• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Platforma Şiyar Be li Wanê avabû bû

Wan / AW

6 KANÛN 2025 - 17:22
Kategorî: MANŞET, TENDURISTÎ
A A
Platforma Şiyar Be ku bi meş û daxiyaniyekê avbûna xwe îlan kir. Nuneran da zanîn ku li Kurdsitanê êdî zarokên 9 salî madeyên hişbirê bikar tînin û pirsgirêka fihûş û hişbirê pirsgirêkeke pergalî ye.

Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be, li Wanê bi meşekê avabûna xwe îlan kir. Endam û rêveberên hemû pêkhateyên platformê li ber Wan AVMê kom bûn û heta Qada Bajêr meşiyan. Girseyê di meşê de pankarta “Ne jehrê, hêviyê himbêz bike” vekirin û dowîzên “jiyan xweş e Şîyar be”, “em heta dawiyê bi hevre ne”, “hişê xwe biparêze siberoja xwe reş neke” hwd. hatin hilgirtin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, parlementera DEM Partiyê ya Wanê û Hevberdevka Însiyatifa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û gelek welatî tev li meşê bûn.

Polîsan navê ‘Kurdistan’ tehamul nekirin

Girseyê xwestin pankata ku li ser “Kurdistan” dinivîsî hilgirin. Lê polîsan nehişt pankart bê vekirin û destûr neda meşê. Girseyê bertek nîşanî bêtehemuliyê navê “Kurdistan” da û cih cih bi polîsan re hatin hemberî hev. Li ser nîqaşên 2 saetan polîsan pêşiya meşê vekir û girse meşiya. Di meşê de dirûşmeyên “jiyan xweş e şiyar be”, “li dijî fihûş û tiryakê şiyar be” berzkirin.

‘Pergala kapîtalîst xwe bi fihûş û tiryakê mezin dike’

Endamên Platformê piştî meşê bi Kurdî û Tirkî daxuyanî da. Bevberdevkê platformê Ercan Erkol bi kurdî, Hevberdevka Platformê Rûken Kiliç jî bi Tirkî daxuyanî xwendin. Ercan Erkol diyar kir ku pergala kapîtalîst, civakek bêhiş, ji xwe dûrketî, perçebûyî û qelsbûyî armanc dike û got: “Lewra birêvebirina parçeyan ango kesan wekî ku tê xwestin ji rêvebirina civakek yek girtî hêsantir e. Bi vî awayî, kes hêza xwe ya ramanê winda dike û bi darê zorê dikeve nav kesayetî û şêwazên têkiliya ku ji hêla pergalê ve neçar dihêle. Ev pirsgirêk ne tenê zerarê dide ferd, di heman demê de zerarê dide tevna civakî û hêza berxwedana civakê dişkîne. Hişbir û fihûş, amûrên bi kêrhatî ne ku civakê ji hundur ve dirizîne û pergala kapîtalîst û serdest xwe bi van amûran xurt û mezin dike.”

‘Tiryak dibin amûrên bêhêz’

Ercan Erkol diyar kir ku elimandina maddeyan ne pirsgirêkeke ku tenê bandorê li tenduristiya fîzyolojîk an jî psîkolojîk a kesan dike û ev tişt got: “Ev pirsgirêk jehreke berbelave ku siberoj, exlaq û nasnameya civakê belav dike û dihelîne. Ji ber vê yekê, kesê ku tiryakê ve girêdayî dibe, dibe amûrek bêhêz û bi hêsanî tê beralîkirin. Sîstema kapîtalîst tiryakê weke çek bikar tîne; Ji bo civakê ji nirxên exlaqî qut bike û bike civakeke bê vîn, ciwanan dike hedef û vê tiryakê belav dike. Ji ber ku temenê bikaranîna tiryakê li Kurdistanê daketiye 9 saliyê ev yek bi awayekî eşkere nîşan dide ku ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêkeke takekesî ye, di heman demê de pirsgirêkeke pergaliye jî.”

‘Fihûş ne hilbijartinek e, lê encamek’

Ercan Erkol da zanîn ku fihûş jî wek tiryakê yek ji sûcên herî mezin ên li dijî rûmeta mirov û civakê ye û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Têkoşîna li dijî fihûşê ne tenê bi tedbîrên cezakirinê di heman demê de bi veguhertineke ber bi koka xwe ve pêkan dibe. Divê ev veguhertin xizaniyê, nebûna perwerdehiyê û pergala ku mirovan ber bi bêhêvîtiyê ve dibe bike hedef. Ji ber ku fihûş ne hilbijartinek e, lê encamek e ku ji hêla bêhêvîtiyê ve hatî ferz kirine. Lê belê em ê vê rewşê qebûl nekin û nakin jî. Banga me ji civakê re ye; têkoşîna li dijî madeyên hişbir û fihuşê ne pirsgirêkeke takekesî û malbatî ye, meseleya wijdan û siberoja vê civakê ye.”

‘Em dikarin bi hev re civakek li ser nirxên exlaqî avabikin’

Ercan Erkol bal kişand ser çarserkirina pirsgirêka fihûş û tiryakê û wiha dawî kir: “Çareserkirina van pirsgirêkan ji hişmendiya takekesî wêdetir, birêxistinkirina civakî re pêwîst e. Pêvajoya avakirina civakê li ser bingehê nirxên exlaqî ji nû ve birêxistinkirinê, li ser xwebûna ciwan û civakê jêneger dike. Ciwanino, Jinino, Malbatino, Rêxistinên Girseya Demokratîk û em, hêza pêşeng a vê têkoşînê ne. Em hemû ji hişbirên ku siberoj û azadiya me ji me distînin re bibêjin na. Em dikarin bi hev re civakek li ser nirxên exlaqî avabikin. Di destê me de ye ku em vê tarîtiyê têk bibin. Ji ber ku nirxên ku civakê wenda kiriye bi bêdengiya me re winda dibin. Werin em bi hev re vê bêdengiyê bişkînin û bi hev re pêşerojeke azad ava bikin.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

Etîket: hişbirŞiyar BetiryakWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

22 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026
Li dijî tiryakê banga piştevanî û xwedîderketina pêşerojê

Li dijî tiryakê banga piştevanî û xwedîderketina pêşerojê

29 TEBAX 2026
Roja duyemîn a şîna li Wanê bi dawî bû

Roja duyemîn a şîna li Wanê bi dawî bû

25 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne