• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şaxên ÎHDê: Bikevin nava tevgerê û xwedî li rûmeta mirovahiyê derkevin

Navenda Nûçeyan / AW

24 ÇILE 2026 - 14:46
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyanî dan û êrişan mafên mirovan binpê dikin şermezar kirin û gotin: “ Em raya giştî ya Tirkiyeyê û cihanê vedixwînin ku deng bidin aştiyê û xwedî li mirovahiyê derkevin.”

Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li gelek bajaran li dijî êrişên qirkirinê yên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniya hevpar dan. Şaxên ÎHDê yên Amed, Wan, Êlih, Riha, Stenbol, Îzmîrê daxuyanî dan û nerazîbûn nîşanî êrişên li ser Rojava dan.

Amed

Şaxa ÎHDa Amedê li avahiya daxuyanî da û endam û rêveberên ÎHDê, Baroya Amedê, Komeleya Hiquqnasên Ji Bo Azadiye (OHD), Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Serokê ÎHDa Amedê Ercan Yilmaz daxuyanî xwend.

Êlih

Şaxa ÎHDê ya Êlihê jî li ber Peykerê Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê daxuyanî da. Nûner û rêveberên gelek saziyên demokratîk tev li çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo aştiyê banga bi lez, Sûcên li Rojava hatin kirin bila demildest werin lêpirsînkirin” hat vekirin. Hevserokê ÎHDa Êlihê Ahmet Şîray metna daxuyaniyê xwend û êrişên li ser Rojava şermezar kir.

Riha

Şaxa ÎHDê ya Rihayê jî li dijî êrişên çeteyên qirkirinê li ser Rojava li avahiya xwe daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta li ser, “Banga lêzgîn ji aştiyê re, bila êrişên li ser Rojava rawestin û sûcên hatine kirin bên lêpirsînkirin” hat vêkirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka ÎHDa Rihayê Songul Arpa ve hat xwendin.

Wan

Li Wanê jî Şaxa Komeleya Mafên Mirovan têkildarî erişên qirkirinê yên li ser Rojava li ber avahiya xwe ya li navçeya Rêya Armûşê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo aştiyê banga lezgîn, êrişên li ser Rojava demildest rawestînin û sûcê şer lêkolîn bikin” hat vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” hatin berzkirin. Endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û welatî tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Wanê Mehmet Salîh Coşkûn xwend û xwest êrişên li dijî Rojava demildest bên rawestandin.

Îzmîr

Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê têkidlarî êrişên li ser Rojava daxuyanî da û şermezar kir. Daxuyanî li ber Sumerbanka kevn a li navçeya Konakê hate dayîn. Rêveberên ÎHDê û nûner û rêveberên saziyên demokratîk tev i daxuyaniyê bûn. Hevseroka Şaxa Îzmîrê ya ÎHDê Zîlan Gumuş daxuyanî xwend.

Daxuyaniya hevpar ku ji aliyê şaxên ÎHDê ve hate xwendin bi vî rengî ye:

“Pêvajoya ku li Sûriyê bi êrîşên komên çekdar ên girêdayî Rêveberiya Demkî ya ku ji aliyê HTŞê ve hatiye destpêkirin, bi êrişên li dijî Elewî û Durziyan dest pê kir; di 6ê Çileya 2026an de bi êrîşên li dijî Kurd û komên din ên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê dijîn, berdewam kir. Di encama êrîşên ku hatin kirin de, dîmenên îşkence û înfazkirina gelek mirovan di raya giştî de belav bûn û dîsa bi hezaran kes bi darê zorê hatin koçberkirin. Di qonaxa heyî de, tevî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji Dêr Hafir, Meskene, Reqa û Dêrazorê vekişiyane jî, êrîşên li dijî sivîlan zêde dibin û didomin. Bi taybetî bajarên Hesekê û Kobanê ku piranî Kurd lê dijîn tên hedefgirtin. Li gorî agahiyên dawî yên gihiştine destê me û di raya giştî de belav bûne li bajarê Kobanê gihîştina înternetê hatiye qutkirin her wiha gihîştina ceyran, av û xwarina bingehîn tê astengkirin. Mirovên li bajarên Kobanê û Hesekê dijîn, bi gefeke mezin a êrîşê re rû bi rû mane.

Peymana Hiqûqa Şer a Cenevreyê tê binpêkirin

Wezareta Karên Olî û Weqfan a Sûriyeyê jî, bi şandina giştînameyekê ji mizgeftên Sûriyê re ku bi ‘Sûreta Enfalê’ parve kiriye û li dijî Kurdan gefên komkujiyên hatiye xwarin. Mafên mirovan hatiye binpêkirin. Giştînameya Wezareta Karên Olî û Weqfan a Suriyeyê ya bi navê ‘Sureta Enfalê’ nav û sembola komkujiyên Seddam Huseyîn ên sala 1988an a li dijî Kurdan dest pê dike, êrişên li dijî Rojavayê wekî ‘fetîh’ hatiye binavkirin û zemîn ji êriş û komkujiyan re amade kiriye û ev yek meşrû kirine. Her wiha di dîmenên ku li raya giştî belav bûne de tê dîtin ku komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê ya Demkî ya ku ji aliyê HTŞ’ê ve hatiye avakirin, kesên gumanbarên DAIŞ’ê yên di girtîgehan de serbest hatine berdan, êrîşên li dijî sivîlan û bi taybetî jinan zêde bûne û kiryarên îşkence û înfazê bûne rewşeke sîstematîk. Ev nûçe û dîmenên ku di raya giştî ya cîhanê de belav bûne, radixin ber çavan ku Hiqûqa Navneteweyî û Peymana Hiqûqa Şer a Cenevreyê bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin. Êrîşên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên; di mijara parastina rûmeta mirovahiyê de berpirsiyariyeke mezin li ser milê raya giştî ya herêmî û navneteweyî bar dike.

Ev nêzîkatî binpêkirina mafên mirovan e

Di çalakiyan de êrişên li dijî gel û rojnamegeran tên kirin binpêkirina mafên mirovan e. Êrişên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gelek deverên Tirkiyê tên protestokirin. Di dema van çalakiyên protestoyî de, agahî û dîmen di raya giştî de belav bûne ku hêzên ewlehiyê li dijî xwepêşanderan kiryarên ku digihîjin asta îşkenceyê pêk anîne û gelek kes hatine binçavkirin û dest danîne ser alavên gelek rojnamevanên ku şopandina nûçeyan dikirin û ew binçav kirine. Her wiha em şahidiya propagandaya nîjadperestiyê, banga şîdetê dikin. Ev nêzîkatî binpêkirina mafên mirovan e.

Li dijî şer û şidetê bikevin nav tevgerê

Em bang li hemû dewletên endamên Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî, bi taybetî li Tirkiyê dikin; divê li dijî komkujî û qirkirina li Sûriyê bêdeng nemînin, êrîşên li dijî Kurdan demildest bên rawestandin û rêz li mafê biryardayîna paşeroja xwe ya gelên niştecih ên wekî Kurd, Suryanî, Elewî, Durzî û hemû civakên din bê girtin û ev mafê meşrû bi awayekî xurt bê piştgirîkirin. Divê rêveberiyeke demokratîk li Sûriyeyê bê avakirin, dê bibe wesîleyê hem aştiya navxweyî ya Tirkiyê û hem jî aştiya herêmî. Di vê çarçoveyê de Tirkiye divê dûr bisekine ji piştgirîkirina pêkhateyên ku li Sûriyê yekparêziyê dikin hedef û ji bilî xwe mafê jiyanê nadin tu kesî, û divê piştgiriyê bide polîtîkayên ku jiyana wekhev û azad a hemû gel û baweriyan. Em wekî rêxistinên civaka sivîl yên li Amedê ji bo avakirina jiyaneke hevpar a li ser esasê nirxên demokrasî û mafên mirovan, li ser bingehên wekhevî, azadî û aştiyê li cîhanê û erdnîgariya me, bang li herkesî dikin ku li dijî şer û şîdetê bikevin nava tevgerê û xwedî li rûmeta mirovahiyê derkevin.

 

Etîket: Berxwedana Rojavabinpêkirina mafên mirovanÎHDa AmedêÎHDa ÊlihêÎHDa ÎzmîrêÎHDa RihayêÎHDa WanêKomeleya Mafê Mirovan (ÎHD)Rojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ÎHD: Bêyî misogeriya hiqûqî û siyasî bêçekbûn mayînde nabe

ÎHD: Bêyî misogeriya hiqûqî û siyasî bêçekbûn mayînde nabe

21 TÎRMEH 2026
Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

20 TÎRMEH 2026
ÎHD 40 salî ye: Em li pey heqîqetê ne û di aştiyê de bi israr in

ÎHD 40 salî ye: Em li pey heqîqetê ne û di aştiyê de bi israr in

17 TÎRMEH 2026
Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

18 HEZÎRAN 2026
Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

13 HEZÎRAN 2026
Ji nêzîkatiya ‘hevalane’ ber bi gefan ve: Li Îzmîrê tora sîxuriyê

Ji nêzîkatiya ‘hevalane’ ber bi gefan ve: Li Îzmîrê tora sîxuriyê

2 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne