikin

Hevdîtinên gel ên Rihayê: Ji gundan heya taxan siberoja xwe ava dikin

23 TÎRMEH 2026
Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

19 TÎRMEH 2026
Hêzên Îranê zarokekî Kurd kuşt

Hêzên Îranê zarokekî Kurd kuşt

10 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne