• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Rêzeçalakiyên Pêngava Rabin li Parka Korhatê berdewam kir

Amed / AW

11 TEBAX 2026 - 20:46
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Şiyar Be rêzeçalakiyên xwe yê bi Pêngava Rabin berdewam dike. Rawestgeha îro ya platformê Parka Korhatê ya navçeya Rezanê ya Amedê bû.

Platforma Şiyar Be ku li dijî tiryak û hişbirê têkoşînê dimeşîne, li Parka Korhatê ya taxa Korhatê ya navçeya Rezanê ya Amedê bi hevkariya Komeleya Çand û Hunerêya Dîcleyê ji bo zarokan kargeh li dar xistin. Di bernmameyê de bi zarokan re gelek listikên cuda lîstin bi amûran rîtîm hînî zarokan kirin û bi hev re stran stirîn. Piştî bernameya zarokan civîna gel hat lidarxistin. Aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata, Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz, Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Murat Kan, nûnerê saziyên sivîl û nişteciyên taxê tevli civînê bûn. Di axaftinan de têkoşîna li hemberî madeyên hişbirê hat dubarekirin.

Leyla Ayaz destpêkê axivî û got: “Li Kurdistanê ev demeke dirêjê weke şerê taybet fihûş tê kirin, tiryak tê firotin û bengîtî zêde bûye. Em bi gelê xwe re li ser çareseriya van pirgêrêkan civiyan. Em dizanin ku li wan xaniyên bêxwedî her tiştên xirap dibe. Em ê bi hev re wan deran xira bikin û em ê bi hev re li hember bengîtiyê têbikoşin.”

Murat Kan ji bal kişan ser Pêngava Rabin û got: “Ji ber ku me heta niha van qadan vala hiştine îro ev pirsgirêk ewqasî mezin bûye. Îro stratejiyeke qirêj li ser Kurdistanê tê meşandin. Ji ber vê me Pêngava Rabin da destpêkirin. Ev pêngav ji bo pêşeroja ciwanan e. Ev pengav ji bo azadiya jinan e. Ji bo wê divê herkes berpirsyariyê bigire ser xwe.”

Civînê de gel gazincên xwe ji walî û midûrê ewlehiyê kir û hat gotin ku tenê li ser kursiyên xwe rûniştîne û karekî li hemberî madeyên tiryakê nakin.

Piştî guhdarkirina gel Ayla Akat Ata axivî û got: “Ev demeke dirêje em li parkan bi gel re tên gel hev. Em bi tenê têrê nakin divê malbat jî alikariyê bikin. Şaredariyên DEM Partiyê niha li her derê dest bi xebatên bengîtiyê kirine. Lê gorî raporan kesên ku ji bo berdana madeyan serî li şaredariyan didin ji sedî 95 bernadin û berdewam dikin. Ji ber wê divê em nehêlin ku zarokên me dest bi tiryakê bikin.”

Etîket: AmedKothatPêngava 'Rabin'Platforma Şiyar Berêzeçalakî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Amedê: Êdî gavên şênber pêwîstin û divê girtiyên nexweş bên berdan

Welatiyên Amedê: Êdî gavên şênber pêwîstin û divê girtiyên nexweş bên berdan

21 MIJDAR 2026
Encamên 17emîn Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkolê eşkere bûn

Encamên 17emîn Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkolê eşkere bûn

20 MIJDAR 2026
Jinan li ber dadgehê daxwaza edaletê kir

Jinan li ber dadgehê daxwaza edaletê kir

17 MIJDAR 2026
Welatiyên Amedê: Dema aştî pêk hat dê aborî jî baş be’

Welatiyên Amedê: Dema aştî pêk hat dê aborî jî baş be’

15 MIJDAR 2026
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha Mijdarê eşkere kir

Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha Mijdarê eşkere kir

5 MIJDAR 2026
Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

24 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne