• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Aştiyê li ber wezaretê bang kirin: Bila Hakan Fîdan îstîfa bike

Enqere / AW

13 ÇILE 2026 - 12:00
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dayikên Aştiyê ku li dijî êrişên li ser taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatin Enqereyê li ber Wezaretê Karên Dervê bertek nîşanî êrişan dan û banga îstîfakirinê li Hakan Fîdan kirin.

Dayikên Aştiyê li dijî êrişên komên çete yên giredayî HTşê û Tirkiyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li Enqereyê civiyan. Dayikên Aştiyê li ber Wezaretê Karên Derve ya li navçeya Çankayayê ya Enqereyê kom bûn. Dayikên Aştiyê li vir pankarta li ser, “Em dayik rê nadin şer” dinivisî hilgirtin û dovîzên li ser, “Rojava rûmeta me ye”, “Em şer naxwazin” û “Bijî berxwedana Rojhilat” dinivisî û çelenga reş rakirin. Her wiha dayikan wêneyê Zeyad Heleb ku li taxa Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dabû hilgirtin.

Dayikên li vir hatin astengkirin di nav dorpêça polîsan bênavber dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Şehîd namirin”, “Em şer naxwazin aştiyê dixwazin” û “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd” berz kirin. Destûr nehat dayîn ku dayik biçin ber deriyê Wezareta Karên Derve.

‘Em Hakan Fîdan vedixwînin ku îstîfa bike’

Dayikan li vir daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de ewilî li ser navê dayikan, Dayika Aştiyê Hava Kiran axivî. Hava Kiran anî ziman ku ew ji bo aştiyê hatine Enqereyê û wiha got: “Ji dayikan re herî zêde zarokên wan pîroz in. Em dayik ji bo zarokên tu dayikan nemirin li vir in. Tu kes bi qasî Kurdan ne Misilman e. Jinek kuştin û di ser avahiyê de avêtin. Ew ne Misilmantî ye. Em Dayikên Aştiyê li tu aliyên welat şer naxwazin. Em di pêvajoyeke aştiyê de derbas dibin. Em bang li rayedarên Tirkiyeyê dikin; zarokên Kurdan ne pezê ber kêrê ne. Em bang li dewletên navneteweyî û Tirkiyeyê dikin vî şerî rawestînin. Feydaya vî şerî ji tu kesekî re tune ye. Em dibêjin bila aştî demokrasî pêk were. Têkoşînê li Enqereyê dest pê kir çareserî jî li vir dibe. Ji bo wê em hatin vir. Em dixwazin şer bisekine û aştî pêk were û em Hakan Fîdan vedixwînin ku îstîfa bike.”

‘Li ser xwîna Kurdan bazariyê nekin’

Dayika Aştiyê Emîne Eren jî bang li rêyedarên Tirkiyeyê û hezên navneteweyî kir û got: “Îro şerekî hovane li ser gelê Rojava tê meşandin. Em kesên van êrişan dikin şermezar dikin. Tirkiye ew çete perwerde kirin û şandin şer. Şerekî li dijî mirovahiyê ye. Em hatin ku Wezîrê Karên Derve re hevdîtînê bikin. Bila îstîfa bike. Li ser xwîna zarokên Kurdan planan dike. Em dibêjin bila aştî bibe. Em şer naxwazin. Me zarokên xwe winda kir, em naxwazin zarokên kesî bimirin. Dinya têra me hemûyan dike. Banga me ji cıvata navneteweyî re jî ev e; Colanî DAIŞ e. Lê Tirkiye piştgiriya wan dike. Em careke din dibêjin aştî. Em hatin hevdîtinê bikin û bêjin li ser xwîna Kurdan bazariyê nekin.”

‘Radikin quranê û zarokên Kurdan qetil dikin’  

Rêvebera MEBYA-DERa Amedê Meryem Soylu jî destnîşan kir ku radikin quranê û zarokên Kurdan qetil dikin û got: “Hemû kesên dibêjin em mirov in divê vê zilmê qebûl nekin. Divê derfetê nedin DAIŞê. Dê sibê li serê hemû dinyayê bela bibin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Dayikên Aştiyê dê serdana Navenda Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku li dijî komkujiyên li Helebê dê 3 rojan nobede bigire bikin.

Etîket: Dayikên AştiyêHakan FidanHeleb
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji Hakan Fîdan serdan û îdiayên balkêş

Ji Hakan Fîdan serdan û îdiayên balkêş

12 ÎLON 2026

Dayikên Aştiyê û ciwan bi meşê serdana şîna şehîdan kirin

25 TEBAX 2026
Li ser sendelyeyê bi teker hate serdana şîna cangoriyan

Li ser sendelyeyê bi teker hate serdana şîna cangoriyan

23 TEBAX 2026
Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

20 TEBAX 2026
‘Em dixwazin Serokê me di nav me de be’

‘Em dixwazin Serokê me di nav me de be’

19 TEBAX 2026
Li Enqereyê civînên ‘pêvajoyê’

Li Enqereyê civînên ‘pêvajoyê’

6 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne