• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê Abdullah Ocalan zutir azad bibe’

Navenda Nûçeyan / AW

31 KANÛN 2024 - 18:35
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş di çalakiya nobedê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo de axivî û got, “Divê em piştgiriyê bidin fikrên Ocalan. Rojava rûmeta me ye. Aştî daxwaza me ye. Divê birêz Ocalan di zûtirîn demê de azad bibe û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike.”

Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Qamişlo ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên girêdayî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (OSO) yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja xwe ya 19emîn de didome. Çalakî bi pêşengiya DBP, TJA û DEM Partiyê didome. Girse nîvro kom bûn û bi berdilkên “Rojava rûmeta me ye”, “Ji şer re na”, “Bîjî berxwedana Rojava” dîsa bal kişandin ser êrîşên li dijî Rojava. Girseya ku ji Mêrdîn û navçeyên wê nobedê digirin bi dirûşmeyên “Bîjî berxwedana Rojava”, “Jin jiyan azadî”, “Bêdengî mirin û berxwedan jiyan e” berxwedana xwe berdewam kirin. Girseyê bi kilamên Kurdî û awazên berxwedanê deng da Rojava.

Di roja 19an a nobedê de gelek kesên ji Bêdlîsê çûn serdana çalakgeran û piştgirî dan çalakiya nobedê. Rêxistina DEM Partiyê ya Bêdlîsê bi pankarta “Rojava rûmeta me ye” ket qada çalakiyê û bi dirûşmeya “Bîjî berxwedana Rojava” piştgirî da çalakiyê.

Di çalakiya ku pankarta “Bi rihê seferberiyê em ê şoreşa Rojava biparêzin” vekirin de, tevî barana zêde, daxuyanî dan çapemeniyê.

‘Em ê îro û sibê li vir bin’

Hevserokê bajarê Bêdlîsê yê DEM Partiyê Fîkret Bîrlîk jî got: “Em li hemû cîhanê bin jî divê yekîtiya xwe ji bo gelê xwe pêk bînin. Îro divê em hebûn û çanda xwe bi Rojava re biparêzin. Em bi hemû hebûna xwe li cem gelê Rojava ne. Divê em li ser paradîgmaya ku Rêbertî li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat daye pêşiya me bibin yek. Divê hemû cîhan dengê xwe bide vî dengî. Em îro li vir in û roja din jî em ê li vir bin.”

‘Rojava rûmeta me ye, daxwaza me ya aştiyê ye’

Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş axivî û got: “Barana ku li vir dibare, li Qamişlo jî dibare. Ji ber vê yekê, tiştê ku li vir diqewime li wir tê hîskirin û jiyîn, ya ku li wir diqewime li vir tê hîskirin û jiyîn. Ji ber vê em li Rojava paradîgmaya Birêz Abdullah Ocalan diparêzin. Birêz Abdullah Ocalan bi 7 xalan plana ku em çi bikin danî. Em çawa aştiyê mezin dikin? Lewma divê beriya her tiştî em piştgiriyê bidin fikrên birêz Ocalan. Rojava rûmeta me ye. Aştî daxwaza me ye. Divê birêz Ocalan di zûtirîn dem de azad bibe û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: Bêrîtan GuneşDBPNisêbînnobetRoja 19anTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

19 ÎLON 2026
Ji TJAyê daxuyaniya Kobanê: Jiyana hevpar hedef tê girtin

Ji TJAyê daxuyaniya Kobanê: Jiyana hevpar hedef tê girtin

13 ÎLON 2026
Li Nisêbînê girtina bi angaşta ‘endamtiya rêxistinê’

Li Nisêbînê girtina bi angaşta ‘endamtiya rêxistinê’

31 TEBAX 2026
Ji DBPê ji bo meşa 1ê Îlonê bangawazî

Ji DBPê ji bo meşa 1ê Îlonê bangawazî

29 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne