• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KURDÎGEH: Heta zimanê Kurdî nebe xwedî statu aştiyeke rast pêk nayê

Wan / AW

6 ÇILE 2026 - 17:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – KURDÎGEHê têkildarî guhertina tabelaya kreşa zarokan a bi navê “Perperok Mala Zarokan” ya ji aliyê qeyim ve daxuyaniyek da û got: “Em careke din destnîşan dikin ku heta zimanê kurdî ji aliyê hiqûqî û siyasî ve nebe xwedî statu, nebe zimanê perwerdehiyê, aştiyeke rast û civateke demokratîk pêk nayê.”

KURDÎGEHê, têkildarî kreşa zarokan a bi navê “Perperok Mala Zarokan” ku ji aliyê qeyûm ve tabelaya wê hatiye guhertin, li Kolana Hunerê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Zimanê Kurdî xeta me ya sor e destê xwe jê vekişînin” hat vekirin û dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe”, “Ziman jiyan azadî”, “Bê kurdî jiyan nabe” hatin berzkirin. Parlamenterên DEM Partiyê, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdûllah Zeydan, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn.

Metna daxuyaniyê ji hêla rêveberê KURDÎGEHê Alî Ataman ve hat xwendin.

Rêveberê KURDÎGEHê Alî Ataman anî ziman ku qeyimê faşîst li dijî zimanê Kurdî êrişeke hov kiriye û got: “Tabelaya zarokxaneya bi navê Perperokê ku şaredariya DEM Partiyê daliqandibû, ji aliyê qeyimê faşîst ve hat rakirin. Helbet armanc û hewldana qeyûman ew e ku di çarçoveya polîtîkayên desthilatdariyê de bi rengekî hovane zimanê Kurdî li her derê ji holê rakin û zarokên Kurd bikin Tirk. Qeyimê faşîst, diz û talanker ê şaredariya bajarê mezin, bi vê kiryara xwe careke din nîşan daye ku, dijminîtiya neteweya Kurd û zimanê Kurdî dike.”

‘Abdullah Ocalan zimanê dayikê ji nan û avê girîngtir dibîne’

Alî Ataman bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk û wiha berdewam kir: “Rêzdar Abdullah Ocalan zimanê dayikê ji nan û avê girîngtir dibîne; ji bo aştiyeke rast, azadî, serbestî û wekheviya hemû ziman û nirxên netew û koman ên civakî û dîrokî diparêze.”

‘Astengiyên li pêşiya Kurdî ranebin, aştî jî pêk nayê’

Alî Ataman destnîşan kir ku zimanê Kurdî ji bo kurdan xeta herî sor û jêneger e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mafên zimanên din çi bin mafên zimanê kurdî jî ew in. Em careke din destnîşan dikin ku heta zimanê kurdî ji aliyê hiqûqî û siyasî ve nebe xwedî statu, nebe zimanê perwerdehiyê, hemû astengiyên zagonî û kiryarî yên li pêşiya zimanê Kurdî ji holê neyên rakirin, hemû navên ku berê Kurdî bûn paşê kirine Tirkî li Kurdî neyên vegerandin, aştiyeke rast û civateke demokratîk pêk nayê.”

‘Divê zimanê Kurdî bê mîsogerkirin’

Piştî daxuyaniyê hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal diyar kir ku heta ew bi zimanê xwe nejîn dê berxwedana wan bidome û ev tişt got: “Divê her derê Wanê bi zimanê Kurdî bê xemilandin û divê Kurdî li her qadên Wanê Kurdî bibe zimanê jiyanê. Heke aştiyek çêbe, heke ev pevajo ser bikeve, divê pêşî zimanê Kurdî bê nasîn û bê misogerkirin.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

Etîket: Kreşa zarokanKURDÎGEHPerperokQeyimê WanêZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

29 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026
MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

20 ÎLON 2026
Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

20 ÎLON 2026
Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

18 ÎLON 2026
Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

17 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne