• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di çapemeniya cîhanê nîqaşên li ser Sûriyê: Bêyî Kurdan aramî pêkan nîne

Navenda Nûçeyan / AW

4 SIBAT 2026 - 10:41
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A

Di çapemeniya cîhanê de peymana di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de wekî guherînek stratejîk hate nirxandin û bandora vê yekê ya li ser siyaseta herêmî û têkiliya wê bi siyaseta navneteweyî re hate destnîşankirin. Di nûçe û analîzan de hate ragihandin ku şert û daxwazên Kurdan dê di pêşerojê de bi awayek girîng bê nîqaşkirin û hind weşana ev yek bi şîroveya, “Bêyî Kurdan pêkanîna aramiyek mayîn de nepêkan e” pênase kir.

Di çapemeniya cîhanê de nîqaşên li ser peymana di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û mijara bicihanîna pêwistiyên peymanê berdewam dike. Pêşketinên li Kurdistan û Sûriyê îro jî cihek berfireh di çapemeniya cîhanê de girt. Di nûçe û analîzan de bi taybetî xalên peymanê û pêvajoya bicihanîna wan hate nirxandin û bandora wê ya li ser têkiliyên Kurd û Ereban û herêmê hate şîrovekirin.

‘Peyman encama şertê nû yên ewlehiyê ye’

Ajansa Amerîkî Associated Press (AP) pêvajoya cî bi cî kirina xalên peymanê wekî encama şertên nû yên ewlehiyê ku li Sûriyê derketine holê nirxand. AP di nûçeya xwe de bal kişand ser rola Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û got ku ev peyman li gorî hêviya ku cardin DAIŞ venegere û li Sûriyê bandor nebe hatiye çêkirin. Di nûçeyê de hate daxuyandin ku DYA bi heman hêviyê dixwaze ku xalên peymanê bên pêkaîn. Li gorî nirxandina APê rola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî dê di pêvajoya nû de bi awayek xurt bê nîqaşkirin.

‘Şam dixwaze navendîbûnê bi hêz bike’

Rojnameya Amerîkî The Washington Post jî peyman û pêvajo di çarçoveya guherîna dengeyên nû yên herêmî de nirxand. Rojnameyê nivîsand ku Şam bi vê gavê dixwaze kontrola navendî bi hêz bike, lê di heman demê de şertên Kurdan û rola wan di şerê li dijî IŞÎDê de jî nikare were paşguhkirin. Di dahurandina rojnameyê de pêvajo wekî sepandina şertên siyasî yên nû derketine holê û rû bi rû mayîna Kurdan a bi van şertan re hate nirxandin.

‘Bêyî lihevhatinê aramiya mayînde nemimkûn e’

Rojnameya The National ya Yekîtiya Îmaretên Ereb jî balkişand ser daxwaza navendîbûnê ya Hikumeta Demkî ya Sûriyê. Rojnameyê nivîsand ku Şam bi piştgiriya şert û mercên navneteweyî dixwaze serweriya xwe ya li ser hemû axa Sûriyê ji nû ve bi hêz bike. Di nûçeyê de rewş û pozîsyona Kurdan wekî astengiyek sereke ya li pêşiya stabîlbûna Bakur Rojhilatê Sûriyê hate nîşandan û daxuyand ku bêyî peyman û lihevhatinek bi Kurdan re aramiyek mayînde ya li vê herêmê ne mimkûn e.

‘Peyman rê li nirxandinek nû vedike’

Ajansa Îtalyayî Agenzîa Nova civîn û daxuyaniyên li ser bicihanîna peymanê wekî beşek ji pêvajoya siyasî ya li Sûriyê nirxand. Ajansê bal kişand ser şertên xweseriyê û daxuyand ku dibe peyman rê li ber nirxandinên nû yên statûya Kurdan veke. Agenzia Nova her weha rewşa navneteweyî û rola aktorên derveyî wekî Amerîka û Rûsya jî di vê pêvajoyê de nirxand û mîna hêmanek neyînî ji bo Kurdan şîrove kir.

‘Şam dixwaze şertên bi dest bixe’

Rojnameya Almanî Der Spîegel pêvajoya wekî serdemek nû û şertên nû girte dest. Rojnameyê nivîsand ku Şam bi vê gavê dixwaze rewşa di salên borî de ji dest da bû, ji nû ve bi dest bixe. Der Spîegel her wiha bal kişand ser vê yekê û diyar kir ku Kurd di navbera daxwazên xwe û şertên heyîn de bi dijwariyek nû re rû bi rû ne.

‘Peymana li Sûriyê û pêvajoya li Tirkiyê têkildar in’

Rojnameya Brîtanyayî The Independentê pêvajoyê li Sûriyê bi pêşketinên li Tirkiyeyê ve girêdayî nirxand. Rojnameyê nivîsand ku nîqaşên li ser pirsgirêka Kurdî li Tirkiyê û axaftinên li ser aştî, bi pêvajoya li Sûriyê re nêz ve têkildar in. Rojnameyê destnîşan kir ku dibe pêşketinên li Sûriyê siyaseta Enqereyê û pêvajoya tê meşandin bandor bike.

 

 

Etîket: DAIŞDYAHSDHTSKurdistanSûriyeTirkiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026
Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

Pezeşkiyan: Qedandina şer girêdayî DYAyê ye

25 ÎLON 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne