• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
03 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Kamûran Tanhan: Heta ku em cenazeyan nestînin em ê li vir bin

Şirnex / AW

8 ÇILE 2025 - 11:56
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan bi lêv kir ku sekinandina wan a li deriyê sînor bêhiqûqî û bêexlaqî ye û destnîşan kir ku heta ew cenazeyên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn nestînin dê li deriyê sînor bin.

Şandeya ku ji Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, bavê rojnamevan Nazim Daştan, bavê rojnamevan Cîhan Bîlgîn, endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dêrguşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER) û Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) pêk tê ji bo cenazeyê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn wergirin di 6ê Çileyê de hatin Deriyê Sînor ê Xabûrê. Lê şandê 2 roj in bi hincetên cuda cuda li Deriyê Sînor ê Xabûrê tên sekinandin.

‘Bi biryareke keyfî me didin sekinandin’

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan bertek nîşanî sekinandina şandeyê da û wiha got: “Bi biryareke keyfî me li vir didin sekinandin. Ji 6ê mehê ve em li vir in. Her roj bi hezaran wesayît li vir diçin û tên lê niha bi biryareke keyfî me didin sekinandin. Ji bo me ew qad girtine. Ji bilî me tu kes tune ye li vir. Ev yek bêhiqûqî û bêexlaqî ye. Biryareke siyasî û keyfî ye. Dibêjin ev biryar ji Enqereyê hatiye. Heta Enqere destûr nede em nahêlin. Ji me re tiştek wisa negotin. Lê ji hevalên me yên ku lu vir daxuyanî dabûn re wisa gotibûn. Heke ji me re wisa bigota me jî bigota girtekê bigrin em jî li gor wê serî li dozgeriyê bidin.”

‘Heta ku em encamekê nestînin ji vê qade dernakevin’

Kamuran Tanhan destnîşan kir ku heta ew neçin cenazeyan nestînin wê li wir bin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Banga me ji rayedaran re ev e; heke biçek hiqûq mabe bila astengiyan dernexînin. Ev çend roj in zilma ku li ser her du malbatan tê kirin di tu bawerî û siyasete de nîne. Daxwaza me jî ew e ku bihêlin malbat biçin cenazeyên xwe bînin û bikarin wan defin bikin û biçin ser gora zarokên xwe. Xwestin me ji odeya ku em lê diman derxînin lê me ew nêzikatî qebûl nekir. Armanca wan ew e ku me derxînin dervêyî sînor. Lê me nehişt û piştî berteka me bi paş ve gav avêtin. Malbat jî dibêjin heta ku em encameke nestînin ji vê qade dernakevin, me bikujin jî binçav jî bikin em dixwazin biçin cenazeyên xwe bînin.”

Etîket: AstengkirincenazeCîhan BîlginDeriyê Sînor ê XabûrêKamûran TanhanNazim Daştan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

2 TÎRMEH 2026
Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

30 HEZÎRAN 2026
Cenazeyê Dayika Aştiyê Behiye Sevîm hate veşartin

Cenazeyê Dayika Aştiyê Behiye Sevîm hate veşartin

25 HEZÎRAN 2026
Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

25 HEZÎRAN 2026

Cenazeyê Mehmet Emîn Karayilan hat veşartin

18 HEZÎRAN 2026
Doza rojnamevan Ceylan Şahînlî hat taloqkirin

Doza rojnamevan Ceylan Şahînlî hat taloqkirin

15 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (38)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne