• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gelê Licê: Ji tiryak û fihûşê re cih tune ye

Amed / AW

14 KANÛN 2025 - 16:18
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Gelê Licê li dijî hişbir, fihûş û polîtîkayên şerê taybet bi girseyî meşiya. Welatiyên ku tevî meşê bûn, da zanîn ku Licê warê berxwedanê ye, divê di serî de gelê Licê û hemû gel li hember van politikayên şerê taybet bertek nîşan bidin û rê nedin vê qirêjiyê.

Li Licê bi pêşengtiya Platforma Şiyar Be de li dijî hişbir û fihûşê meş hat li darxistin. Girse li pêşiya Fabrîqeya Halîs Toprak kom bû, li heta navenda bajêr meşiya.  Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Endam û Rêveberên Partiya Wekhêvî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA), gelek partiyên siyasî û saziyên sivîl û gelek welatî tevî meşê bûn.

Meşa ku li di jî tiryak û polîtîkayên şerê taybet hate li darxistin bi tîlîliyan destpê kir. Di meşê de dirûşmeyên “Şiyar be Amed” , “Şiyar be Licê” , “ Şiyar be Kurdistan”, “Li hember tiryakê şiyar be” , “Li dijî fihûşê şiyar be” , “Em li virin” , “Jin Jiyan Azadî” , “Li hember tiryakê rabe” , “Li hember fihûşê rabe” hatin berzkirin.

Banga yekitiyê hate kirin                         

Welatiya bi navê Bîrgul Doludemîrê bang li gelê Licê kir û got : “Heger em nebin yek zarokên me dê di nav tiryak û fihûşê de winda bin. Em ji bo ciwanên xwe dijîn û em xwedî wan derbikevin. Zarokên me ji ber madeyên hişbirê xwe dikûjin. Em bangavazî li gelê Licê dikin, bila dest bidin hev û xwedî li ciwanan derkevin.”

Paşê dayîka bi navê Şukran Baygeldî ji bal kişand berbelavbûna tiryakê li dibistanan û wiha got: “Em dikarin bi hev re vê tiryak û fuhûşê bidin sekinandin. Bila her malbat û mamoste li malê û dibistanan xwedî li zarokan derkevin. Îro zarokên me sibê neviyên me di bin vê talûkê de ne, ku em vê rewşê nedin sekinandin ew ê wisa berdewam bike.”

Gelê Licê yên ku tev li meşê bûn beriya ku meş dest pê bike bertekên xwe anîn ziman û da zanîn ku Licê warê berxwedanê ye, divê di serî de gele Licê û hemû gel li hember van politikayên şerê taybet bertek nîşan bidin û rê nedin vê qirêjiyê.

Hevberdevkê Platforma Şiyar Be! Mûrat Kan di çalakiyê de axivî û got ku erdnîgariya Kurdan bi rewşeke dilêş rû bi rû ye. Murat Kan, diyar kir ku meşa wan li Amedê daye destpêkirin didome û got: “Ev tiryak û fuhûş, birîneke xedar a civakê ye. Di demeke ku behsa aştiyê tê kirin de xaka Kurdan bi şerekî nû re rû bi rû ye. Hêzên serdest, hewl didin civaka daxwaz dikin ava bikin. Ji bo vê jî hewl didin zanebûna civakê tune bikin û arasteyî tiştên wiha bikin. Ev plan, piştî Plana Têkbirinê ya 2015an zêde bû. Nekarîn civakîbûna gelê Kurd ji holê rakin. Niha jî bi van rêbazan êriş dikin. Dixwazin vê bi destê hin kesên ji me, bi destê jin û ciwanan bikin. Em jî dê ji bo valaderxistina van polîtîkayan, tevî ciwan û jinan têbikoşin. Em ê civakê bi hev re ava bikin. Em dikarin bi hev re pêşiya vê bigirin.”

‘Tiryak û fuhûş ne rastiya me ye’

Hevseroka Gişti ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçarê  destnîşan kir ku madeyên hişbirê bi alikariya dewletê  tê li Kurdistanê û wiha berdewam kir: “Ev hişmendiya dewletê dixwaze ku di vî welatî de tiryakê zêde bike. Tiryak û fuhûş ne rastiya me ye. Ev zor didin ku di nav gelê me de tiryak hebe. Dizanin ku hebûna me bi ciwanên me pêkan e, ji ber vê rastiyê ciwanên Kurdistanê tev li tiryakê dikin. Ji bo ku civakek azad be divê jin azad be. Em jin, bi rojan ji bo azadiya civaka xwe li derve ne. Ji ber ku em daxuyaniya didin li dijî tiryak û fuhûşê xebatan dimeşînin wek hedef tên dîtin. Gelê Licê û Kurdistanê xwe biparêzin û şiyar bin. Rastiya me rêxistinbûyîn û civaka demokratik e.”

Piştî axaftinê meş bi dawî bû.

 

 

Etîket: meşa li dijî tiryak û fihûşêPlatforma Şiyar Be
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

18 TEBAX 2026
Li Amedê rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ berdewam dike

Li Amedê rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ berdewam dike

17 TEBAX 2026
Li Erxeniyê li dijî şerê taybet banga ‘Rabin’ hate kirin

Li Erxeniyê li dijî şerê taybet banga ‘Rabin’ hate kirin

16 TEBAX 2026
Li Amedê civîna li dijî tiryakê: Çareserî avakirina civaka demokratîk e

Li Amedê civîna li dijî tiryakê: Çareserî avakirina civaka demokratîk e

14 TEBAX 2026
Rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ li Amedê bênavber didomin

Rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ li Amedê bênavber didomin

12 TEBAX 2026
Rêzeçalakiyên Pêngava Rabin li Parka Korhatê berdewam kir

Rêzeçalakiyên Pêngava Rabin li Parka Korhatê berdewam kir

11 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne