• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Başûr seferberiya Neteweyî: Li dibistanan dersa berxwedanê 

Silêmanî AW

25 ÇILE 2026 - 13:56
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di çarçoveya seferberiya neteweyî de li Başûrê Kurdistanê ligel meş û daxuyaniyan, kar û xebatên alîkariyên mirovî û jiyanî jî didomin. Li gelek bajar û nevçeyan xwendekaran bi rêyên cur bi cur piştgiriya ji bo Rojava nîşan dan, rêxistinên civakî bangawaziya mezinkirina berxwedanê kirin. Çav li rê ye îro jî bi deh hezaran kes li deverên cuda meşan li dar bixin. 
Li dijî komployên dagirker û dijminan ên ji bo tunekirin û qirkirina Kurdan, gelê Kurd li seranserê welat û dervey welat bi yek dengî li ser linganin. Di heman çarçoveyê de li Başûrê Kurdistanê çalakî û xwepêşandanên gelê Başûrê Kurdistanê yên ji bo piştevaniya Berxwedana Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Li gelek bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê îro gelek çalakî, daxuyanî û xebatên piştevaniyê tên meşandin.
Dê meş pêk bên
Di arçoveya piştgiriya Rojava de îro li Silêmanî û li gundê Şerwêt xwepêşandan pêk bê. Li bajaroka Kifriyê ji bo piştevaniya bi Rojavayê Kurdistanê re bi sernavê ‘Ji Kifrî heta Rojava’ qampanya bê destpêkirin.
Li kampûsa nû ya Zanîngeha Silêmaniyê xwendekar dê bi daxuyaniyek çapemeniyê qampanyayek mezin ji bo komkirina alîkariyan ragihînin. Di heman demê de li parêzgeha Hewlêrê li ber navenda Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û li parêzgeha Silêmaniyê jî li ber Dadgeha Silêmaniyê, bi beşdariya parêzer, huquqnas û xwendekarên beşê huquqê dê çalakî were lidarxistin. Her wiha bi bedariya beşên cuda yên civakê dê li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê di çarçoveya berdewamiya çalakiyên de dê bi sernavê ‘Yekşema Şehîd Denîz’ xwepêşandan were lidarxistin. Li ber Baxê Giştî yê bajarokê Ranya herêma Raperîn, dê encama qampanyaya Kurdên Amerîkî û qampanya Ranyayê bikin paketek û ragihînin. Li parêzgeha Dihok, Hewlêr, Helebce û piraniya bajar û bajarokan kampanyaya ji bo komkirina alîkariya ji gelê Rojavayê Kurdistanê re berdewame.
Mamosteyan bi Ey Reqîb silav da Rojava
Rêveberiya Perwerdeyê ya Rojava ya li Silêmaniyeyê ji bo piştgiriya bi Rojava re daxuyaniyek da û çalakiyek lidar xist. Gelê Başûrê Kurdistanê weke parçeyên din ên Kurdistanê û gelek bajarên Ewropayê bi rojan e ji bo Rojava çalakiyan lidar dixe. Di serî de Silêmaniye, li gelek bajaran meşên piştgiriyê têne lidarxistin û mînakeke dîrokî ya xwedîderketinê tê nîşandan. Weke gelek sazî û rêxistinan, Rêveberiya Perwerdeyê ya Rojava ya li Silêmaniyeyê bi çalakiyekê piştgiriya xwe ji bo Rojava nîşan da. Li gel xwendina Sirûda Netewî ‘Ey Reqib’ dirûşmeyên ‘Rojava û Rojhilat, Kurdistan yek welat’, ‘Yeke yeke yeke, gelê Kurd yeke’ û ‘Bijî Berxwedana Rojava’ hatin berzkirin. Di çalakiyê de hate ragihandin ku wê çalakiyên xwe yên cûrbecûr veguherînin çekek manewî ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê û gotin: “Vê yekîtiyê hemû dijminan tirsandiye ku ger em bi vî rengî berdewam bikin, emê bigihîjin armancên xwe.”
Mijara dersê: Berxwedana Rojava
Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê, li seranserê dibistanên Herêma Kurdistanê waneya yekem ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kuridstanê û doza gelê Kurd veqetandin û hişyariya neteweyî ji bo xwendekaran hate ravekirin. Li Bibistana Amadeyî ya Şîrîn a Keçan li bajarê Silêmaniyê, di waneya Zimanê Kurdî de qala berxwedana Rojavayê Kurdistanê hate kirin. Di destpêka waneyê de, mamosteyê Zimanê Kurdî Arî Mihemed li ser dîroka gelê Kurd axivî û diyar kir ku sed salin gelê Kurd dibin zilm û dagirkeriyê de ye, lê serê xwe li hember dijmin û dagirkeran netewandiye. Mamosta Arî Mihemed wiha got: “Dijminan zimanê Kurdî û axa Kurdî înkar kirine. Ji bo vê armancê, gelê Kurd di qonaxên cûda de hatiye qirkirin. Du peyamên Kurdan hebûn; ‘Yan serkeftin, yan mirin’. Ji ber vê Kurdan qet serê xwe li ber dijmin û dagirkeran netewandin.”
Ji dilên biçûk berxwedana mezin
Li dibistanên bajarokê Çemçemal waneya yekem li ser piştgiriya Rojava, netewe û dîroka gelê Kurd veqetandin û mamosteyan bi xwendkaran re dîroka gelê Kurd, têkoşîn û berxwedana Rojavayê Kurdistanê nîqaşkirin. Mamosta û xwendekarên dibistana Pêşewa ya li navçeya Şoreş a ser bi bajarokê Çemçemalê, mamoste û xwendekaran, beşdarî çalakiya ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê bûn. Waneya yekem ji bo piştgiriya Rojava hate veqetandin û mamosteyan bi xwendkaran re dîroka gelê Kurd, têkoşîn û berxwedana Rojavayê Kurdistanê nîqaşkirin. Rêveberê Dibistana Seretayî ya Pêşewa Adil Reşîd ragihand ku bi dirêjahiya dîrokê Kurdan li kuderê serkeftinek bi destxistibin, dijminên Kurdan hewl dane ku wê tune bikin û rê li ber bidestxistina mafên wan bigirin.
Xwendekarên zanîngehê deng dan Rojava
Li Başûrê Kurdistanê çalakî û xwepêşandanên ji bo piştevaniya Berxwedana Rojavayê Kurdistanê ya li dijî komên çeteyên ser bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û dewleta Tirk, bê navber berdewamin. Bi beşdariya xwendekar û mamostayên Zanîngeha Polî Teknîk ya Hewlêrê, di çarçoveya çalakiyên piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan hate lidarxistin. Xwepêşanderan ragihandin ku pêwîste her kes piştevaniya Rojavayê Kurdistanê bikin. Hêjayî gotinêye ku li ser biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî ya Herêma Kurdistanê, li seranserê dibistanên Herêma Kurdistanê waneya yekem ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kuridstanê û doza gelê Kurd hate veqetandin û hişyariya neteweyî ji bo xwendekaran hate ravekirin.
DEM Partî xebatên alîkariyê dimeşîne
Nûnertiya DEM Partiyê ya Başûrê Kurdistanê kampanya komkirina alîkariya ji bo Rojava ragihand û banga beşdarbûnê kir. Di çarçoveya seferberiya giştî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê de, Nûnertiya DEM Partiyê ya Başûrê Kurdistanê ya li Hewlêrê kampanyaya komkirina alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê ragihand. Endamê Nûnertiya DEM Partiyê Murad Şen ragihand ku demek êrişek giran li dijî gelê Rojavayê Kurdistanê tê kirin, rê li ber av, elektrîk û pêdiviyên mirovî tê girtin. Murad Şen destnîşan kir ku tekezî kir ku nanek, avek, cilek zarokan û kelûpelên tenduristiyê pêwîst dikin û wiha bang kir: “Em dixwazin gelê me yê li Başûrê Kurdistanê alîkariyên xwe bigihîne. Her wiha ji bo sekin û helwesta gelê Başûr ya bi Rojavayê Kurdistanê, em spasiya gelê xwe yê Başûr dikin.”
Etîket: Başûrey raqîbMurat ŞenNeteweyîpiştgiriRojavaSilêmanî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li parlamentoya Avûstralyayê ji bo piştevaniya Rojava resepsiyon hate lidarxistin

Li parlamentoya Avûstralyayê ji bo piştevaniya Rojava resepsiyon hate lidarxistin

20 MIJDAR 2026
Li Edîrneyê kelek noqî avê bû: Zarokek xeniqî, 2 zarok jî winda bûn

Li Edîrneyê kelek noqî avê bû: Zarokek xeniqî, 2 zarok jî winda bûn

15 COTMEH 2026
Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

26 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne