• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
03 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

NYyê ji ber îdam û zordestiyê Îran şermezar kir

Navenda Nûçeyan / AW

19 KANÛN 2025 - 14:47
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Neteweyên Yekbûyî bi boneya zêdebûna îdaman, binçavkirinên kêfî û binpêkirina mafên kêmaran biryarek ku 78 welatan piştgirî dayê, rejîma Îranê şermezar kir.

Rejîma Îranê ku bi îdam û binpêkirina mafên kêmar û komên olî di rojevê de ye cardin bû mijara Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY). Li ser pêşnûmayek ji hêla Hikûmeta Kanayê derbarê zordariya Îranê de pêşkêşî Lijneya Giştî ya NYyê hate kirin, di 17ê Kanûnê de hate rojevê. Pêşnûmayan ji hêla Komîteya Sêyemîn ya Lijneya Giştî ve hate erêkirin kete dengdanê. Di encama dengdanê de ji piştgiriya 78 welatan hate erêkirin. Di biryarê de hate bibîrxistin ku li Îranê her ku diçe hejmara îdaman ango darvekirinan zêde dibe. Biryar balê dikişîne ser van xalan: “Li rejîma Îranê hejmara îdaman zêde dike, mirovan bi kêfî digire binçavan, protestoyan bi zorê diçewisîne, mafên gelên kêmar û komên olî bi şidetê binpê dike. Azadiya kêmar û komên olî her ku diçe tengtir dike.”

Îran bi şidetê welatiyan diçewisîne

Di biryarê de hate daxuyandin ku Îran hewl dide li welatên biyanî jî heman rêbazan li dijî gelên kêmar, komên olî û mûxalîfên rejîmê bikar bîne. Hate diyarkirin ku rejîma Îranê welatiyên li dewletên cuda tacîz dike û dixwaze bi şidetê wan biçewisîne.

DYA: Di nav 15 rojên Kanûnê de 54 Kurd hatin girtin

Di malpera Fermî ya Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de daxuyaniyek hate weşandin. Di daxuyaniyê de li ser zordariya Îranê ku li dijî kêmarên etnîk û olî dimeşîne û wiha hate gotin: “Tenê di du hefteyên meha Kanûna 2025an de 54 Kurd hatin girtin. Ev jî tê wateya ku her ji du rojan carekê 7 Kurd tên girtin. DYA vê zilmê bi tundî şermezar dike û banga li Rejîma Îranê dike ku dest ji zordariya sîstematîk a li ser kêmaran berde.” Di daxuyaniyê de bang li rejîma Îranê hate kirin ku rêzê ji maf û rûmeta gel re bigire.

HRANA: Îro 4 welatî hatin daliqandin

Li aliyê din Saziya Çalakiyên Mafên Mirovan (HRANA) daxuyand ku îro piştrast kirine çar welatî hatine îdamkirin. Li gorî daneyên saziyê, li Zindana Dezfûlê kesek, li Zindana Nowşehrê kesek, li Zindana Esfarayen kesek û li Zindana Sineyê kesek di nav de 4 kes hatin darvekirin. Saziyê bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku li dijî zordariyên rejîma Îranê bi hestiyar be.

Kuba û Vietnamê piştgirî dan Îranê!

Hin welat li dijî şermezarkirina Îranê derket in. Balkêşe ku welatê Kubayê û Vietnamê jî di nav van welatan de cih digirin.

Etîket: AmerîkadarvekirinDYAÎranLijneya Giştî ya NYyêNeteweyên YekbûyîNYRejîma Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rapora NYê: Talîbanê jin ji jiyana siyasî û biryardayinê dûr xistine

Rapora NYê: Talîbanê jin ji jiyana siyasî û biryardayinê dûr xistine

1 TÎRMEH 2026
Li sînorê Pakistan û Afganistanê 28 sivîl jiyana xwe ji dest dan

Li sînorê Pakistan û Afganistanê 28 sivîl jiyana xwe ji dest dan

30 HEZÎRAN 2026
Wezîrê Îngilîz Falconer: Li Îranê Kurd bi zexteke giran re rû bi rû ne

Wezîrê Îngilîz Falconer: Li Îranê Kurd bi zexteke giran re rû bi rû ne

29 HEZÎRAN 2026
Trump tevî agirbestê gef li Îranê xwar

Trump tevî agirbestê gef li Îranê xwar

28 HEZÎRAN 2026
YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

25 HEZÎRAN 2026
Krîza perwerdeyê ya cîhanî bandorê li 258 milyon zarokan dike

Krîza perwerdeyê ya cîhanî bandorê li 258 milyon zarokan dike

24 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (38)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne