• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hevserokê KNKê Karamûs: Xeterî didomin, dema konferansa neteweyî ye

Navenda Nûçeyan / AW

31 ÇILE 2026 - 08:21
Kategorî: POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamûs diyar kir ku li dijî Kurdan projeya qirkirinê di dewrê de ye û xwest ku demildest kongreya neteweyî pêk bê.

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamûs ku derbarê pêşketinên dawiyê de ji Ajansa Nûçeyan a Hewarê re axivî, balkişand ser metirsiyên li pêşiya gelê Kurd. Karamûs diyar kir ku bi êrişên li ser taxên Şexmêqsûd û Eşrefiyê yên Helebê re qonaxeke nû dest pê kir û wiha got: “Di vê qonaxê de stratejiya desthilata Şamê diyar bû. Li ser tifaqên hatine çêkirin çi li Washington, çi li Parîs dibe û çi jî di qada navnetewî de be, gelek hêzan tifaqek fermî çêkirin. Di vê tifaqê de desthilata Şamê bi pêşengiya Tirkiyeyê êrişî tevahiya Rojavayê Kurdistanê bike, armanca wan ew bû tevahî destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê bên tesfiyekirin.”

‘Bi rihê neteweyî pêşiya komployê hate girtin’

Li ser têkoşîna neteweyî ya derketî holê Karamûs anî ziman ku gelê Kurdistanê ji her çar parçeyên Kurdistanê û li diyasporayê rihek neteweyî nîşanda û ev tişt gotin: “Di dîroka Kurd de bi şêwazek îstisna bi berxwedaneke bêhempa daketin kolanan. Ev berxwedan li pêşiya vê projeya tesfiyekirina gelê Kurd bû astengek. Gelê Kurd bi yekrêziya xwe pêşî li komkujiyan girt. Her ku diçe ev hestên neteweyî bilind dibin. Vê bandorek mezin li cîhanê kir. Piştî van çalakiyan ew bêdengiya gelek welatan hêdî hêdî hat şikandin. Ev bi saya vîna gelê Kurd ku tesfiyê qebûl nake çêbû. Em bi hêvîne vê berteka gelê Kurd peyamek dabe sazî, rêxistin û partiyên Kurdistanî yên çar parçeyên Kurdistanê. Divê peyama gelê xwe têbigihin. Li gor wê tevbigerin û yekrêziyê çêbikin, li gorî stratejiyeke nîştimanî li hev bikin.”

‘Dixwazin destkeftiyan ji holê rakin’

Ehmed Karamûs wiha qala hewldanên KNK’ê yên ji bo yekbûna partî û saziyên Kurd kir: “Berê jî erk û mîsyonek nîştimanî ya KNK’ê ye ku em yekrêziya Kurd mîsoger bikin. Piştî van bûyeran ne tenê Rojava, her çar parçeyên Kurdistanê di rojeva van hêzan de ye û dixwazin destkefiyên Kurdan ji holê rakin. Li gel ku li Tirkiyeyê pêvajoyeke danûstandinê dimeşe jî dixwazin Kurdan tesfiye bikin. Em jî tenê dikarin bi yekrêziyê ji vê planê re bibin bersiv.”

‘Divê konferansa neteweyî demildest bê kirin’

Têkildarî xebatên dimeşînin jî Karamûs got ku wan bi tevahiya partiyên li Rojavayê Kurdistanê hevdîtin pêkanîne û wiha domand: “Me li nêrîn û pêşniyarên wan guhdar kir. Dê hevdîtinên me bidomin. Li gel Şandeya Kurdî û Başûrê Kurdistanê jî dê hevdîtinên me çêbûn. Em hêvî ne ku demildest em karibin konferansekî netewî li dar bixin. Beriya ku derfetên xwe ji dest bibin. Ev daxwaze gelê Kurdistanê û KNK’ê ye. Niha gelê Kurd erk û rolek cudatir xist ser milê KNK’ê.” Karamûs bang li tevahî Kurdan kir ku di vê dema xweder de bi her alî ve têkoşîna li dora Rojavayê Kurdistanê mezin bikin.

 

Etîket: Ahmet KaramusKNKKongreya NeteweyîRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
KNK: Yekkirina hêzên pêşmergeyan bibe bingeha geşkirina yekrêziya Kurdan

KNK: Yekkirina hêzên pêşmergeyan bibe bingeha geşkirina yekrêziya Kurdan

22 ÎLON 2026
KNK: Divê hesab ji berpirsên sûc û binpêkirinên li Rojava were pirsîn

KNK: Divê hesab ji berpirsên sûc û binpêkirinên li Rojava were pirsîn

13 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne