• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Fîlozof John Holloway: Ez li pey ronahiya Ocalan hatime vir

Stenbol / AW

7 KANÛN 2025 - 15:32
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Fîlozofê marksîst John Holloway ku ji Meksîkayê beşdarî Konferansa Navneteweyî bû diyar kir ku şewq û ronahiya Abdullah Ocalan wî aniye vir û got: “Bi hezaran kilometre ez ketim pey ronahiya Ocalan û ronahiyê min anî vir. Ez ji bo piştevanî, hezkirin û azadiya rêzdar Ocalan hatime vê konferansê.”

Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk a DEM Partiyê li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya Stenbolê di roja duyemîn de bi rûniştina çaremîn berdewam dike.

Nameya Hevserokên Giştî yên HDPê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ku girtî ne hatin xwendin. Nameyan Ebrû Gunay xwend.

Rûniştina çaremîn sermijara “Perspektîfên Azadiyê, Aştî û Siberojê” tê gotûbêjkirin. Moderatoriya rûniştinê hiqûqzan Eren Keskîn kir. Eren Keskîn got: “Kurd bi erde ve hatin kaşkirin, rûviyên wan rijiyan erdê. Hevalên me hatin kuştin, girtin, bi hezaran kes hatin windakirin, nehatin dîtin. Tevî ewqas êş û janê jî pêkanîna aştiyê kelecanê dide Kurdan. Ev konferans ji bo pêkanîna aştiyê girîng e. Ji bo min xala herî girîng di vê pêvajoyê de pêkanîna aştiya navxweyî ya Kurdan.”

Endama Meclisa Gel a Kazakistanê Narîn Nadirova jî bi sernavê, “Kurdên Sovyeta Berê û Bawatebûna Sînoran” gotarek pêşkêş kir û got: “Dembaş hevalên hêja. Berî her tiştî amadekirina civînek wiha xweş şanaz im. Hewcedariya Kurdan bi aştiyê û demokrasiyê heye. Destxweşiyê li DEM Partiyêdikim. Bav û kalen me ji Serhedê ne. Di dema raperîna Şêx Seîd şûnve derbasî hêla Ermenistanê bûn. Dilê me her tim li Kurdistanê-Serhedê bû. Bav û kalên me Ermenistanê jî nehatin îdarekirin, wan ji wir jî sirgûnê Asyaya Navîn kirin. Piştî salên 1955î Erîvan-Ermenistan dibe navenda karûbarên Kurdan. Kazakistan cihê miletan e. Gelek milet bi mafên xwe li Kazakistanê dijîn. Kurdên me li Kazakistanê nas kirin. Her kes heqê xwe heye. Her çiqas mafên me hebin jî, me her tim bi hesreta welat jiyana xwe derbas kir. Ez hêvîdarim ev proseya aştiyê deriyên nû ji bo hemû Kurdên cîhanê veke.”

Parêzerê marksîst, Civaknas û Fîlozof John Holloway ku ji Meksîkayê beşdarî konferansê bû, bi sernavê “Ronahiyek ku di nav tariyê de dibiriqe” pêşkêş kir.

‘Şewq û ronahiya Ocalan min anî vir’

John Holloway wiha axivî: “Spasiya we hemûyan dikim. Herhal ez ê ji her kesî bêtir hatime vir. Ji 11 hezar kilometre dûr hatime vir. Çima ji cihekî ewqas dûr hatim? Tiştekî min kişand vir. Ronahiyek li vir hebû. Tiştek çirûsk dida. Vê çirûskê şewqek mezin dida. Şewqa wê gihîşt ronahiyê. Ev jî ronahiya Ocalan û Kurdan e. Ronahiyek ku di tariya cîhanê de şewq dida, dewletek Tirk kesekî di tecrîdê de digire. 25 sal in kesekî di tecrîdê de digire. Li ser Ocalan û girtiyan şermek mezin heye. Neheqiyek li ser wan tê kirin. Cîhana zilmkar jî li vê şermê temaşe dike. Kuştin li Xezeyê tê kirin, cîhan li vê şermê jî temaşe dike. Em bi destê xwe talûkeya xwe pêk tînin. Cîhana îro reş e, tarî ye. Divê meriv ji şewqa vir sûdê werbigire û bi coş e. Du şewq û ronahiya girîng hene. Yek azadiya tevgera Kurdan e. Ya din jî tevgera zapatîsta ya li Meksîka ye. Têkoşîna me rizgariya ji komkujiyan e. Beriya ku cîhan dawiya me bîne, em dixwazin cihana xwe biafirînin. Lewma her du tevger girîng in. Her du tevger jî tevgerên dijdewlet, antîkapîtalîst in, li dijî baviksalariyê ne. Her du tevger jî komunal in. Komun aştiyê ava dike, komun divê li ser avakirina civakî were avakirin. Ocalan di paradigmaya xwe de mafdar e.

Her du tevger jî li dijî mêtingeriyê têdikoşin. Em têkiliyek aştiyane bi xwezayê re deynin. Ev her du tevger jî ne netewperest in, li dijî vê tevdigerin. Ev ronahî kir ku bi hezaran kîlometre ji cihekî dûr werim vir. Min mirovên pirr hêja nas kir. Me duh nameyek ji Ocalan girt.

Ez ji bo hezkirin û azadiya Ocalan hatim

Tiştên derheqê Ocalan û Rojava de xwendine û bihîstine, ronahî ne. Ji bo me cihekî pirr taybet ê tevgera Kurd heye, ronahî û şewqek mezin dide me. Ev ronahiya rûmetê ye. Ronahiya hêrsa li dijî tariyê ye. Rica dikim vî tiştî ji bîra nekin ku hûn bêqisûr in, hûn gelekî taybet in, Tevahiya cîhanê çavê wan li we ye. Ez ji bo hezkirin û piştgirî û azadiya Ocalan hatim vir. Ji bo pêvajoya aştiyê spasiya birêz Ocalan û we dikim.”

‘Azadiya Ocalan dê rê li ber gelek tiştan veke’

Seroka Komîteya Mafên Mirovan a Parlamentoya Îtalyayê Laura Boldrini bi sernavê “Nêrîn û têgihiştina Ewrapyê ya li ser pirsgirêka Kurk” gotarek pêşkêş kir û got: “Ez pirr kêfxweşim ku li vir im. Hûn parêzvaniya mafên mirovan a gerdûnî dikin, hûn azadiya jinan diparêzin, hûn li dijî milîtarîzmê ne. Ev yek îlhamê didin xebatên min ên siyasî. Divê Abdullah Ocalan azad bibe û di vir de wêrekî bê nîşandan. Rêzdar Ocalan dê temsîliyeta Kurdan dike. Bivê nevê divê rêzdar Ocalan û hemû girtiyên azadiyê werin berdan. Serbestberdana Abdullah Ocalan dê rê li ber gelek tiştan veke. Selahattîn Demîrtaş jî hê di girtîgehê de ye. DMMEyêbiryara berdana wî da, jixwe berdana wî êdî mecbûrî ye. Girtina Demîrtaş ji ber xebatên wî yên siyasî ye. Ev cihê şermê ye. Divê ev yek bi dawî bibe. Divê qada navneteweyî li ber vê şermê bêdeng nemînin û piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya aştiyê bike.”

‘Rêber Ocalan ronahî ye’

Edîtorê Kovara Modernîteya Demokratîk Haydar Ergul jî bi sernavê, “Manîfestoya Ocalan: Perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk” axivî û bi berfirehî bal kişand ser manîfetoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Em ê çawa fikr û ramanên serok Abdullah Ocalan çawa di 20 deqîqeyan de vebêjin. Belê rast e, paradîgmayaya Ocalan ronahiyê dide mirov. Ez û rêber Ocalan 50 rojan li Romayê li malekê man. Heke Abdullah Ocalan ne serok bûya, min nikaribû 24 saetan li wê malê bijiyama. Min ji hevrê John bihîst ku ew şewq û ronahî rêber Ocalan e. Rêber Abdullah Ocalan ronahiya ji dîrokê tê ye. Ji nav dîrokê diaxive.”

Xwediya Xelata Nobelê Şîrin Ebadî jî bi rêya vîdeoyê beşdarî konferansê bû û peyama xwe da.

 

Etîket: Eren KeskînKonferansNadîr Nadîrova
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Dayikên Şemiyê: Kujerên Fethî Ildir li ku ne?

Dayikên Şemiyê: Kujerên Fethî Ildir li ku ne?

5 ÎLON 2026
Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

5 ÎLON 2026
Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5  Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

17 TEBAX 2026
Kujerê 22 Kurd û berpirsê JÎTEMa Qoserê: Hasan Atîlla Ugur

Kujerê 22 Kurd û berpirsê JÎTEMa Qoserê: Hasan Atîlla Ugur

22 TÎRMEH 2026
Li Pirsûsê Konferansa Meclîsa Jinan a DEM Partiyê hat lidarxistin

Li Pirsûsê Konferansa Meclîsa Jinan a DEM Partiyê hat lidarxistin

17 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne