• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Dinya kor e û hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin’

Wan / AW

14 ÇILE 2026 - 09:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokên DBPê û DEM Partiyê yên Wanê bertek nîşanî êriş û qirkirinên li taxên Kurdan Eşrefiyeyê û Şêxmeqsûdê yên Helebê dan û gotin: “Cîhanê çavên xwe li qirkirina ku bi destên dewletên hegemonîk ve tê kirin girtiye û hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin.”

Di navbera 6 û 11ê Çile de çeteyên HTŞê û SMOyê li ser taxên Kurdan Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêdê yên Helebê êrişên qirkirinê pêk anîn. Hêz û dewletên navneteweyî jî li dijî van êriş û qirkirinan bê deng man. Li dijî van êrişan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî gelek çalakî pêk hatin û hê jî berdewam dikin.

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Gonul Ûzûnay û Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê Gulşen Kurt derbarê êrişên qirkirinê yên li ser gelê Rojava de axivîn.

‘Hedefa wan destkeftiyên Kurdan e’

Hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Ûzûnay bi bîr xist ku di 6ê Çileyê de bi destê çeteyên HTŞê yên amblemên DAIŞê li ser cilên wan hebûn, li taxên Kurdan ên Helebê erişên tund pêk hatin û got: “Tê dîtin ku di van êrişan de destê çend netew-dewletan jî hene. Bi taybetî armanca van erişan qirkirina gelê Kurd e. Dixwazin destkeftiyên Kurdan en li Rojava ku bi pêşengtiya jinên Kurd û enternasyonal pêk hatiye ji holê rakin û pêşketina Kurdan rawestînin. Li Parîsê di bin sîwana Amerîkayê de di navbera Şam û Îsraîlê de peymanek hate îmzekirin. Ev peyman pêşkêşkirina Sûrîyeyê ji bo Îsraîlê bû. Piştî wê peymanê ev êriş û qirkirin hate destpêkirin.”

‘Em dizanin ji bo çi jinan dikin hedef’

Gonul Ûzûnay destnîşan kir ku dîmenên li ser medyaya dijîtal nîşan dide ku di şexsê gelê Kurd de bi taybetî jinên Kurd hedef hatine girtin û wiha got: “Em dizanin ji bo çi jinan hedef digirin. Ji ber ku di Şoreşa Rojava de têkçûyîna DAIŞê bi pêşengtiya jinên Kurd pêk hatibû. Jinên Kurd bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ti gav paşve neavêtin. Divê ev yek baş bê zanîn, Kurdek êşekê bikêşe dilê Kurdên her çar parçeyan û Anatolyayê jî diêşe. Her çiqas sed sal berê Kurdistan hatibe parçekirin jî dilê Kurd, fikra Kurd, zikra Kurd yek e.”

‘Di Rojava de jiyaneke bi rûmet û azad hatiye afirandin’

Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt jî da zanîn ku ev şerê ku li Rojava tê meşandin bi zîhniyeta kapîtalîst, hegemonîk û faşîst pêk tê û ev yek anî ziman: “Ev 13 sal in li Rojava gelê Kurd, Suryan û Ereb bi hev re jiyaneke bi rûmet û azad ava pêk anîne û dijîn. Axa Sûriyeyê ya Kurdan, Sûryaniyan, Dûrziyan û tevahî gelê li wir e. Mafê wan heye ku li ser axa xwe, xwe bi rê ve bibin û xwe rêxistin bikin. Lê mixabin em dibînin ku ew dewletên hegemonîk ji hemû aliyan ve ji ber berjewendiyên xwe gelan qetil dikin. Di serî de gelê Kurd qetil dikin. Ev nayê qebûlkirin.”

‘Cîhanê çavê xwe girtiye û hiqûqa navneteweyî hatiye binpêkirin’

Gulşen Kurt bi bîr xist ku jiyana li Rojava hatiye avakirin rûmeta mirovahiyê diparêze û pêkve jiyana hemû gelên bindeste û got: “Jiyaneke azad û bi rûmet mafê hemû gelan e. Cîhanê çavên xwe li vê qirkirina ku bi destên dewletên hegemonîk hate kirin, girtî ye. Hiqûqa navneteweyî hatiye binpêkirin. Em ji hemû aliyan ve piştgirên gelê Rojava ne. Ew jiyana ku li Rojava hatiye avakirin ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû jinan, ciwanan û hemû gelan jiyaneke bi rûmet e. Li ser vê esasê divê her çar parçeyên Kurdistanê bibe yek û bi hev re tevbigerin.”

Etîket: EşrefiyeHelebKomkujîqirkirinRojavaŞêxmeqsûd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Rejîma Îranê lez da biryarên darvekirinê

Rejîma Îranê lez da biryarên darvekirinê

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne