• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ li Amedê bênavber didomin

Amed / AW

12 TEBAX 2026 - 23:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Parka Mîmozayê ya li taxa Barişê ya navçeya Peyasê ya Amedê di pêşengtiya Platforma Şiyar Be de li dijî hişbir û fihûşê civîna gel hate lidarxistin. Aktîvîsta TJAyê û siyasetmedar Ayla Akat di civînê de diyar kir ku ew ê bi hemû rêxistinên civakî yên sivîl re bi şîara “Rabin” dê zêdetir çalakiyan li dar bixin.

Platforma Şiyar Be ku li dijî tiryak û hişbirê têkoşînê dimeşîne, li Parka Mîmozayê ya li taxa Barişê ya navçeya Peyasê ya Amedê civîna gel lidar xist. Aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata, Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar, Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Murat Kan, nûnerê saziyên sivîl û nişteciyên taxê tevli civînê bûn.

‘Em xwe wekî hêza çareseriyê nebînin, em nikarin tu encamê jî bigirin’

Ayla Akat Ata da zanîn ku ew kesî li derveyî vê xebatê nabînin û wiha got: “Her kes di nava vê xebatê de ye. Lê em dixwazin ku em hemû bi hev re vê pirsgirêkê çareser bikin. Eger em xwe wekî hêza çareseriyê nebînin, mixabin li hemberî vê pirsgirêkê û hilberînerên vê pirsgirêkê em nikarin tu encamê jî bigirin. Hevalên me yên ciwan, ciwanên vî bajarî hefteya çûyî li Batikentê nobet girtin. Îro temenê bikaranîna hişbirê heya 9 salî daketiye, ev pirsgirêk e.”

‘Heger kontrol hebûya dê malbatên me yê xwe di nav ewlehiyê de hîs bikirana’

Ayla Akat Ata diyar kir ku ev pirsgirêk ya hemû sazî  û dezgehên civakî û rayedarên bajêr e û divê ev pirsgirêk were çareserkirin û ev tişt gotin. “Îro pirsgirêka sereke ya vê bajarê ew e ku rêjeya bikaranîna hişbirê ew qas berbelav bûye, zext li zarokên me, zarokên me yên 9 salî tê kirin ku hişbirê bi kar bînin. Heger li vê bajarê kontrol hebûya dê di vê parkê de malbatên ku digerin, rûdinên, çaya xwe vedixwin yê xwe di nav ewlehiyê de hîs bikirana. Duh li taxa Korhatê jinan ev tişt ji mere got, “Parkan bigirin.” Gotin, “Cihên lîstikê yên zarokan rakin.” Ez li vê bajarî hatime dinê, li vê bajarî mezin bûme lê ji me her tim daxwaza vekirina parkan dihate kirin. Yekem care tê gotin ku parkan bigirin. Yekem care tê gotin ku cihên lîstikê yên zarokan xera bikin, ji vir rabikin. Lewre ew cih veguheriye cihê hişbirê. Ji bo ew kesên hişbirê bikar tînin. Îro Navenda Têkoşîna li Dijî Maddeyê ya Şaredariya Bajarê Mezin dixebite. Di aliyê rehabilitasyonê de bi AMATEMê re, bi ÇAMATEMê re hevkarî dike. Armanca Bajarê Mezin ew e ku navendeke mezin ava bike ku xizmetê bide herêmê.”

‘Heya em hemû bi hev re nebêjin ‘Rabin’ em nikarin bibin hêza çareseriyê’

Ayla Akat Ata anî ziman ku ev têkoşîna li dijî hişbirê ne di bin destê tu partiyeke siyasî, rêxistineke civakî sivîl de ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber vê yekê em wekî Platforma Şiyar Be vê xebatê dikin. Biryara ku şaredariyên me girtine pir girîng in û veguherandin biryareke rêgezî. Hefteya bê dê hemû rêxistinên civakî yên sivîl, pêkhateyên Şiyar Be bi şîara ‘Rabin’ xebatên xwe berfireh bikin. Lê heya em hemû bi hev re nebêjin ‘Rabin’ em nikarin bibin hêza çareseriyê. Îro em li vir in, sibê em ê li parkeke din bin û pêngava ‘Rabin’ bidine nasîn. Em ê ji bo zarokên xwe û ji bo pêşeroja xwe rabin ser piyan.”

‘Îro civaka me bi pirsgirêke mezin re rû bi rû ye’

Hevşaredar Cengîz Dundar da zanîn ku ew ê ji bo bibin dengê pêngava ‘Rabin’ her tim di nav xebatan de bin û ev tişt gotin: “Îro civaka me bi pirgirêke mezin re rû bi rû ye. Fihûş, hişbir û tiryak pirsgirêkek mezin a civakê ye. Pergala kapîtalîst civakekê bi van tiştên qirêj dixwaze ji çand û jiyana wê veketîne. Em wek şaredariyên Dem Partiyê dê her tim di nav xebatan de bin û ji bo çareseriya vê pirsgirêkê dê têkoşîna xwe xurttir bikin.”

Piştî bernameyê serdana qehweyên taxê kirin û gel hişyar kirin. Bername piştî serdanê bi dawî bû.

Etîket: AmedcivînPeyasPlatforma Şiyar Be
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026
Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

23 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne